Pirtûkek ku Şoreşa Jinên Rojava bi rêya şahidiyan vedibêje: ‘Rewşa Rojava ya Şoreşê’
“Rewşa Rojava ya Şoreşê” ne tenê çîrokeke şoreşê ye; di heman demê de rûyê şoreşê yê jinan, hêza jinan a veguherînê, rolên wan ên diyarker di guherîna civakî de nîşan dide.
Navenda Nûçeyan- Berhema rojnameger Arzu Demîr “Rewşa Şoraşê Rojava ya Şoreşê” ku balê dikşîne ser têkoşîna azadiya jinan a li Rojhilata Navîn û veguherînên civakî bi gotinên şahidan tiştên qewimîne vedibêje. Pirtûk şoreşê ne bi gotinên teorîk, bi vegotinên mirovên ku bi xwe şoreşê ava kirine digre dest. Di berhemê de behsa aboriya ku beriya şer pir bi sînor bûye, di dema şer de jî hilweşiyaye tê kirin û diyarkirin ku çawa bi keda kolektîf ji nû ve hatiye avakirin. Avakirina komunan, ji nû ve birêxistinbûna pergala civakî û pêvajoya civakîbûyîna hiqûqê bi tecrubeyên li qadê tê vegotin.
Di navenda pirtûkê de jin hene. Jinên ku weke aktorên sereke yên veguherîna civakî ya li Rojava derketine pêş, guherîna ku çêbûye, hem ji aliyê sosyolojîk hem jî erdnîgarî ve tê destgirtin. Zoriyên ku jinan di dema têkoşînê de kişandine û awayên derbaskirina van zoriyan, bi şahidiyan yek bi yek tên vegotin.
Arzu Demîr, cihê jinan ê di têkoşînê de bi van gotinan vedibêje: “Mêr nexwazin jî neçar man bipejirînin. Hewldana jinan pir zêde bû. Dema ku hatim di salên destpêkê de jî dema ku mêran dixwest jinan di plana paş de bihêlin, me dixwest em di refên pêş de cihê xwe bigrin. Em her dem neçar bûn xwe îsbat bikin.” Van gotinan, zoriyên ku jinan di têkoşîna azadiyê de kişandine nîşan dide.
Di pirtûkê de her wiha, bal hatiye kişandin ku rola tecrubeyên berxwedanê yên bi pêşengiya jinan çêbûne, di avakirina pergala civakê de roleke çawa lîstiye. Li ser vê esasê, hebûna YPJ’ê ji aliyê Sûriyeya niha û li Rojhilata Navîn ji aliyê cihgirtina jinan a di qada civakî de gelek girîng e, hemû jinan digre nava xwe.
“Rewşa Rojava ya Şoreşê”, tenê ne çîrokeke şoreşê ye; di heman demê de rûyê şoreşê ê jinan, hêza jinan a veguherînê rolên wan ên diyarker di guehrîna civakî de diteyîsîne û ji vî aliyê ve berhemeke girîng e.