Pirtûka Rojê: Kemalizim û Pirsgirêka Netewa Kurd

Pirtûk bi navê Kemalizim û Pirsgirêka Netewa Kurd 1'ê adara 2020’an ji weşanxana Sitav derketiye. Ji 5 bergên lêkolînek dîroki ya li ser belgeyan ev berga yekemîne. Niviskar di derbarê dîroka Kurdan de gelek lêkolîn kiriye û di encamê de ev dahurandin nivîsiye.
Nivîskar Evîn Çîçek di vî cildî de Partiyên Kurdan ên demoqratîk, Komiteya Serbixwe ya Kurdan a Misrê girtiye dest û di derbarê jiyan û xebata nûnerên wan de bi belgeyan xebitiye û zanînên giring bi xwendekaran re par kiriye.
Evîn Çîçek, 
Li gundê Çîmen ê girêdayî Imraniyê mezin bûye û dibistana seretayî li wê qedandiye. Piştre malbata wê diçe Îstanbolê, li wê xwendina xwe berdewam dike û mewzun dibe. Di dema derba leşgerî ya 12’ê Îlona 1980’an de tê girtin û piştî li girtîgeha Selimiye û Metrisê bi rojan dibin çavan de dimîne tê berdan. Dema derdikeve xwendina xwe ya zanîngehê berdewam dike û mewzun dibe. Sala 1993’an çû derveyî welat ji wê demê ve li derveyî welat dijî.