Pirtuka rojê: Sicak Külleri Kaldı

Romana bi navê Xweliya Wê ya Germ ma ku bi zimanê Tirkî (Sicak Külleri Kaldı) hatî nivîsîn sala 2001’an de ji çapxaneya Can derketiye. 
Li ser deruniya sosyalîstên li Turkiyê di pêvajoya piştî hilweşîna Sovyetê de hatiye nivîsîn û têgiha îktidarê xistiye ber lêpirsînê. Pirtûkê eleqeyek mezin dîtiye û 26 caran hatiye çapkirin. 
Nivîskar Oya Baydar, sala 1940'an li Stanbulê hatiye dinê. Sala 1964'an li Stenbolê Beşa Civaknasiyê qedandiye û heman salê weke asistan ketiye vê beşe. Teza wê ya doktora ya bi navê li Tirkiyê Zayîna Çîna Karkeran du caran ji aliyê Qurula Profesoran ve hat red kirin, xwendekaran ji ber vê bûyerê ser zanîngehê de girtin. Di darbeya 12’ê Adara 1971’an de ji ber nasnameya xwe ya Partiya Karkerên Tirkiyê û Sendîkaya Mamostayên Tirkiyê tê girtin û ji zanîngehê tê avêtin. Di navbera salên 1976 û 1989’an de nivîskariya rojnameyên polîtîk dike. Weke nivîskara sosyalist, lêkolîner û jina çalakvan tê nasîn.