Portreya Rojê: Dengê Banû yê resen hê jî li Xorasanê zindî ye

Banû Şîrwanî bi dengê xwe yê zelal û resen di dilan de ciheke taybet girtiye. Hê jî stranên wê li Xorasanê wekî pîvana hunerê tê zanîn.

Navenda Nûçeyan - Mahbanû Ebasî ku bi navê Banû Şîrwanî tê nasîn sala 1308’an, li gorî mîladî 1929’an li gundê Welîabadê yê Qûçana Xorasanê di nava malbatek feqîr de hatiye dinê. Hê zarok bûye dayika wê jiyana xwe ji dest dide, bavê Banû wê xwedî dike. Bavê wê jî ji hunermend û dengbêjên navdar ên serdema xwe bûye. Banû ji bavê xwe hînî dengbêjiyê dibe û di sala 1348´an de di radyoya kurdî ya Meşhedê de dest bi strangotinê dike. Di demeke kin de cihê xwe di nav hunermendên pêşeng ên Xorasanê de digire. Di radyoyê de bi kurdî, farsî û azerî stran gotiye; piraniya stranên wê bi zimanê dayikê bûne.
Sê sed stranên kurdî gotiye
Banû bi xwe gelek stran çêkirine û gotine, bi cesaretek mezin nêzî karê hunerî bûye. Bi taybetî di demeke ku li herêma wan serweriya mêr li pêş bû, wê bi wêrektî derketina pêş a jinê bê tirsa ji pergala serdest a mêr nîşanî hemû jinan da ka çawa bi deng û rengê xwe di karên hunerî de cih bigirin. Banû di karên xwe yên hunerî de pêşketinek mezin çêkiriye û nêzî sê sed stranên kurdî gotine; ev stran hemû jî di radyoya Meşhedê de hatine tomarkirin.
Lorînên xemgîniyê
Şêwaza stranên wê wiha ye; Ellahmezar, ev cure stran in ku piştî şer, talan û kuştina ezîzên ku li ser gorên wan tê xwendin. Wek strana way çi rozigar e. Li gorî tê gotin Banû ev şêweyê stranê bi awayeke geleke zelal û melûl dixwend. Wê di straneke xwe de qala ciwanek ji kurdên Xorasanê kiriye ku dîl ketiye destên tirkmenan. Stran bi awayeke dilşewat û xemgîn hatiye lorandin.
Keça çar burcê
Du qerse; piştî komkujiyê mirî li cihekê kom dikirin û li dora cenazeyan digeriyan, mijûlê duayan dibûn. Jixwe ev yek destpêka reqs û ahenga du reqsê bû. Enarekî jî girêdayî êrîşên biyaniyan û bûyerên rû didan in. Herayî; herayî hawara çiyayî ye! Her wiha nîşana jiyana pir bûyer û awarebûna gelê kurd e. Bi kinahî gelek ji van muzîkên ku li bakurê Xorasanê demekê ji bo şîn û taziyeyê dihatin gotin, piştî derbasbûna gelek salan, hêdî hêdî guherîne û bi awayên cuda hatine gotin. Cureya stranên evînî yek ji cureyên stranan e ku herî zêde di nav gelê Xorasanê de tê gotin û guhdarîkirin. 
Weke stranbêjên mezin Eyşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Meryem Xan û Gulbihar bi dengê xwe yê zelal û resen di dilê hemû kurdan de cihekî taybet girtiye. Banû hunermendeke bêhempa bû ku dengê wê yê zelal her tim weke mînaka dengekî îdeal hatiye binavkirin. Dema ku welatiyên Xorasanê dengê Banûyê ji radyoya kurmancî ya Meşhedê dibihîstin, dil û canê wan ji nû ve zîndî dibû. Ji welatiyên Xoresanê re dengê Banû yê wekî lorîka dayikan xweş û şîrîn dihat.
Serboriya jiyana Banû
Lêkolîner Kelîmullahê Tevehudî ku dîroka kurdên Xorasanê nivîsandiye, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hezar û yek şeva kurmanc’ de ji devê Banû Şîrwanî jiyana wê wisa rave kiriye: “Ez 20 salî bûm ku bi Elî Ekber Qehremanlo re zewicîm. Piştî du salan Elî Ekber nexweşiya zerikê girt û wefat kir. Ez bi lawê me yê du mehî re bi tenê hiştim. Piştî salekê min çend pez û dewarên xwe firotin û ji gund derketim. Êdî min nedikarî li gund stranan bibêjim. Gundiyan digot, ´hîn salek di ser mirina hevjînê wê re derbas nebûye, dîsa stranan dibêje.´ Ez ji Welîabadê derketim çûm cem tiyê xwe û nasên wî ku li çiyayên Qoçanê diman. Bi wî awayî min hem xwest kul û xemên xwe ji bîr bikim; hem jî çend pezan bikirim, xwe pê mijûl bikim, jiyana xwe û lawê xwe pê derbas bikim. Lê, li wir jî xizmên min alîkariya min nekirin û pereyê ku min ji bo pezkirînê bi xwe re anîbû xerc kirin.
