Portreya Rojê: "Denîz şopdara heqîqetê bû"

Bi boneya 7'emîn salvegera şihadeta rojnemevan Denîz Firat, xwîşkên wê Bêrîtan Medûsa û Sarya Yildiztan wiha gotin: "Şehîd Denîz bi rûkenî bi her kesê re di nava danûstandinê de bû û ji bo me jî bingeha jiyanê bû. Şopa Denîz û rêhevalên wê ya nîşandana rastiyê em ê bigihînin serkeftinê."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Leyla Yildiztan (Denîz Firat) di sala 1984'an de li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Çildêran a girêdayî bajarê Wanê ji dayik dibe. Denîz di 15’ê Tebaxa 1992'an de li gundê Sîdekan ê girêdayî bajarê Diyanayê li Başûrê Kurdistanê bi xwişka xwe ya jê biçûktir Şukran Yildiztan (Sarya Reşo) re beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibin. Sarya Reşo di 8'ê Tebaxa 1999'an de li herêma Metînayê bi hevala xwe Medya re dikevin xefika hêzên PDK’ê ji bo bi saxî nekevin dest herdu bombeyên xwe di bedena xwe de diteqînin û jiyana xwe ji dest didin. Malbata Denîzê li ser bîr û baweriya Kurdîtiyê dijîn. Malbat ji ber li gundên ser sînor ên di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de dijiyan, gelek caran rastî êrîş û zilma dewletên li ser sînoran dihatin. Piştî ku tevgera Kurd bi pêş dikeve û fikrên Kurdîtiyê xwe di nava gelê Bakurê Kurdistanê de birêxistin dike, malbata Denîzê jî dest bi xebatên Kurdîtiyê dike. Di dema derbeya 12'ê Îlona 1980'yan de ji ber sedemên ku malbat welatparêz e û bi Tevgera Kurd re xebat dike, bavê Denîzê tê girtin û piştî demekê ji girtîgehê direve û li gundê xwe bi qaçaxî dijî. Her ku dem derbas dibe zextên li ser malbata Denîzê zêdetir dibin, ji ber sedemên Kurdîtiyê birayên Denîzê ji aliyê dewleta tirk ve tên girtin û li ser malê zext çêdibin û her roj bi awayekî rûtîn leşker bi ser gund de digrin û di malê de lêgerîn dikin. Êdî ji ber van sedeman jiyan ji bo wan tê astek wisa ku nikarin li gundê xwe bijîn.
Rêwîtiya koçberiyê û beşdarbûna Denîz û Saryayê
Ji ber zextên zêde di sala 1990'an de Denîz bi malbata xwe re koçî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê dibin. Li wir xwişka Denîz a mezin Ayfer bi nasnav Binevş Reşîd beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Piştî demek kurt mayîna wan li Makûyê dikeve xeterê û ji neçariyê vê carê jî malbat bajar duguherînin û diçin Urmiyeyê. Piştî demeke kurt mayîna wan a li bajarê Urmiyeyê jî dikeve xeterê ji neçarî vê carê jî malbat derbasî çiyayê Xakurkê nava şervanên Kurd dibin. Di sala 1991'ê de dewleta tirk tevgera xwe ya li ser herêma Xakurkê li Başurê Kurdistanê dide destpêkirin. Denîz bi malbata xwe re 15 rojan di nava şerê Xakurkê de dimînin. Piştî 15 rojan Denîz bi dayika xwe û xwîşk û birayê xwe yê biçûk re diçin gundê Sîdekanê, yê girêdayî bajarê Diyanayê ku dikeve binarên çiyayê Xakurkê. Piştî ku Denîz bi xwişka xwe Sarya re bi hinceta dîtina xwişka xwe Binevş Reşîd diçin çiyayê Xakurkê û di wê demê de şer derdikeve herdu li herêma Xakurkê dimînin. Di sala 1992'yan de şerê bi navê birakujiyê yê di navbera tevgera azadiyê û dewleta tirk, partiya PDK’e û YNK’ê derdikeve. Gelek jinên têkoşer ên ku Denîz û Sarya ji wan hez dikin jiyana xwe ji dest didin li wir Denîz û Sarya bi wan bandor dibin û biryara beşdarbûnê didin. Sarya û Denîzê her du di rojekê de beşdarî nava tevgera azadiyê bûn û di 8'ê Tebaxê salên cuda de gihîştin asta şehadetê. 
