Pirtûka Rojê: Metîngeha Herî Dawî: Jin

Pirtûka bi navê Metîngeha Herî Dawî: Jin (Women: The Last Colony) bi xebata hevpar a Maria Mies, Veronîka Bennholdt-Thomsen û Claûdia Von Werlhof hatiye nivîsandin û weşandin. Çapa yekemîn a pirtûkê di 1’ê Tirmeha 1998’an de hat çapkirin.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka Metîngeha Herî Dawî: Jin, li ser mêtingeriya li ser jinê radiweste. Destnîşan dike ku pergala kapîtalîzmê tenê li ser mijokdariya kedê nehatiye avakirin; çewtiya kedê jî gûhartiye, kedê kiriye aîdê xwe û ev têkiliya aîdbûnê bi şêweyekî hov her tim ji nû de bi şêwe kiriye jî. Ev şêwegirtinekî ku tenê ne bi vegıhartina keda jinê, ji aliyê aqil û hişmendiya mêr ve veguhartina xwezayê jî hatiya diyarkirin. 

Metîngeha Herî Dawî: Jin, bi awayekê herî balkêş destnîşan dike ka pergala kapîtalîzmê çawa proleteryayê vedugerîne nasnameyekî nû. Her wiha bal li ser dikşîne ku ‘jinên cîhana sêyemîn’ tenê ne mexdûrên pasîf ên ku ji aboriya cîhanê re hatine entegrekirin e, her wiha destnîşan dike şêweyên afirîner ên berxwedanê çawa tên pêşxistin.  

Nivîskarên Pirtûkê

Maria Mies: Jinên Hîndî û Pergala Baviksalarî (ya di sala 1980 de hatiye nivîsandin) jî di nav de, nivîskara gelek pirtûkan e. Di sala 1979’an de bû seroka Bernameyâ Xebatên Jin ên Enstutiya Xebatên Civakî yê li Laheyê. Li Koln Fachhocshule profesora civaknasiyê ye.

Veronika Bennholdt-Thomsen: Li Zaningeha Bielefeldê profesora civaknasiyê ye. Bi xebatên xwe yê di qada nazariyê (teorik) de dimeşîne, bi taybetî li ser nazariya keda jinê ya di qada kapîtalîst de eleqedar dibe.

Claudia Von Werlhof: Aborînas û civaknasekî ku îmze avêtiye hemû xebatên ku dikeve nav mijara teoriya civaka femînîst.