Pirtûka Rojê: Kulîlkên Mala Miriyan

Kulîlkên Mala Miriyan a bi pênûsa Mîna Acar ve hatiye nivîsandin bi zimanekê wêjeyî mirin û serî tewandina ku tê ferzkirin teşhîr dike. Lewra Kulîlkên Mala Miriyan bi zimanekê wêjeyî serî rakirina li dijî ferzkirina mirin û serî tewandinê ye.

Navenda Nûçeyan – Kulîlkên Mala Miriyan, ji sî û neh helbestên bi pênûsa Mîna Acar hatiye nivîsandin pêk tê. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Lîsê û bi edîtoriya Yildiz Çakar û Cemîl Denlî ve hatiye edîtekirin. 

Bi dengê xwe, bi huzna xwe girêkê li dil dixe helbestên "Kulîlkên Mala Miriyan". Ev dengê helbestên Mîna Acer ji zemaneke pir kevn tê û dibe zimanek bi êş . Lehengeke dîrokiye helbestvan ji hebûna xwe ya afrîner, vekiriye zimanên ji kokê de hatine jê kirin û ala zimanê maderşahiyê lîlandiye bi risteyên hur kurmancî. Vekiriye hemû deriyên tarî yên li ber dengê jinê. "Kulîlkên Mala Miriyan" kulîlkên ezebêne. Acer bi dengê xwe yê mişt bi efsûn yeko yeko wan vediguherîne pûxta hebûnê û careke din ruh dide wan. Di "Kulîlkên Mala Miriyan" de helbestvan Acer,  ristandiye êş û keserê, kiriye bexçeyek  bi roj û stêrkê..

Jiyana Mîna Acer

Mîna Acer, li Dêrika Çîyayê Maziyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dicleyê Beşa Ziraatê xwendiye, lê ji ber hinek rewşên taybet nêvî de hiştiye. Pişt re Beşa Karûbarên Civakî xelas kiriye.