Pirtûka Rojê: Rojê Heidî

Pirtûka Heidî ya wêjeya zarokan di sala 1880’an de hatiye weşandin. Navaroka pirtûkê li ser jiyana keçeke sêwî ya bi kalikê xwe re li Alpê dijî hatiye nivîsîn. Peyama ku di berhema Heidî de tê dayin: Çi dibe bila bibe, safîtî û durustî dê bi ser bikeve.Di pirtûkê de ligel serkeftina wê di danasîna dîmenan de diyar dike ku zarok çawa bi hestên xwe li cîhanê dinêrin. Pirtûk di kategoriya karîkaturên zarokan de bûye yek ji fîlmên herî populer. 
Johanna Spyrî di 12’ê Hezîrana 1827’an de li Swîsreyê ji dayik bûye. Nivîskara bi romana xwe ya Heidî tê nasîn, mehên havînê li deverên gundewarî yên wekî Çur derbas kir û wan tiştên dîtî û jiyayî bi serkeftî veguhest pirtûkê. Bavê nivîskar doktorê gund bû, lewma zarokatiya wê bi xwezaya gundan re derbas bû. Dema ku ew keçek ciwan bû, berê xwe da Zurichê û li vir dest bi jiyana xwe ya nivîskariyê kir. Pirtûka yekem a ku ji hêla nivîskar ve hatî nivîsandin Leaf on the Vrony's Grave ye. Lê ew populerbûna xwe bi pirtûka Heidî girt. Di sala 2007 de, wêneyê nivîskar wekî pîrozbahiya 125 saliya Heidî ye li ser diravan xistin. Johanna Spyrî dahata pirtûkên xwe diyarî gaziyên şer kirî di 7’ê Tîrmeha 1901’an de jiyana xwe dest da.