Portreya Rojê: Clarissa Harlowe Barton

Clarissa hemşîreyek pêşeng bû ku Xaça Sor a Amerîkî avakiriye. Di Şerê Navxweyî yê Amerîkî de ew hemşîra nexweşxanê bû. Her wiha ew mamoste bû. Ew di demekê de ku hindik jin li derveyî malê dixebitîn bi xebata xwe ya mirovahî dihat nas kirin.

 
Nevenda Nûçeyan - Di 25 Kanûna 1821'an de Clarissa Harlowe Barton li Okisford li Emrîkayê ji dayik bû ye. Li Weqfa Lîberal Clinton perwerde dît (wê demê ew li Cilinton, New York bû). Clarissa dibistaneke belaş li Bordentown damazrand. Dema ku ew dibisatan vekir tenê şeş xwendekar lê hebûn, lê dema wê dibistan terikand 600 xwendekar lê hebûn. Tenduristiya wê ya xirab wê neçar kir ku dest ji pîşeya momostetiyê berde, ya ku ji 16'e saliya xwe de dest pê kirbû. Di navbera 1854 û 1857'an de nivîskarek di ofîsa lîsansê de li Waşontinê bû.
Di şerê navxweyî de, Clarissa  gelek alîkarî li leşkerên birîndar belav kir. Her wiha ber bi dawiya şer, ofîsek tomaran saz kir da ku alîkariyê di lêgerîn û şopandina leşkerên winda bike. Di vê xebata ku 4 salan berdewam kir, wê 12'e hezar leşker li Goristana Neteweyî ya Andersonvîl keşfkir û dît. Di navbera 1866 û 1867'an de li ser serpêhatiyên xwe yên şer, ders dida.
Di sala 1869'an de çû Swîsrayê da ku xwe îlac bike. Dema gihişt Cenevrê, endamên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, ku hêvî dikirin ku alîkariyê di karê komeleya wan de bike, wê ziyaret kirin.
Clarissa di gel endamên komeleyê çûn deverên şer
Dewletên Yekbûyî red kir ku Clarissa bibe endama Peyamana Cenevreyê ya ku Xaça Sor li ser hate damezirandin. Lê dema ku şerê Franco-Prussian dest pê kir, Clarissa di gel endamên komeleyê çûn deverên şer û alîkariya wan kir ku nexweşxaneyên xwe yên leşkerî bi rêxistin bikin. Wekî xelata ji bo karûbarên wê, Ombiratorî Elmanî ji bo karûbarên wê, ew bi medaliya Xaçê Hesin xelat kir.
Ew di sala 1873'an de vegeriya Dewletên Yekbûyî, li wir wê yekser dest bi hewildanên damezrandina şaxê Amerîkî yê Xaça Sor kir û da ku welatê xwe bixe nav Peymana Cenevreyê û hewldanên wê di navbera 1881 û 1882'an de berdêl dan. Ew seroka yekemîn ya Xaça Sor a Amerîkî bû. Di konfransa Cenevreyê ya di sala 1884'an de nûnertiya Dewletên Yekbûyî kir.
“Ne tenê di demên şer de alîkarî werin belav kirin”
Her wiha wê guhertina Amerîkî li ser destûra Xaça Sor nivîsand, ku tê de dibêje pêdivî ye ku komele ne tenê di demên şer de alîkariyê belav bike, di demên karestan de jî weke lehî, birçîbûn, erdhej û tofan, alîkariyê belav bike. 
Bi vê guhertinê re, kampanyayên alîkariyê rêxistin kirin ji bo kesên ku bi taya zer ketine li Florida di sala 1887'an, ji bo lehiya Jonestown li Pennsylvania ya sala 1889'an, ji bo birçîbûna li Rûsyayê ya sala 1889'an, ji bo tofana li Karolina ya sala 1893'an, ji bo komkujiya Ermenistanê ya sala 1896'an, ji bo şerê İspanî-Amrîkî li Kubayê yê sala 1898'an de û gelek karesetên din.
Bi nexweşiya silê wefat kri
Dema ku ji Xaça Sor teqawit bû, bû seroka Komîsyona Arîkariya Yekemîn a Neteweyî ya DYA. Di 12'ê Nîsna 1912'an de bi nexweşiya silê li Glîn Îko wefat kir. 
Hin ji pirtûkên wê El-Tarîx El-Resmî Llselîb El-Ehmer(Dîroka Fermî ya Xaça Sor), El-Selîb El-Ehmer fî El-Selalm û El-Herb(Xaça Sor di Aştî û Şer de), Qiset El-Selîb El-Ehmer(Çîroka Xaça Sor) û Qiset Tifûletî(Çîroka Zaroktiya min).