Denîz her di nava têkoşînê de bû
Denîz salên dirêj ji bo têkoşîna jinên Kurd û gelê xwe berxwedan û xebat dide meşandin. Piştî ku xebatên ragihandina azad bi pêş dikevin, Denîz bi dilxwaziyeke mezin di sala 2007'an de derbasî xebatên çapemeniya jinê dibe. Denîz ne tenê dibe rojnamevan ew di hemû aliyê jiyanê de xwedî kedeke bêhempa ye. Di çapemeniyê de hem xwe bi awayekî bi lez bi pêş dixe hem jî bi hevalên xwe yên çapemeniyê re dibe alîkar. Denîz demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan ku li qadên parastina medya tên çapkirin û ji bo radyoya dengê welat bernameya rojeva jinê çêdike. Di sala 2011'an de derbasî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û li wir ciyê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digre. Denîz bi azweriyeke mezin rojnamevaniya jinan dike. Her ciyê ku Denîz diçê li wê derê yan çavdêrî, yan wêne yan jî dîmenek balkêş digre ji bo wê li her derê jiyan bi wate û tije dibihure. Di sala 2013'an de di konferansa rojnamevanan de Denîz weke koordînator tê hilbijartin û li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê rojnamevanî dike. Li wargehê rojnameya Rojeva Welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk Tv re bernameyên taybet çêdike. Ji kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse, di heman demê de ji ajansa JINHA'yê re nûçegihanî dike û li gorî pêwîstiyê, nûçeyan ji ajansa Rojnews û ANF'ê re çêdike. Her wiha di dema şopandina şer de bi riya telefonê beşdarî MED nûçe, Stêrk Tv, Ronahî Tv, Çira Tv, Newroz Tv, IMC tv. û radyo ya Dengê Welat, dibe û di heman demê de nûçeyên lezgîn dide ajansa ANF’ ê. 
Denîz bû parêzvana welatê xwe
Di 8'ê Tebaxa 2014'an de di dema şopandina şerê di navbera çeteyên DAIŞ û şervanên tevgera azadiyê de, Denîz bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Malbat, rêheval, têkoşerên azadiyê, Rojnamevan û gel bi rengekî girseyî cenazeyê wê hildidin ser milên xwe û li Çiyayê Qendîlê merasîma wê çêdikin. Paşê jî bi karwanekî girseyî ji gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi hezaran rojnamevan û malbat, cenazeyê Denîz Firat li bajarê wê Wanê û bi taybet li gundê Xecê Xatûnê li ser milên rojnamevanên jin dispêrin axê. Piştî şehadeta rojnamevan Denîz 2 xwişkên wê Binevş Sarya û Bêrîtan Medûsa li ser şopa wê rojnamevaniyê dikin. Rojnamevan Binevş Sarya li şûna wê xebatên kovara Tanriça Zîlan, bernameya rojeva jinê ji bo radyoya Dengê Welat  dixebite. A niha jî di xebatên ajansa NUJINHA de cih digre.
Denîz di çend nivîsên xwe de wiha behsa serpêhatiyên gelan dike
Rojnamevan Denîz Firat der barê Zimanê zikmakî de di nivîsa xwe ya bi navê "Zimanê birîndar û boykot" de ziman wiha pênase kir: "Ziman, beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî li bedena xwe derkevin. Ziman, xweza, çand ez ji wan hemûyan re dibêjim beden. Ger hûn xwedî li bedena xwe dernekevin wê serî bi kêr tiştekî neyê, tu wateya wê tunebe."
Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de hewl dan fermana gelê Şengalê rakin, Denîz Firat bi sernavê "Di serdema me de ol dibin sedema kuştina mirovan" ev nivîs pêşkêş kir: "Di komkujiya Şengalê de bi sedan mirov hatin kuştin. Gelo van mirovan çi kiribûn ku bi vî rengî werin cezakirin ango zarokên çend mehî, dayik, keçên nû gihayî çima tên tewanbarkirin. Wêneyên ku hatibûn kişandin tenê şahidên vê rewşa hovane bûn. Weke yek ji wan ê ku ji vê kareseta Şengalê xilas bîbû digot “tenê dikarin wêneyên karesatê bikşînin”  
zarokên vî welatî çima wisa tên cezakirin. Ji ber ku Êzidî ne? Tenê sedem ev e. Ger em tenê vê wek sedem bidin nîşandan lewre em ê bikevin nava xeletiyên mezin. Rast e ol di serdema me de wek amûrên karên gemar tên bikaranîn lê sedema komkujiya Şengalê ne tenê ev e. Komkujiya Şengalê weke ku peyamek bû ji yekbûna gelê Kurd a di bin Rêbertiya Rêber Apo de tê meşandin."
Her wiha der barê zarokan de jî ev gotar nivîsîbû: "Dibêjin dilê her mirovekî/ê bi qasê kulma wê/î ye. Gelo ev dilê biçûk çawa dikare êşê ragire? Kî ji we dikare bêyî ku çavên xwe neniqûrçîne li çavên zarokê vî welatî binêre. Ew çavên reş ên tijî êş û hêvî… Ma guncav e ku çavek hem hêvî û êşê di heman bîbikan de veşêre. Çavên zarokên agir û rojê dikarin. Dikarin bibin vegotina şadî û hêviyan jî. Ji ber ew nobedarên hêviyê ne, heman demê ji bo vê hêviyê jî êşê dikşînin. Ew di awazên azadiyê de hem jan, hem jî janyar in. Dilbiçûkên azadîxwaz. Rojekê ew mezin bin wê ji xwe şerm nekin, ji ber ku bi wan destên xwe yên biçûk keviran davêjin hêvîkujan. Ji ber wê jî yê wisa nebêjin. “Daristan tune bibin/ dar winda bibe/ ma ez ê ji zarokên pişt xwe re çi bibêjim” “Dema dara dawî hat jêkirin, çemê herî dawî hat jehirkirin, masiya dewiyê hat kuştin; hûn ê bibînin ku pere jî nayê xwarin." 
Bi boneya 7'emîn salvegera şehadeta rojnamevan Denîz Firat herdu xwîşkên wê Bêrîtan Medûsa nûçegîhana Jin tv ya bajarê Qamişlo û Sarya Yildiztan der barê kesayet û têkoşîna şehîd Denîz di nava tevgera azadiyê de ji ajansa me re axivîn.
"Li ser şopa Denîzê ez tevlî xebatên çapemeniyê bûm"
Bêrîtan di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Denîz mîrasek li pry xwe hişt îro ew wî mîrasî didomîne û wiha pêde çû: "Ez pir li gel şehîd Denîz nemam, ji ber dema ew beşdarî nava tevgera azadiyê bû temenê min biçûk bû. Piştî ku Denîz derbasî çapemeniyê bû ez diçûm serdana wê, ruxmî ku temenê Denîz gihîştibû 34'an jî mirov hîs dikir ku taybetmendiyên zarokan di hundirê wê de hebûn. Paqij bû, xwedî li nirxan derdiket, xwîngerm bû. Di 2011'an de ez çûm serdana Denîz, wê demê dewleta tirk êrîşî gel dikir di encamê de zaroka biçûk bi navê Solîn hat kuştin, yekser Denîz ez hembêz dikirim ji bo ez netirsim û tişt bi min neyê. Di wê navbera ku balafir digeriyan û lê dida wê dest avêt kamareya xwe û dîmen digirtin. Ruxmî ku balafir bi keşif digeriyan jî lê wê bi îsrar dîmen dikişand, wê got çi dibe bila bibe ez ê dîmenê balafirê bigrim ku çawa topbaran dike. Bi coş û bênavber xebat dida meşandin, piştî ku Denîz gihîşt asta şehadetê bi rastî tu xeyalên min ku ez derbasî çapemeniyê bibim tunebû, min beşeke din dixwend û min dixwest ez di xwendina xwe de xwe bi pêş bixim lê di malbata me de tiştek wiha heye. Dema ku yek ji malbatê canê xwe feda bike yan jî jiyana xwe ji dest bide divê yên li dû mayî xebatên wan berdewam bikin. Dema ku Binefş jî ji aliyê PDK'ê ve hat kuştin xwîşka me ya biçûk çeka wê hilda."
