Pirtûka rojê: Pirtûka Ba

Nivîskara pirtûkê Bîrhan keskîn di sala 1963’an de li Kirklareliyê hatiye dinê. Di 1986’an de li Zanîngeha Edebiyatê ya Bogazîçiyê ji beşa Civaknasiyê mezûn bûye. Helbesta wê ya yekem di 1984’an de hatiye weşandin. Di navbera salên 1995-98’an de bi hevalên xwe re kovara bi navê Koçber derxist. Di saziyên weşangeriyê yên cur be cur de edîtorî kir. Pênc pirtûkên wê yên helbestan ên di navbera salên 1991 û 2002’an de hatibûn çapkirin, dawiyê hembû bi navê “Dê kî min efû bike” di cildekê de hatin weşandin. Di sala 2005’an de berhema wê ya ba navê “Ba” hatî weşandin di 2006’an de Xelata Helbestê ya Portakala Zêrîn girt. Di sala 2010’an de jî berhema wê ya bi navê “Soguk Kazi” hat çapkirin û di 2011’an de Xelata Helbestê ya Metîn Altiok girt. Pirtûkên wê di Weşanê Metîsê de wekî kuliyat tên weşandin.

Helbestên Bîrhan Keskîn, navê xwe ji ajal, xweza, amûr û alavên jiyanê û têgehan digre. Bi kurtasî çi nav were hişê we bûye navê helbestên wê. Bi hestên kûr nivîsîne hemû helbestên xwe lê dema tu dixwînî xemgîniyek hîs dikî. Wekî ku helbestvan kesek ‘xemgîn’ be... Wekî ku gihîştibe hemû asoyên jiyanê! Di helbesta xwe ya bi “Nîvê din/berqef e” de wiha dibêje: “Ey bîranîn/derkeve ber tavê, bila bêhna te li wir teng bibe/xwe li wir ji bîr bike/her ku tu ji xwe reviyayî xwe bibîne/ey paşeroj û qumara zer/ min berqefê fêm kir/bawer kir êdî qediya/yê/a berqefê fêm bike mafdar e/yê/a berqefe fêm bike bêdeng dibe.”