Pirtûka rojê: Geşey Evîn
Helbestvana pirtûkê Jîla Husênî di sala 1964’an de li şarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Bavê wê dadwer Mehran Huseyînî xwediyê pirtûkxaneyek dewlemend bû û giringiyek mezin bi helbestvanan dida.
Jîla di temenê 15 salî de, dest bi nivîsîna helbestan kir. Endama Encûmana Wêjeya Mewlewi ya Kurdî bû li şarê Sine. Sala 1996’an dema ku dê Şêrko Bêkes biçubana Tahranê diçin pêşewaziya wî, di rê de qeza dikin û li gel keça xwe ya biçuk jiyana xwe ji dest dide.
Çend berhemên wê;
- Qelay Raz helbest 1998
- Geşey Evîn helbest 2006
- Berhevkirinek ji helbestên zarokan, nehatiye çapkirin.
- Çend kurte çîrok di berhevkirina Qelaya Raz de hatine çapkirin.