Piştî demekê ez neçar mam wê derê bihêlim; şeveke tarî bi solên qetiyayî min ew der terikand û ketim rê. Min lawê xwe li pişta xwe girê da û berê xwe da Qoçanê. Li Qoçanê ez çûm karwanserayekê û min odeyek kirê kir. Paşê ez ji bo peydakirina kar derketim nava bajêr. Lawê min, wan rojan nexweş ketibû. Çûm cem hekîmek ku ji lawê xwe re çareyekê bibînim. Hekîm ji berê de ez nas dikirim, bi dilovanî ez pêşwazî kirim û birim mala xwe. Ez li mala wî dixebitîm. Piştre wî mala xwe bir Meşhedê û ez jî bi malbata wî re çûm. Li Meşhedê kurê min jî mezin bû, her diçû ji min re zehmetî çêdikirin; ji şerman min xatirê xwe ji wan xwest û ji mala hekîm jî terikand. Wê çaxê jinên kurd ji ber cilûbergên xwe li bajaran bi hêsanî dihatin nasîn. Ez li derdora herêma Îmam Riza digeriyam; aware û bê kes mabûm. Ez wisa tî û birçî li kolanan digeriyam, ji nişka ve jinek ber bi min ve hat. Paşê min nas kir ku ew Îzet Meqdem e. Îzet Xanimê ez bi xwe re birim mala xwe. Hevserê wê berpirsê Rêveberiya Perwerdeyê bû. Wan ez birim cihê Darulterbiyeyê. Li wê derê baxçeyê zarokan hebû, qeyda lawê min li wê çêkirin û ez jî li mala wan dixebitîm.”
Salên radyoyê
Banû rojên xwe yên li radyoyê wiha vegotiye: “Min ji radyoyê her şev bernameya kurmancî guhdarî dikir. Dengê kurdi yê ji radyoyê rojên xweş danî bîra min û ez xemgîn dibûm. Difikirîm ka gelo ez ê çawa xwe bigihînim radyoyê. Rojekê çûm bazarê, min berê xwe da stasyona radyoyê. Ez gihîştim ber stasyonê, dergevanê ber deriyê îdareya radyoyê ez sekinandim û got; ´Tu li vir çi dikî´? Min jî ew bersivand û jê re got ku dixwazim stranan bibêjim. Ez birim cem karmendekî radyoyê yê bi navê Emîr Mucahid. 
Ez yekem jin bûm ku ji bo dengqeydkirinê çûbûm wê radyoyê. Ez kurd bûm û min farsî jî nedizanî. Wan ez birim odeya deng û gotin ji bo testkirinê xwe amade bike. Min li odeya tomarkirina dengan defek dît û min ew hilanî. Bi îşareta Mucahid min li defê xist û dest bi strana xwe kir. Dema ku stran xilas bû kêfa wan pir hat. Min got hûn ji dengê min razî ne, ka tomar bikin. Wan got ku jixwe tomar kirine û dengê min wê şevê bê belav kirin û ez dikarim di radyoyê de guhdarî bikim. Mucahid got: ‘Te bi dengê xwe kurd û xorasanî serbilind kirin.’ Min karê xwe li radyoyê domand û bi sedan stranên resen ên kurdî ji nû ve xwandin û îcra kirin…”
Li Îranê qedexekirina degbêjiya jinan
Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê muzîk ji bo jinan hat qedexekirin, Banû jî mecbûr dimîne karê xwe bi cih bihêle. Çendîn salan haya tu kesî ji wê çênabe. Banû bi dengê xwe yê zelal û resen di dilê hemû kurdan de cihekî taybet daye avakirin. Di sala 2003’an li Meşhedê jiyana xwe ji dest da, li pey xwe gelek stran û awaz weke mîrasek giranbiha hiştiye. Awazên Banû yên herî naskirî; leylan, Keça çar burcê, yar me nezanîbû, kes me naxwaze, yarê, ez îro êsîr im û strana yaro yaro ye.
‘Dengê jinekê ez ber bi bakurê Îranê ve birim’
Hunermend Sîma Bîna ku li ser muzîka hemû deverên Îranê dixebite, gelek stranên Banû Şîrwanî bi xwe xwendiye. Sîma li ser folklora Îranê û muzîka neteweyên Îranê bi salan xebitiye. Ew dibêje: “Dengê jinekê ez ber bi muzîka bakurê Xorasanê ve birim. Ew deng dengê Banû Şîrwanî yê pir xwezayî bû…”