Portreya Rojê: Fîlazof û matematîkvan Maria Gaetana Agnesi

Fîlazof û matematîkvan Maria Gaetana Agnesi 16’ê gulana 1718’an li bajarê Milanoyê Îtalyayê di nav malbatek dewlemend û wêjevan de hate dinê. Bavê wê, Pietro Agnesi, bazirganek dewlemend bû, ji bo xwendin û pêşketina keça xwe tiştek kêm nekir. Wê jî derfetên heyî bi kar anî û pir zêde dixebitî. Di temenek biçuk de li gel jîrbûna di zanista matamatîkê de hînî heft zimanan jî bû. Bavê wê peyîwira melumatên xwe hînî xwişk û birayên xwe jî bike da pêşiyê. Hem zarokên malbatê perwerde dikir, hem jî bi xwe dixebitî, ji ber xebata zêde nexweşiyek pê re çêbû.

Pirtûka destan a matematîkê berhev kir û yekem jina weke profesora matematîkê li zanîngehê hatî peyîwirdarkirine. 9’ê çileya 1799’an li Mîlanoya Îtalyayê çu ser dilovaniya xwe.