Portreya Rojê: Phoolan Devi

Phoolan di roja me ya îro de bûye çavkaniya herî mezin ya ku jin jê hêzê digirin. Di temenê biçûk de hat zewicandin. Rastî işkencekirin û êrîşa zayendî hat. Phoolan li dijî neheqiyan serî netewand, yek ji jinên ku edaleta xwe bixwe pêk aniye. Bi silogana "Ev jiyana mine" ya ku heya niha bandora wê li ser her kesî heye des bi serhildanê kir. Ji bo xizanan leheng bû, ji bo dewlemendan jî kujer bû.

Phoolan di roja me ya îro de bûye çavkaniya herî mezin ya ku jin jê hêzê digirin. Di temenê biçûk de hat zewicandin. Rastî işkencekirin û êrîşa zayendî hat. Phoolan li dijî neheqiyan serî netewand, yek ji jinên ku edaleta xwe bixwe pêk aniye. Bi silogana "Ev jiyana mine" ya ku heya niha bandora wê li ser her kesî heye des bi serhildanê kir. Ji bo xizanan leheng bû,  ji bo dewlemendan jî kujer  bû.
Navenda Nûçeyan - Phoolan Devî 10'ê Tebaxa 1963'an li Madhya Pradesh ya newala Çemê Chamba ya Hîndîstanê çavê xwe li jiyanê vekir. Zaroka 4'emîn û ya herî biçûk bû di malbatê de. Apê wê destê xwe danî ser erd û milkên bavê wê, ji ber vê yekê di temeneke biçûk de serî  hilda û li dijî apê xwe sekinî, di wê demê de têkoşîna wê despê kir. Di temenê 11 salî de bi hevkariya pismamê wê bi mêrekî ku bi 20 salan jê mezintir e tê zewcandin, rastî  îstîsmara zayendî  tê. 4 salan zewcandî dimîne û bi hevkariya dayika xwe ji vê zewacê xilas dibe, lê tu kes bi vegerandina wê ya mala bavê wê kêfxweş nebû ji ber ku bîh mabû.
Ji ber bêdeng nemabû sûcdar dihat dîtin
Wê tenê ji malbatê ji bo mafê xwe têkoşîn dikir. Li dijî binpêkirina mafê xizanan û li hember kesên payebilind serî hilda. Tiştê herî zêde ew xemgîn dikir, biçûxistina bavê wê bû. Ji aliyekî din ji ber ku bîh bû, bibû hedefa mêrên gund. Ji ber bêdeng  nemabû, sûcdar dihat dîtin û bi sûcdariya ku dizî kirye, ji aliyê xizmên wê ve hat girtin, rastî lêdan û tecawizê gelek caran hat. 
Li Hendistanê bû keseyeta herî nasîn
Di 20 saliya wê de ji hêla çeteyekê hejdûkan yên ku  li çiyayan derdiketin pêşiya xelkê  û pere bi zorê ji wan distendin hat revandin, ji aliyê fermandarê wan ve hat tecawizkirin. Piştre Phoolan fermandar û endamên wî bi giştî kuştin. Piştî demekê çek bi kar anî û di salên heştêyî  de bû  keseyeta herî  nasîn li Hindistanê. Karê wê yê sereke kontrolkirina gundê mêrê ku pê re hatibû zewcandin bû.  
Ji tecawizkirin û îstîsmarkirina jinan bi hêrs bû
Phoolan ji tecawizkirin û îstîsmarkirina jinan pir bi hêrs bû û li pey tolgirtinê bû. Li gundên hawir dorê gelek mêr kuştin, ji bo çînên jor bibû weke tirsekê. Dema çû gundê mêrê ku pê re zewicî bû û ew dît, bi megrefonê bankir  û  got:"Ez Phoolan Devî me, kesên ku xwe radest neke wê were cezakirin."  Ji ber vê yekê 22 kesê ku qebûl nekirin xwe radest bikin girtin û kuştin, weke komkujiya Behmaî hat binavkirin.  
Navê wê wek efsûnekê belav bû
Şêlandinên mezin ku kesên dewlemend hedef digirt pêk anî. Navê wê wek efsûnekê belav bû, ji bo jinan û xizanan bû leheng. Dewleta Hîndîstanê xelat ji bo wê danî, gundiyan pir jê hez dikir, ew diparastin.Wateya navê Phoolan keybanuya kûlîlkan bû. Ji dewlemendan digirt û xizanan diparast. Vê rewşê êdî hikûmet tehdîd kir. Hikûmeta Indîra Gandhî ji bo çareseriyê bi Phoolan re hevdîtin da destpêkirin. Hevdîtinan salekê berdewam kir û li hev kirin. Li gorî peymana Phoolan kiriye wê ew û hevalên wê nehatibana bidarvekirin, nehatibana kelepçekirin, zêdetirî 8 salan di girtîgehê de nemabûna û axa malbata wê bihata dayîn.
Jinek biçûk her kes matmayî hiştibû
Di Sibata 1983'an de ji aliyê 18 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Cilê leşgerî û bandanek sor li sere xwe kirbû. Şerta wê ev bû ku wê çeka xwe bide ber wêneyê Mahatma Gandhî û Keybanu Durga. Tifing, gule û kêra xwe radest kir.
Ji  zêdetirî 30'î sûcî hatibû girtin lê dernexistin pêşberî dadgehê. 11 salan di girtîgehê de ma. Di 1994’an de hat berdan. Di encama peymanê de heta ketibû girtîgehê wêneyên wê tunebû. Ev hejduka ku Hîndîstan hejandibû, jinek biçûk her kes matmayî hiştibû.
 Phoolan rastî êrîşa çekdarî hat
Piştî ji girtîgehê derket, 2 sal şûnde tevlî Partiya Samajwadî bû. Di 1996'an de ket parlamentoyê. Di 25'ê Hezêrana 2001'ê de li ber parlamentoyê rastî êrîşa çekdarî hat û 5 gule li bedena wê ketin. Dema dibirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Kujerê wê ku teslîm bû diyar kir ku wî tola 22 mêrên Behmaî girtiye. Hezkiriyê Phoolan tu carî bi vê bawer nekirin, ji ber gelek kesên gule barandibûn hebû û rastî tu car derneket holê.
Fîlmek li ser jiyana wê hat çêkirin
Nivîskar Mala Sen di salên girtîgehê de Phoolan nas kiribû. di pirtûka Keybanuya Hejdukan de hemû çîroka wê bi berfirehî vegot. Heman pirtûk wek fîlm hat kişandin lê Phoolan fîlm neecibandibû. Ji ber di fîlm de bi biryarên xwe tev nedigeriya û wek qurbana tecawizê dihat nîşandan. Ji ber vê Phoolan fîlm ne ecibadibû û tu carî wê qurbanî qebûl nekir.