Piştî Sara Rojbîn û Ronahî: Bi milyonan jin bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' dimeşin

Di ser qetilkirina pêşengên tevgera azadiya jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez de 11 sal derbas bûn. Doz ji aliyê dewletan ve hat girtin lê li dû wan têkoşîna bi dirûşma jin jiyan azadî ya bi milyonan ma.

 SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê di Boruya Enformasyona Kurdistanê de hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê de 11 sal derbas bûn lê heta niha berpirsyar nehatine darizandin. Gelê Kurd 11 sal in dixwaze komkujî were eşkerekirin û berpirsyar werin darizandin.

Hat diyarkirin ku bi komkujiya Parîsê xwestine pêşiya ‘pêvajoya çareseriyê’ ku wê demê li Tirkiyeyê hebû were birîn. Tevî ku çend sal di ser re derbas bûn jî gelek pirsên têkildarî komkujiyê hê jî bê bersiv in. Omer Guneyê ku komkujiyê kir, tevî têkiliya wî ya bi MÎT’a tirk re derket holê û belgeyên ku gelek caran pere danê eşkere bûn jî; li dewleta tirk û saziyên wê tu lêpirsîn nehat vekirin. Bi vê qetliamê îsbat bû ku di girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an û anîna wê ya Tirkiyeyê de hêzên navdewetî hene.

Kesên ku bi tenê di dosyayê de girtî bû bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da

Ji ber qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tenê kesek hat girtin ew jî Omer Guney bû. Omer Guney, li nexweşxaneya Parîs Pitie-Salpetriereyê jiyana xwe ji dest da. Omer Guneyê ku dosyaya wî ya lêpirsînê temam bûbû bi sûcê “cînayeta bi rêxistinkirî” dê derketa pêşberî dadgehê. Omer Guney ê 34 salî ku ji ber ûr di serê wî de hebû, her dem daxwaza tehliyeyê dikir, ji destpêkê ve sûcê xwe înkar kiribû. Piştî mirina bi guman a Omer Guney jî doz hat girtin.

Komkujî nehat eşkerekirin

Fransayê ji bo vê qetliama ku li ser axa wê çêbûbû ronî bike tiştekî nekir. Belgeyên heyî bi gotinên “Sirên dewletê” hatin parastin, nehatin eşkerekirin. Herî dawî di rapora dadgerên lêpirsînê de îdiayên; “Guney endamê MÎT’ê ye û pê ve girêdayî vê cînayetê kiriye” û têkiliya wî ya bi Enqereyê re bi nivîsên bi peyam diyar bûbû. Di encama hewldanên malbat û parêzeran de di Nîsana 2017'an de têkildarî rola MÎT’ê ya di bûyerê de lêpirsînek hat destpêkirin. Di Adara Mart 2018’an de ji bo der barê “kesên fermana cînayetê dane û hevkarên sûc” de lêpirsîn were vekirin de serlêdan hatibû kirin. Ji bo ji nû ve lêpirsîn were vekirin, dadgerek antî-terorê hatibû peywirdarkirin.

‘Yan me ya Sakîneyê qetil kirine’

Qetliamê, piştî hevdîtinên ji bo pêvajoya çareseriyê û beriya Newroza 2013’an ku dê deklerasyon bihata eşkerekirin pêk hat. Vê yekê jî nîşan dida ku hêzên navdewletî yên dixwestin vê pêvajoyê asteng bikin di nav de hene. Di 3’yê Çileya 2013’an de siyasetmedar Ayla Akat Ata û Ahmet Turk li girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û çend roj piştî vê qetliam çêbûbû, vê jî îsbat kiribû ku di neçareseriyê de îsrar heye. Têkildarî vê bûyerê Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kiribû.   

Di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’an de Abdullah Ocalan bal kişandibû ser “Gladioya nû” û gotibû: “Bûyera Sakîneyê min xist nava fikarên mezin. Sakîneyê li Ewropayê nûnertiya aştiyê dikir. Qetliam hê jî zelal nebûye. An me kuştine yan jî Sakîneyê. Bûyereke gelek tarî ye. Derbe hê jî didome.”

Abdullah Ocalan li êrîşên ku berê çêbûbûn jî kiribû û wiha domandibû: 

“Hûn jî di têkiliyê de ne. Eynî weke Sakîneyê. Heta ku hûn parastina xwe têkûz nekin neçin tu derê. Neçin cihên ku îhtîmal hebe carek li we bidin lê hûn nikaribûn deh caran li wan bidin. Baweriya xwe bi dewletê neynin. Hûn dizanin du caran li Ahmet Turk dan; carek li Samsunê, carek jî li Îzmîrê. Tişta ku anîn serê Sakîneyê dikarin bînin serê me hemûyan. Mekanîka hikumeta Tayyîp wiha ye: Bi qasî ku li tevgera Kurd bide destûr didinê; ji aliyê saziya wesayetê û hinek hêzan ve cih jê re tê vekirin. Serokwezîr vê mekanîkê bi awayê zekî teşxîs kiriye û baş bi kar tîne. Perçeyek ji komployê nîn e. Ew bi xwe ye, ez nabêjin serokwezîr perçeyek ji komployê ye lê vê rebazê weke amûra desthilatdariyê dibîne, bi lêdana PKK’ê cihê xwe saxlem dike.”

