Pirtûka Rojê: Virginia Wolf – Odeyek Ji Bo Xwe

“...Di tevahiya sedsalan de jin erkê bûyîna eynikekî ku dû qat ji ya mêr mezintir e bi cih anî, ev eynikekê efsûnî bû û hêzekê wê ya pir mezin a pêhisandinê hebû...”

Navenda Nûçeyan - Odeyek Ji Bo Xwe meqaleyek Virginia Woolf e ku yekemîn car di Îlona 1929’an de hatiye weşandin û piştre hatiye berfirehkirin. Pirtûk xwe dispêre dû waneyên ku Virginiya Wolf li Collega Girtin a kolejên jin ên zaningehên Newnham College û Cambridge College.

Virginiya Wolf di pirtûka xwe ya Odeyek Ji Bo Xwe de ji bo bal lêkişandina bêedaletiyên civakî metaforan bikar tîne û derbarê lawaziya azadiya îfadeyê ya jinan de şîroveyan dike. Metarofa masiyê xala wê ya herî girîng derdixe pêş: “Ji bo jin bikaribe pevxistinek binivisîne divê pereyê wê û odeyek wê ya ji bo xwe hebe.”

Derbarê Virginia Wolf de

Virginia Wolf yek ji nivîskarên herî girîng a sedsala 20’emîn e.

Virginia Wolf a nivîskara femînîst û modernîst e di 25’ê Çileya 1882’an de li Londrayê tê dinê. Perwerdehiya xwe ne li dibistanê lê li malê dibîne.

Di sala 1905’an de bi awayekê profesyonel dest bi nivîsandinê kir, ji Woolf Times Literary re nivîsên rexnê yê wêjeyî nivîsî.