Portreya Roje: Dengbêja qedîm a radyoya Erîvanê Enzîva Reşîd

Enzîva Reşîd di radyoya Êrîvanê de 27 sala pêşkêşvanî kiriye. Dengê wê yê nas li ser radoyê xwe digihand hemû dîdaran.

Navenda Nûçeyan - 18'ê Gulana sala 1926'an li gundê Çamûşvanê yê Ermenîstanê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî li Elegazê qedandiye. Di sala 1955'an de Radyoya Êrîvanê hatiye vekirin, di hema salê de Enzîva Reşîd û hevjînê xwe Xelîlê Çaçan di radyo yê de dest bi xebatê dikin. Eznîv di demek kin de li ser pêwîstiyan di radyoyê de dest bi pêşkêşvaniyê dike û heya sala 1982'an de karê xwe dewam dike. Radyoya Êrîvanê ji sala 1955'an heya sala 1957'an weşana xwe wekî ceribandin dikir. Ji sala 1957'an û şûnde hevjînê Enzîvê Xelî Çaçan dibe rêveberê Radyo yê beşa kurdî.

Enzîva Reşîd di 16'e Îlona 2000'an li Êrîvanê jiyana xwe ji dest da.