‘Hinceta şer bû’

Abdullah Ocalan di hevdîtinan de têkildarî peyama ku dixwazin bidin wiha gotibû; “Peyam ev e: PKK wiha tê helkirin! Derbeya 9’ê Çileyê, derbeya bidawîkirina pêvajoyê ye. Qetliamên weke Madimak, Başbaglar û yên bi wî rengî, encama perspetîfên CIA’yê ne, polîtîkaya gurkirina şer e.” Abdullah Ocalan di hevdîtinên wê demê de li ser qetliama Parîsê gotibû: “Pir plankirî hat kirin. Ev ji bo min dikaribû bibûya hinceta şer. Sûîqesta li dijî Sakîneyê ji bo me ji sûqîsta li dijî welîehtê Avusturyayê di dema şerê cîhanê yê yekemîn de hat kirin, girantir e. Ji derveyî min tu kes nikaribû di wan mercan de xwe ji wî şerî biparêze. Ji ber ku min van hemûyan dîtibû, tevî ku giran bû jî min xebata xwe ya li vê derê domand. Di navbera nêrînên qels ên hevalên min de, dema ku MÎT di bin gumanê de bû min van hevdîtinan kir. Dibe ku ji niha û pê ve jî êrîşên bi vî rengê çêbibin. A girîng ew e ku mirov rêbaza vê xebatê rast dayne û bikaribe bi awayê cidî nêz bibe.”

Jidayikbûna xwe weke siûd dît

Sakîne Cansiz, bi enerjiya xwe ya bêdawî, bi aqilê xwe yê têkoşer hat nasîn. Sakîne Cansiz li gundê Textê Xelîl ê girêdayî Dêrsimê di sala 1958’an de hatibû cîhanê. Roja jidayikbûna xwe weke siûd dît û li ser hatina xwe ya cîhanê hestên xwe wiha gotibû: “Dema ku ez hatine cîhanê bavê min leşker bûye. Di meha Sibatê de dema ku bi destûr hatiye malê min qeydê nifûsê kiriye! Ji ber wê rojbûna min di nasnameyê de 12’ê Sibata 1958’an e. Gelo di dema zemheriyê de dema mirov were cîhanê siûdek cuda ye? Herî baş ew e ez ji vê yekê ji siûdê bawer bikim. Di sala nû, di nava zivistanê de li erdnîgariyeke ku berfa wê zêde ye de hatina cîhanê li gorî min siûdek e.”

Di demek kin de bû kesayetek têkoşer

Sakîne Cansiz a ku malbata wê ji bo xwendinê wê dişînin Almanyayê, ji dûrketina axa xwe tehemul nake û di çalakiyek ku peyva Kurdistanê dibihîse û bi bandor dibe de vedigere welatê xwe. Sakîne Cansiz ku kesayetek pir dixwîne, lîkolîn dike, bi demê re dikeve nava têkoşînê.

Dema ku bi kur apê xwe yê ku şoreşger e re dizewice diçe Îzmîrê. Hem ji bo debara xwe bike û hem jî kare rêxistinî bike di febrîqeyan de dixebite. Di demeke kin de jinên li febrîqayê bi rêxistin dike. Di çalakiyek de ji ber pankarta ku bi nivîsa “Ji Kurdan re Azadî” daliqandibû tê girtin. Di girtigeha Îzmîrê de dimîne. Piştî ku ji girtigehê derdikeve dîsa berê xwe dide Kurdistanê. Li Çewlig û Xarpetê xebatê dimeşîne. Yek ji du jinên ku beşdarî yekemîn Kongreya avakirina PKK’ê dibe ew bû. Sakîne Cansiz di tekoşîna zadiya jinan de bû kesayetek pêşeng. Tu carî li hember îşkenceyan serî netewand. Sakîne Cansiz a ku jinên piştî darbeya 1980 ​​hatin girtin bi rêxistin kir û cesaret da wan ji Xarpêtê sirgûnî Girtîgeha Meletiyê hat kirin. Bi planekî ji girtîgeha Meletiyê direve lê wê digirtin û dişînin Girtîgeha Amedê. Di zindanê de bi berxwedan û sekna xwe di bîra me hemûyan de ma.

