Pırtûka rojê: Pirtûka Terbiya mirinê
Zeynep Sayin di sala 1961’an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew Nivîskar, teorîsyena hunerê, hîndekara perwerdeyê ye. Li Salzburg û Viyanayê dîroka hunerê û felsefeyê xwendiye. Li zanîngehên cur be cur ên Stenbol û Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, di beşa mîmariyê de xebitî. Niha li Leîpzîg Hochschule Fur Grafîk und Buchkunst û Viyanayê li Alademie der Bîldenden Kunsteyê ders dide. Pirtûkên wê yên bi navê Mîthat Şen û Bedenyazisi (Kaknus, 1991) Nolî me tangere (Kaktus,2000) Xeyala pornografiyê (Îmgenîn pornografîsî) (Metîs, 2003) û Cemaetên xirabiyê (Kötülük cemaetlerî) (Tekhne, 2016) hene.
Pirtûka Terbiyeya mirinê (Ölüm terbiyesî) ya Zeynep Sayin; pirtûkeke lêkolînê ya ji hemû dem û dewranan li ser mirinê ye. Naveroka pirtûkê ji ber bi mînakên li ser mirinê ji dîrokê heta îro dagirtiye, xwendina wê giran dike. Lê çi berhem dibe bila bibe, dema ku nivîskar armanca nivîsîna berhema xwe dibêje, ji xwendinê re dibe alîkar, te teşwîqê xwendinê dike ku ev pirtûk jî bi armanceke ku tu xwe di nava wê de dibînî hatiye nivîsandin. Bêterbiyetiya li dijî mirinê ji bo me pir nas e newisa? Kurd, bi îşkenceyê yan jî di pevçûnan de bi bê terbiyetî û hovîtî tên kuştin! Piştî dimrin jî ev bêterbiyetî li dijî cenazeyê wan didome, lewre miriyên kurd di gorên xwe de jî rastî êrîşan tên. Di vê sedsalê de hejmara kurdên bêgor wisa zêde ye ku tu nizanî behsa kîjan ji wan bikî. Em li vê dema em dijîn mêze bikin; cenazeyê zarokên kurd bi kargoyan ji malbatê re dişînin, bi sedan şehîdên gelê kurd ji gorên wan derdixin û di qutiyên plastîk de li bin peyarêyan vedişêrin!
“Gorê jî ji wan re zêde dibînin”
Zeynep Sayin di destpêka vê pirtûkê de wiha dibêje: “Mirov dikare ji welatên din, ji serdemên din mînakan bide lê welatê ku şahidê jiyana min e, muhtemelen bibe şahidê mirina min jî Tirkiye ye. Ji ber kêmasiya ku welatê min di vê mijarê de dijî. Li gorî min tişta herî girîng e min ev pirtûk, ji ber vê sedemê, li ser terbiyeya ku mirov dikare bibêje exlaqê xeyal û mirinê nivîsand. Mirin, sînorê mirov e. Xeyal sînorê mirov e. Xeyal, ji mirinê derbas dibe, nêzîkahiya ku ne mirin ê ji nava mirinê digihîjîne roja îro. Sedema nivîsandina min a vê pirtûkê di sala 2017’an de ew e ku; bi bîr û hişmendiya nezaketa ku hatiye jibîrkirin û terbiyeya mirinê di heman demê de îslamî bersivê bidim, êrîşên li dijî miriyên ku ji goran tên derxistin, gor jî ji wan re zêde tên dîtin.”