Portreya Rojê: Hunermend Miriam Makeba
Hunermend Zenzile Miriam Makeba ya bi navê Dayika Afrîqa tê nasîn piştî têkoşîna 30 salan bi vexwendina serokê welatê xwe yê azad Nelson Mendela vegeriya welatê xwe. Bi kelecanek mezin derket ser dikê û ji kûrahiya dilê xwe stirî.
Navenda Nûçeyan - Hunermenda cazê ya ji Başûrê Afrîqayê Zenzile Miriam Makeba bi navê dayika Afrîqa tê nasîn. Di nava kolanên Afrîqayê yên mêtinger de reva jinan a ji polîsan û dewletê bi awayê ‘Kawuleza mama’ (zû were dayê) dikir stran û bi zimanê zarokan distiriya. Di konserekê de çîroka vê stranê wiha dibêje: “Bê sedem polîsan bi ser taxên bajarê başûrê Afrîqayê yên reşik lê dijiyan de digirtin. Dema zarokên taxê, wesayîdên polîsan didîtin bi gotina ‘Kawuleza mama’ diqîriyan. Ev jî tê wateya zû were dayê, ev hevok wekû ‘Zû bike dayê çi dibe bila bibe neyê girtin.’
Herî zêde navê dayika Afrîqayê lê hat
Wê ji qederê para xwe girtbû; li hemberî qedexe û sirgunê bi serhildanê jiya û ji bo wê gotina ‘Afrîqa’ bi xwe azadî bû. Ji aliyê rejîma Apartheid ve ji hemwelatîbûnê tê avêtin. Piştî 30 salan li başûrê Afrîqaya azad cara yekem bi coşa mezin derket ser dîkê û stran got. Kelecana wê olan dida û heya nava kuçe û kolanan diçû. Bi xwe biryara jiyana xwe da û bi dildarî ked da. Her çendî berjengên weke hunermenda cazê, parêzvana mafan, aktivîst, milîtan, dayika destê wê bi şîfa û cebar bên bikaranîn jî navê herî zêde lê hatiye, navê Dayika Afrîqa ye.
Di 8 saliya xwe de dayik-keç ketin girtîgehê
Zenzile di 4’ê nîsana 1932’an de li başûrê Afrîqayê li bajarokê Johannesburgê keça dayikek bijîşka xwezayê hatiye dinê. Di roja me de ji bijîşkiya dayika wê re tiba alternatîf tê gotin. Dayika wê bi dermanên xwezayî, hemû welatiyên bajarok derman dike. Zenzile jî hê 8 salî bi malt û arê genimokan bîra çêdikir û difirot, ji ber wê tê girtin. Li gorî spiyan divê reşik bîra çênekin, dema çêkin dê bên cezakirin. Ji ber wê jî Zenzile ya 8 salî li gel dayika xwe dikevin girtigehê û 6 mehan di girtîgehê de dimîne.
Yekem hunermenda reş a Xelata Grammy girtiye
Salên xwendina dibistana seretayî di koroya dibistanê de stran dibêje. Yekem strana xwe bi navê ‘Pata pata’ sala 1957’an nivîsiye. Li dijî nijatperestên rejîma Apartheid kampanya da destpêkirin. Sala 1963’an ji hemwelatiyê tê derxistin, ew bê welat dimîne û diçe Emerîkayê. Di sala 1966’an de bi albuma xwe ya bi navê Harry Belafonte and Miriam Makeba’ (bi Miriam Makeba re şevek) yekem hunermenda afrîqî ya reş bû Xelata Grammy digre.
Ji ber fikr û hezkirina xwe ji welatan tê avêtin
Dema li DYA’yê xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike, jî ji nasnameya xwe ya siyasî tawîzan nade û eşqa xwe ya ji bo serhildanê didomîne. Di sala 1968’an de ji ber zewaca bi parêzvanê xelkê sivîl ê milîtan Stokly Carmichael re, li DYA’yê wekî kesek bi xeter tê îlankirin û pasaporta wê tê îptalkirin, konser û xebatên albumê tên sekinandin. Ji ber tercihên wê ji welatek din jî tê avêtin. Êdî Zenzile neçar dimîne li welatek din bigere.
Ji 30’an zêdetir albûm
Zenzile diçe başûrê Afrîqayê û li wê xebatên muzîkê berdewam dike. Di sala 1986’an de di komîteya giştî ya neteweyên yekbûyî ya hikumeta Gine de wekî nûner tê erkdarkirin. Xelata Azadiyê ya Dag Hammarskjold digre. Di sala 1975’an de cara duyem dikeve komîteya giştî ya Neteweyên Yekbûyî. Zenzile ya ji 30’an zêdetir albûmên wê hene, li dijî nijadperestan berxwedan daye meşandin.
Piştî 30 salan li welatê xwe cara yekem konser da
Di sala 1985’an de piştî mirina keça xwe biryar dide ku biçe Brukselê. Li pey hilbijartinên azad ên başûrê Afrîqayê, dema Nelson Mendela bû serok êdî ew dikkaribû vegere ser axa ku lê ji dayik bûye. Zenzile li ser xwesteka Nelson Mandela bi pasapota Fransayê vegeriya welatê xwe. Li welatê xwe piştî 30 salan yekem car derket ser dike, bi coşek mezin qîriya û got; “azadî”. 9 pasaport ji welatên cuda girtbûn û ji 10 welatan hemwelatiya rûmetê digre. Di 10’ê hezîrana 1993’an de bi pasaporta Fransayê vegeriya mala xwe.
Li ser dikê xatirxwestina ji jiyanê…
Di 16’e cotmeha 1999’an de Miriam Makeba dibe berendama Neteweyên Yekbûyî ya zexîre û çandiniyê û hewariya niyeta baş (FAO). Di 2011’an de ji bo xizmeta azadiyê û feraseta navneteweyî ji aliyê Weqfa Neteweyên Yekbûyî ya Almanyayê (DGVN) ya li Berlînê ve layîqî xelata azadiyê ya zêr a Hahn tê dîtin.
9’ê mijdara 2008’an li hemberî Camorra (li Campania rexistinek xwecihî ku dişibe mafya) ji bo destekirina nivîskar Roberto Saviano li Îtalyayê konserek organize dike û piştî wê konserê bi krîza dil jiyana xwe ji dest dide. Ew ne tenê hunermanda cazê bû di heman demê de çalakgerek siyasî jî bû.
Jiyana di parzemîna reş de bi xwe re Qedera Reş anî, bi sirgun û serhildanê temenê xwe derbas kir. Li Afrîqayê serhildan û girînê têr nekir, wekî çalakgerek siyasî di welatê xwe û cîhanê de li hemberî hemû bêmafiyan dikaribû bisekine.