Rê çiyayan nîşan didin

Piştî ku ji girtîgehê derdikeve, rêziknameya YKD'ê ku yekemîn rêxistina jinan a Stenbolê ye, dinivîsîne û di nava damezrînerên wê de cih digre. Bi rewşenbîr û hunermendên Kurd re  Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dadimezirîne. Di Kovara Ozgur Halk û xebatên weşana rojnameya Ozgur Ulke de cih girt. Piştre rê çiyayan nîşanî wê didin. Piştî "Konferansa Zindanê" û perwerdeya li Bekayê, rêwîtiya çiya ya Sakîne Cansiz dest pê dike. Sakîne Cansiz a ku bi salan li çiyayan ma di sala 1998’an neçar ma ji Rojhilata Navîn derkeve biçe Ewropayê dibe û salên dirêj li wê derê xebatan dide meşandin.

Ji axa xwe hat qutkirin

Fîdan Dogan a ku wek “Nûnera lêgerîna heqîqetê” tê pênasekirin di 17’ê Çileya 1982’an de li gundê Xançiplak ê Elbistana Mereşê tê dinyayê. Fîdan Dogan a duyemîn zaroka malbatek e ji 4 zarokan pêk tê ye, dema 7 salî bû, dê û bavê wê ji ber zextên siyasî neçar man koçî Fransayê bikin. Fîdan Dogan bi xwişk û birayên xwe re li gel dapîra xwe dijî. Dema dibe 9 salî ew jî bi xwişk û birayên xwe re neçar dimîne ji axa xwe derkeve. Koçî Fransayê dibe, diçe cem malbata xwe. Xwendina xwe ya dibistana amadeyî li bajarê Strasbourg ê Fransayê diqedîne. Di bîranînên xwe de dibêje ku bi salan şûnde li gundê ku bi xwişk birayên xwe re çûye, ciwanan di axura maleke ji axê de anîne cem hev, civînê li dar xistiye û wan bi rêxistin kirine

Xala werçerxa jiyana wê

Di jiyana Fîdan Dogan de, xala werçerxê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komploya 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeyê bû. Ji vê dîrokê şûn ve di tekoşîna azadiya Kurd de bi çalakî cih girt. Fîdan Dogan bi ken û mutewazîbûna xwe di hişê her kesî de cihê xwe girtibû. Fîdan Dogan, ku li Diyasporayê xebatên ciwanan da meşandin, bi navê "Rojbîn" hat zanîn. Di sala 2002’an de li ser navê tevgera jinan nûnertiya Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) kir. Li Ewropayê xebatên dîplomatîk meşand û bi gelek siyasetmedarên payebilind re hevdîtin kir. Di sala 2007’an de bû berdevka çalakiya greva birçîbûnê ya ku 39 rojan berdewam kir ku ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) xwest li dijî jehrîkirina Abdullah Ocalan heyetekê bişîne Girava Îmraliyê. Di sala 2011’an de, ew ji berpirsiyariya nivîsgeha agahdariya Kurdistanê re li Parîsê ku ew gelek salan xebitî hat wezîfedarkirin. Heta roja ku hat qetilkirin bênavber karê xwe domand.

‘Keça min heqê navê xwe da’

Leyla Şaylemez di nav jinên ku li Parîsê hat qetilkirin de ya herî ciwan bû. Di şexsê wê de jin helbet ciwan jî hatin armancgirtin. Di 1’ê Çileya 1988’an de li Mersînê hat dinyayê. Navê wê li ser navê Leyla Qasim ku yek ji pêşengên têkoşîna jinên Kurd e hat danîn. Bavê wê piştî qetlîamê  axivî got: “Keça min heqê navê xwe da” Leyla Şaylemez bi daxwaza xwe navê “Ronahî” girt. Malbata Leyla Şaylemez ji ber zext û zordariya dewletê neçar ma ji navçeya Licêya Amedê koçî Mêrsînê bike. Gava ku Leyla Şaylemez 2 salî bû, bavê wê Cumalî Şaylemez ji ber zext û zordestiya dewletê koçberî Elmanyayê bû. Leyla Şaylemez di sala 1994’an de bi 5 xwişk û birayên xwe re çû Elmanyayê. Piştî du salan, diya xwe û du xwişk û birayên xwe bi xwe re birin Almanyayê.

 Şopên ronî hişt li pey xwe

Leyla Şaylemez û malbata wê ku di sala 1994'an de li bajarê Halle yê eyaleta Sachsen-Anhalt a Elmanyayê bi cih bûn, bi salan di nava şert û mercên zehmet de jiyan. Leyla Şaylemez a bi kesayeta xwe ya serhişk tê naskirin, piştî 9 salan perwerdeya xwe amade kir ku bikeve zanîngehê û di vê demê de dest bi nasîna tevgera Kurd kir. Bi awayekî aktîf di xebatan de cih girt. Di gelek welatên Ewropayê de xebatên ciwanan meşand. Di sala 2010'an de tevli PKK'ê bû lê piştî 2 salan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vegeriya Ewropayê û li cihê ku lê mabû berdewam kir. Leyla Şaylemez ku hesreta wê ya herî mezin dîtina Amedê û beşdarbûna Newroza Amedê bû, di jiyana xwe ya kurt de şopên ronî hişt.