Portreya Rojê: Di serketina Şerê Torreon ê de pêşengiya Petra

Ji jinên pêşengên Şoreşa Meksîkayê û deshilatiya mêran nexwestî navê wê bi keda wê ya di pêşengiya şoreşê de bê nasîn Petra Herrer di 29’ê Puşpera sala 1887’an de hatiye dinê.
Leşkerên jin ên di dema Şoreşa Meksîkayê de weke “soldaderas” dihatin naskirin, tevî destdirêjiya timî lê rast dihatin jî, bi mêran re tevlî şer bûn. Yek ji “soldaderas” ên herî naskirî Petra Herrera zayenda xwe veşart û bi navê “Pedro Herrera” şer kir. 
Bi navê Petro, (mînak; bi teqandina piran re” lîderiyeke mînakdar nîşan da û ancax piştî demekê karî zayenda xwe aşkera bike. Bi 400 jinên li gel xwe tevlî Duyemîn Şerê Torreón ê 30’ê Gulana 1914’an bû û bi serketina xwe ya di vî şerî de deng veda. Lê mixabin ne bi dilê Pancho Villa bû ku ev serketin li hesabê jinê were nivîsandin. Li hemberî vê yekê Herrera ji artêşa Villa veqetiya û yekîneya xwe ya bi tenê ji jinan pêk tê ava kiriye. Di sala 1917’an de jiyana xwe ji dest daye.