Portreya Rojê: Olympe de Gouges

Olympe de Gouges ya ji bo wekheviya zayendî têkoşînek mezin dayî û ji bo nivîsandina Danezana Mafê Jinan sêdar dayî ber çavê xwe dibêje: “Ger mafê jinan ê derketina sêdarê hebe, wê demê divê mafê wê yê derketina kursî jî hebe.”

Navenda Nûçeyan - Ji jinên ku ji bo bidestxistina mafê jinan têkoşînek mezin dayiyî Olympe de Gousges di serdema xwe de li dijî tîraniyê serî hildaye û ji jinan re mîrateya têkoşînê hiştiye. Ji ber ‘Danezana Mafê Jinan’ nivîsî cezayê mirinê girt û jinên ku mîrateya wê girtine jî îro kesên wekheviyê qebûl nakin, efû nakin. Olympe de Gouges 7’ê Gulana 1748’an li bajarê Montauban ê başurê Fransayê hat dinê. Malbatê navê Marîe Gouze lê kir. Ji malbatek burjuvaya biçûk dihat. Bavê wê qesab, dayika wê cil dişuşt. Di 17 salî de bi Luîs Aubry yê ku 30 salî jê mezintir bû re zewicandin. Salek şûnde kurê wê Pîerre hat dinê. Çend meh piştî welîdînê hevjînê wê mir û piştî vê navê Olympe de Gouges girt. Di 1770’ê de bar kir Parîsê û li vir hunermend, siyasetmedar û nivîskar nas kir. Piştre J.de Rozîeres nas kir û têkiliya wan çêbû. Olympe piştî zewaca ewil got ew ê tu car  nezewice û digot ‘zewac gora evîn û baweriyê ye.’ Ji ber vê pêşniyara zewaca Rozîeres qebûl nekir.

Olympe komek şanoyê ava kir û lîstika xwe ya ewil ‘Zamore û Mîrza an jî Koletiya Reşik’ di 1784’an de nivîsî. 9 salên dawiya jiyana xwe di gelek mijaran de nivisî. Ji ber jinbûn û mijarên wê lîstikên wê heta Şoreşa Fransayê sala 1789’an nehat çapkirin. Baweriya xwe ya bi şoreşa Fransayê tu car winda nekir.

Danezana Mafê jin û welatiyan

Şoreşa Fransayê ji bo hemû welatiyan soza azadî, wekheviyê dabû. Lê jinan di nav ‘hemû welatiyan’ de cih negirt û li dijî vê femînîst Olympe de Gouges ‘Danezana Mafê Jin û Welatiyan’ nivîsî. Ev belge xwedî taybetiya ku der barê jinan de yekem belgeya nivîskî ye. Danezanê, ji ber ku derxist holê jin û mêr ne wekhev in, belgeya ewil bû lê dema hat weşandin jî zêde girîngî ji bo belgeyê nehat dayîn. Heman salê li dijî ‘Peymana Civakî’ ya Jean-Jacques, peymana xwe ya civakî nivîsî. Di vê peymanê de zewaca xwe disaparat wekheviya zayenda civakî, diparast. Olympe ji bo tiştên bawer dikir heta dawiyê berxwe dida, kesek bi biryar bû. Yek ji mijarên ku li dijî vê serî hilda, darvekirina 16’emîn Qiralê Fransayê Louîs bû. Olypme li dijî cezayê darvekirinê bû. Mafê jiyanê diparast.

 Di 1791’ê de tevlî komeleya Cercle Socîal ya mafê jinan diparast bû û gotina xwe ya ‘Ji bo jinan mafê darvekirinê tê nasîn, lê çima mafê derketina kursiyê nayê nasîn’ cara yekem li vir got. Vê gotina wê 10’emîn xala Danezana Mafê Jin û Welatiyan ava kir. Gelek bûyerên dema şoreşa Fransayê Olympe nerehet dikir. Ji ber vê nivîsên wê jî tund bû. Mijar bi awayekî tund rexne dikir. Pergala serdest a faşîst bi awayekî tund bersiv da helwesta Olympe. Di meha tîrmeha 1793’an de hat girtin. 3 mehan girtî ma. Du nivîsên wê yên li girtîgehê nivîsîn ji aliyê hevalên wê ve hat weşandin. Berhemên wê xwedî cihekî girîng in. Olympe di 3’ê Mijdara 1793’an de bi giyotînê hat darvekirin. Dema çû giyotînê jî wiha got; Tîranên hevdem yên dilerizin! Wê dengê min ji kurahiya gora min bê bihîstin. Cesareta min dibe sedema ku hûn zêdetir çavsor tev bigerin.”

Danezana ku Olympe de Gouges 228 sal berê amade kiriye wiha ye:

 *Jin azad tên dinê û di jiyanê de wek mêran xwedî mafên wekhev in.

 *Armanca her civaka siyasî mafên jin û mêran parastine. Ev maf azadî, ewlehî, mulkiyet û bi taybet jî li dijî zextan parastine.

 *Serdestiya dewletê ji netewa ku yekitiya jin û mêr e pêk tê.

 *Azadî û edalet, tiştên mafê kesane divê bên radestkirin. Jinên ku mafên xwe bi kar tînin rastî êrîşa mêran tên. Ev astengî divê bi qanûnan bê rakirin.

 *Qanûn, hemû tiştên ku zirarê didin civakê ji holê radike.

 *Qanûn îfadeya îradeya giştî ye. Divê hemû jin û mêr bixwe an jî bi hevkariya parlamenterên xwe tevlî pêvajoya amadekirina qanûnan bibin. Divê qanûn ji bo hemû welatiyan wekhev pêk bê.

 *Jin ne xwedî mafên cuda ne. Jin jî wek mêran xwedî heman mafan e.

 *Qanûn tenê ezayên ferzkirî, aşkera û teqez dide. Jin beriya çalakiya ku sûc teşkîl dike nikare bê cezakirin.

 *Qanûn ji bo jinên sûcdar titşên ku qanûn pêşniyar dike divê bike.

 * Tu kes divê ji ber fikrên xwe neyê mahkumkirin. Bi qasî ku xwedî mafê derketina sêdarê ye, mafê xwedî derketina kursiyê ye jî.

 * Îfadekirina fikr û nêrînan yek ji mafên herî girîng a jina ye.

 *Divê mafê jinan bikeve bin ewlehiyê, divê qanûn ji bo fêdeya her kesî xizmetê bike.

 *Ji bo leçûnên îdarî yên dewletê ji mêr û jinan wekhev daxwaza piştgiriyê tê kirin. Ji ber jin peywira xwe tînin cih, dikarin tevlî parvekirinên pîşe, kar û mewkiyê jî.

 *Jin û mêr bixwe an jî bi hevkariya parlamenterên xwe dikarin biryara bacê, bidin.

 * Jinên bi mêran re tevlî lêçûnên cemawerî dibin, di mijarên aborî de dikarin agahî bigirin.

 *Civaka ku mafan nake bin ewlehiyê û wekheviya hêzan qebûl dike, destûra wan ya bingehîn tune ye.

 * Mulkiye mafê jinane jî. Hemû welatî xwedî mafê destnedanê û pîroziyê ne.