Portreya Rojê: Parêzvana mafê jinan Mary
Parêzvana mafê jinan Mary Wollstonecraft bi berhema xwe ya ‘Hincetkirina Mafên Jinan’ roja me ya îro ronî dike û jin li nêrînên wê yên berî 300 salan xwedî derdikevin.
Navenda Nûçeyan - Fîlazof, Nivîskar û parêzvana mafê jinan Mary Wollsftonecraft 27’ê Nîsana 1759’an li Londonê hatiye dinê. Zaroka Elîzabeth Dîxon û Edward Jonh Wollstonecraft di nava malbatek dewlemend de mezin dibe. Bavê wê yê timî şidet li dayika wê dikir di nava demê de malê xwe winda kir û di encamê de rewşa aboriya wan xera bû. Her çendî hewil dida parastina dayika xwe bike lê hêza wê têr nedikir. Birayê wê dibistan dixwend lê bavê wê destur nedida ew jî li gel birayê xwe bixwîne.
Ev hemû dibin sedema nerazîbûnên wê êdî di malê de li hemberî bavê wê nemîne, ji derve jî li dijî pergala Patriyarkaya têkoşîn da û di temenê biçûk de tevlî têkoşîna femînîst bû. Bi xwe xwendin û nivîsandinê hîn dibe û minetê ji kesê nagire. Li dijî zewacê serî hilda û 19 salî ji malê veqetiya. Weke xwendinê bi xwe aboriya xwe jî bi dest xist û mehtacî kesê nebû.
“Li ser perwerda zarokên keç nêrîn”
Di navbera 1780 û 1781’an de ji bo li dayika xwe binêre vegeriya malê. Xwişka wê Elîza ya zewicîbû bi hevjînê xwe re pisgirêk dijiya. Ew îqna kir ku dev ji mêrê lê şidet dike berde. Mary di 1784’an de bi xwişka xwe Elîza û hevala xwe Fanny re li Newîngton Green dibistanek biçûk vekirin, lê piştî salekê hat girtin. Mary a her dem hewla wê ji bo perwerdeya zarokên keç bû di 1787’an de pirtûka bi navê ‘Li ser perwerda zarokên keç nêrîn’ (Thoughts on the Education of Daughters) derxist.
“Bi zanebûn jinan ji perwerdê dur dixin”
Yekem romana Mary bi navê ‘Mary: A Fîctîon’ di 1788’an de hat weşandin. Pirtûka zarokan a bi navê ‘Orîgînal Storîes From Real Lîfe’ jî nivîsî. Di pirtûkê de destnîşan kir ku jiyana zarokan de durî çîrokane. Di Weşanxaneya Fleet-Street de wek edîtor xebitî. Li wê Fransî, Almanî û Îtalî hîn bû û dest bi wergerê kir. Mary, bertek nîşanî Edmund ku li dijî şoreşa Fransayê bû, da û makaleyek bi ser navê ‘Parastin Mafê Mirovan’ nivîsî. Mary diyar dikir ku demokrasî û edalet bi wekheviya navbera jin û mêr pêkane. Di 1792’an de pirtûka ‘Hincetkirina Mafê Jinan’ ya der barê femînîzmê de nivîsî. Di pirtûkê de wekheviya zayendê parast. Mary dida zanîn ku pergala serdest ya mêr, bi zanebûn jinan ji perwerdê dur dixe. Wê newekheviya ser jinan dihat meşandin, û mafê wan ê perwerdê xist navenda têkoşîna xwe.
Mary di 1794’an de ji bo Şoreşa Rojava di cih de lêkolîn bike çû Fransayê. Ji bo bi rehetî bixebite gelek kesayetên di navê de Gîlbert Imlay jî heyî nas dike. Piştî xebatên xwe yên lêkolînê diqedîne vegerya Londonê û bi nivîskar Wîlîam Godwî re zewicî. Keçek wan a bi navê Mary Shelley tê dinê. Paşê ew jî weke dayika xwe meyîla wê ser nivîsê çêdibe û nivîskariya pirtûka Frankensteîn ê dike.
Ji ber komplîkasyonên di dema welidînê de pêre çêbûyî 10 roj piştî welîdînê 10’ê îlona 1797’an di 38 saliyê de jiyana xwe ji dest da.