Portreya Rojê: Pêşenga jinên Endonezyayê Radin Ayu-Kartini
Kartini qehremanek Endonezyayî û kesayetiyek neteweyî ya navdar a ji Javayê ye. Di heman demê de di warê perwerdeya keçan û mafên jinên Endonezyayê de jî pêşengî kir.
Navenda Nûçeyan - Raden Adjeng Kartini, ya ku bi navê Radin Ayu-Kartini jî tê nasîn, di 21'ê Nîsana 1879'an de li Hindistanê Rojhilatê Hollandî yê ku niha bi navê Endonezyayê tê zanîn ji dayik dibe. Di nava malbateke arîstokrat a Java de mezin dibe, bavê wê Ssronengrat beriya bibe parêzgerê wîlayeta Mahjong serweriya Jîbara dikir, dayika wê Ngasera keça Madirono ye û li Tilak Ur mamosteya olî bû, her wiha hevjîna yekem a Ssonograt bû. Di vê serdemê de, pirzewacî di nava mîran de pratîkek hevpar dihat hesibandin. Qanûn heq dida ku serweriyek Regency bi keçeke ji civakê re bizewice, Paşê Ssronegrat cara duyem bi Morjam keça Raja Madura re zewicî. Piştî zewaca wî ya duyemîn, bavê Kartini hat bilindkirin ku bibe serwerê rêgezê yê Jebara.
Kartini di zimanê Hollandî de pisporiye
Kartini di nava malbateke xwedan kevneşopiyên eklektîk ên rastîn de çêbû û birayê wê yê mezin Cesrokartono di zimanzaniyê de pispor bû. Malbata wê hişt ku biçe dibistanê heya 12'e saliya wê û ji hemû waneyan, Kartini fêrî Hollandî bû ku di wê demê de ji bo keçek Javayî bûyereke girîng bû. Di 12'e saliya xwe de ji dibistanê derdikeve û li mal dimîne, ev jî kevneşopiyek hevpar a di nava eşîrên Javayî de bû, dema keç li malê dimîne êdî dê û bav destûra derketina ji malê nadin heya ew keç dizewice, piştre desthilatdarî vediguhêzin hevjînê wê. Lê bavê Kartini di dema tecrîda keçan de ji hempîşeyên xwe bi rehmtir bû, ji ber ku wî hin hêz da Kartini û hişt ku tevli waneyên dirûtinê bibe û di şahiyên taybet de jî dihişt ku tevli bibe.
Ji bo xurtkirina rewşa jinên Endonezyayê pêşengî kir
Di dema tecrîdê de Kartini perwerdeya xwe domand û ji ber zanîna zimanê Hollandî wê bi nivîsîn an nivîsandinê, çend hevalên Hollandî ji xwe re çêkir. Yek ji wan keçek bi navê Rosa Abendnon hevalek nêzî Kartini bû. Pirtûk, rojname û kovarên Ewropî eleqeya Kartini ya bi ramana femînîst a Ewropî re geş kir û xwesteka wê ya baştirkirina mercên jinên herêmî yên Endonezyayî ku wê demê ji rewşa civakî ya xerab dikişandin, xurt kir.
Nirxandinên Kartini di kovara Semarang de jî hebûn ku paşê dest bi şandina nivîsên weşandî kir. Berî ku ew bibe 20 salî, wê hem Max Heflar û Nameyên Evînê yên Multatoly, hem jî Luis Cuperus "Hêza Veşartî" û her wiha xebatên Frederick Van Eden û Augusta de Witt, nivîskarê romantîk ê femînîst Jacob de Jong Van Eyck û romana dijî şer a Berta Von xwendibû. Hemî jî bi Hollandî bû.
Bi alîkariya hevjînê xwe dibistana keçan ava kir
Behremendiyên Kartini ne tenê li ser azadiya jinan, di heman demê de li ser pirsgirêkên civakî jî hebûn. Kartini digot ku tekoşîna jinan a ji bo parastina azadî, serxwebûn û wekheviya qanûnî ya bi mêran re tenê beşek ji tevgerek mezintir e.
Dê û bavên Kartini zewaca wê bi Joyodingrat re, ahenga Rimbag ku di destpêkê de bi sê jinên din re zewicîbû, erê kirin. Ew di 12'ê Mijdara 1903'an de zewicî. Hevjînê Kartini qîmet dida daxwazên wê û hişt ku dibistana keçan li Rojhilatê Korîdora ofîsa Rimbagh Guardian District saz bike. Kurê wê di 17'ê Îlona 1904'an de ji dayik dibe, Kartini di 25 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û li gundê Bolu yê Rimbag hat veşartin. Bandora Kartini ya li cîhanê çêkir, hişt ku malbata Van Deventer Komeleyên bi navê Xêrxwaziya Kartini ya avakirina dibistanên keçan, Dibistanên Kartini yên li Samarang di 1912'an de, pişt re jî dibistanên din ên jinan li Surabaya, Yogyakarta, Malang, Madiun, Sherbon û deverên din ava bikin.
Di sala 1964'an de Serok Sukarno raghiand ku 21'ê Nîsanê wê bibe Roja Kartini û bibe betlaneyek neteweyî ya fermî ya Endonezya yê. Lê biryara wî hat rexnekirin, ji ber xwestin Roja Kartini bi Roja Dayikên Endonezyayê re were pîrozkirin.