"Denîz bi fedakarî xebatên çapemeniyê dida meşandin"
Bêrîtan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şehadeta Denîz bandor li ser wan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne tenê ez beşdarî xebatên çapemeniyê bûm, xwîşka min Binefş jî heman xebatê da meşandin. Denîz bi rihekî germ bênavber bi awayekî fedakar xebatên xwe dida meşandin, îro em jî  xebatên wê didomînin da ku em xeyalên Denîzê pêk bînin. Di şerê ku li Mexmûrê dest pê kir di 2014'an de bi heman rihî xebatên xwe domand. Armanca wê ew bû ku rastiya hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê ji raya giştî re raghîne ku li Şengalê çi diqewime, hevkariya DAIŞ û dewleta tirk bi hev re bide xuyakirin. Denîz bi awayekî aktîf xebat dikir, zarokatiya xwe her di nava têkoşînê de bû. Jixwe zarokên Kurdan li beramberî dijmin her di nav berxwedan û têkoşînê de ne, ev ji bo me serbilindiyek e. Her çiqas jiyana me bi zor û zehmetiyan derbas bibe jî em bi şans in ku xwîşkeke me wek Denîz hebû, bandora wê li zarokên malê jî kir. Ger di jiyana mirovan de armanc tunebe tu wateya wê tune ye, ji bo vê Denîz xeta têkoşînê ji xwe re hilbijartibû. Ev mîrasê ku wan ji me re hiştine em heya dawiyê xebat bikin da ku em serkeftinê bi dest bixin."
"Denîz ez teşwîqî nivîsê kirim"
Sarya jî wiha di nava axaftinên xwe de behsa şehîd Denîz dike: "Demeke dirêj ez bi şehîd Denîz re nemame lê dema ku çûyin û hatinên wê li malê  hebûn min pêş dixist. Yekem car Denîz min fêrî elfebeya Kurdî kir. Her wiha min bi Denîz re dest bi nivîsê kir û navê lênûsa min jî çol bû. Min ji nivîsandinê hez nedikir lê bi hewldana Denîz re min ji nivîsandinê hez kir. Denîz di nava lênûsa min de nivîsek nivîsandibû û ez tu car ji bîr nakim. Wiha digot "Cihê ku dawî lê hebe, destpêkek nû jî heye" piştî vê gotinê min jî bi Denîzê re destpêkeke nû kir. Heta roja îro jî ez dinivîsînim, heya ku ez gihîştim asta zanîngehê û min bi saya wê beşa wêjeya Kurdî hilbijart. Denîz her dem digot divê mirov di nava lêgerîna heqîqetê de be."
"Denîz evîndara jiyanê bû"
Sarya bi van gotinên xwe dawî li axaftina xwe anî: "Rojekê min serdana Denîz kir ew di nava xebatê de bû, ruxmî ku xebatên wan di wê rojê de gelek bû lê dîsa jî Denîz dema wê xwendina pirtûkan hebû, wê ji pirtûka Mehmed Uzun ya hawara Dîcleyê hez dikir, li rex xebatên xwe pirtûk jî dixwendin, min jê pirsî û got tuyê vê pirtûkê heya kengî xilas bikî, wê bersiva min da û got min beriya niha ev pirtûk xwendiye lê ev dubere ye. Ji min re got divê tu jî dema xwe ya xwendinê veqetînî û pirtûkan bixwînî. Min ew gotinên wê di milê pratîk de pêk anî. Denîz ne tenê xwîşk bû heval bû jî gelek caran bi min re dibû alîkar, Denîz gelekî jîr bû, her kes dema ku behsa Denîz dike, dibêje ku Denîz di xebatên xwe de jêhatî bû, ji xwendin û nivîsandinê hez dikir û hevalên xwe teşwîqî xwendinê dikir. Ev çend salên ku ez dinivîsinim ez Denîzê jî dinivîsinîm, bi helbestek an jî dariştin be her tim ew di nava hestên min de cih digre. Ez ê her tim di henaseya xwe de binivîsim, ez ê behsa porê wê yê henekirî bikim. Dema ez rûpelên wê lênûsê vedikim Denîz tê bîra min."