Portreya Rojê: Ji nava yekîneyên Sabutajê yên berxwedana Cezayîrê Hesîba Elî

Berpirsiyarên tîmên sabutajê yên yekîneyên berxwedana Cezayirê Hesîba Elî û Zehra Zarifa di hemû çalakiyên xwe yên sabutajê de serkeftinên di nava gel û yekîneyên berxwedanê de dibûn sedema kêfxweşiyên mezin bidest dixistin.

 
Navenda Nûçeyan - Hesîba Elî 18'ê Çileya 1938'an hatiye dinê û di nava malbatek rewşa abaorî baş de mezin bûye. Di sala 1948'an de çû peytexta Cezayîrê û li wê di dibistana bilind ya Omer Rasim de dest bi xwendinê kir. Di zarokatiya xwe de xwedî helwest û nêrînek serbixwebû. Di dema xwendinê de hînî mercên zor ên welatê xwe û dagirkeriya li ser hatî kirin dibe û li ser wê lêhurbûn dike. 
"17 salî diçe eniya cengê"
Di 17 saliya xwe de tevlî nav refên leşkerên rizgariya welat dibe. Di nava yekîneyên sabûtajê de cîh digire û herî zêde jî li ser çêkirina teqemeniyan dixebite. Di sala 1956'an de yekîneya wan çalakiyek mezin çêkir û wê çalakiyê deng veda. Piştî wê çalakiyê bû berpirsyara çêkirin û veguhestina bombeyan. Ji bo bi hêsanî bikare madeyên di teqemeniyan de peyîdabikin li Nexweşxaneya Mustefa Paşa xebatên xwe bi veşartî dikirin. Bi ekîba xwe re di şerê serxwebûna Cezayirê de rolek mezin lîstin.
"Serkêşa yekîneyên sabûtajê"
Di Cotmeha 1956'an de tevlî refên Mûcahidîn bû. Di pêvajoya şer de durî malbata xwe ket û bi dildarî şer kir. Çiqas di nava yekîneyên berxwedanê de bi kêrhatin û jêhatîbûna xwe dihat nasîn, ewqas jî di nava dijmin de jî deng dabû û bûyîbû sedema tirsê. 
Hemû ziraviyên şer dikir sedema ser êşanê û di her firsendê de xwe digihand her devera ku dizanî dijmin lê kombûye û bi tîma xwe ya sabotajê ve amadekariyên xwe dikirin. Bê ku artêşa Fransa pê bizane bi carekê re avahiyên leşkeran diteqandin û xwe didan seqlemiyê. Ji bo ku ziyanê nede avahiyên welatê xwe, karê sabotajê pir bi hostahî dikir û di her çalakiyê de serkeftinên mezin ên di nava yekîneyên berxwedanê û welatiyan de dibûn wesîleya kêfxweşiyê dikir. 
Ew serkeftinên wê bû sedem ku artêşa Fransa jî li ser ji holê rakirina wê bixebite. Wan jî tîmên taybet ji bo lêgerîna Hasîbe dan çêkirin û xistin peyî wê de. Teqez divê an bigirin bi îşkencê bikujin, an jî bi siyokastê bikujin. Di 8'ê cotmeha 1957'an de Hesîba bû hedef û ji hêla leşkerên Fransa ve hat şehîdkirin. Her çendî şihadeta wê bû sedema xemgînî û bêmoraliyê, ewçend jî bû wesîleya bilindkirina berxwedanê.
"Sabutajcî Zehra Zarifa"
Ji nava ekîbên sabutajê yên yekîneyên berxwedanê xwe digihand jinan û ew bi rêxistin dikir. Di operasonekê de bi komek hevalên xwe ve hat girtin û bi azadiya welatê xwe re ew jî azad bû. Piştî girtîgehê pirtûka bîranînên yekîneyên berxwedanê nivîsî. 
Zahra Zarifa di sala 1934'an de li bajarê Tisemsiltê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Malbata wê bi esilê xwe Edarîsîne û malbatek hikumdarin ku bi sedsalan li Mexribê humkim dikirin e. Bavê wê, di beşa huneriya Zanîngeha Cezayîrê perwerde dida û li bajarê Tiyart ku li bakurê Cezayîrê dikeve jî bazirganî kiriye. Beriya ku Fransa welatê wê dagirbike li dibistana Bilind a Benam dixwend. Her wiha hevala çalakvana bi nav û deng Jamilat Buhyrid bû. Bi despêkirina şerê Cezayîrê yê li hemberî dagirkeriyê re beşdarî nav refên Rizgariya Neteweyî ya Cezaîrê dibe. Di eniyên berxwedanê de dikeve nava tîmên sabutajê û li ser rêyên ku leşkerên Fransa derbas dibûn mayîn didanîn. 
"Di nava tîmên sabutajê de Zehra"
Ji nava yekîneyên leşkerî û tîmên sabutajê xwe digihand nava gel û jin bi rêxistin dikir. Di nava jinan de rola pêşengiyê girt û li hemberî dagirkeriyê jin perwerde dikir. Heta dema serxwebûna welat wê bê navber pêşengî ji jinan re kir û seroka Komeleya Jinên Cezayirê bûye. 
"Bi komek hevalên xwe ve hat girtin"
Zahra li navçeya Kasba ya kevin li gel komek hevalên xwe ji aliyê koloniyalîstên Fransî ve tê girtin. Ji xwe berê lê digeriyan, ji ber wê jî girtina wê ji bo xwe weke serkeftinek dîtin û cezayê heta hetayê di girtîgehê de bimîne danê. Bi azadiya Cezayirê re ew jî azadbû û di 5’ê tîrmeha 1962’an ji girtîgehê derket. 
"Pirtûka Şerê Cezayirê nivîsî"
Piştî ku ji girtîgehê derket tecrubeyên xwe û koma hevalên xwe yên sabutajê ku di operasonên li hemberî dagirkerên welatê xwe dikirin nivîsî kire pirtûk û bi navê “Ji Hundirê Şerê Cezayirê” weşand. Pirtûka ku hem rewşa civaki hem leşkerî û hem jî bîranînên tîmên biçuk ên berxwedanê digire nava xwe rastî eleqeyek mezin hat. Li her devera welat û derve belavbû û gelek hat xwendin. Baldariya li hemberî pirtûkê bala wergervanan jî kêşa û ji aliyê Andir Farond ve wergerî înglîzî hat kirin.  
Zehra di nivîsandina bîranînên xwe de nasnameya xwe pêşkêşî dê û bavê xwe dike. Ji bo pêşxistina hişmendî û dilsoziya xwe ya ji doza neteweyî re pirtûkê belav dike. Pirtûk, di heman demê de di nav çarçoveya dîroka civakî ya Cezaîrê de ye. Di vê pirtûkê de bîranînên li ser rastiyan, rewşa leşkeran û bûyerên wekî yên Cemîla Bûheyder û hwd. hene. 
Herî dawî Zahra Zarif û Camila Buheyder, ji bo berxwedana wan a li dijî Fransayê li Misrê hatin xelatkirin.