Pirtûka Rojê: Ez Gazin Im

Pirtûka Ez Gazin Im a ji aliyê nivîskar Ergun Sîbel Yildiz û Marlene Schafers ve hatiye nivîsandin qala jiyan û hûnera denbêjê qedîm Gazinê dike.

Navenda Nûçeyan Kilama ku navê xwe daye pirtûkê bi gotinên “Ez Gazin im, ez dengbêj im, ez ne kerr im, ez ne gêj im” destpê dike û gotina Hestirên çavên min dirijin. Derdê dilê xwe dibêjim. Kesek dengê min nabihîze” berdewam dike. Pirtûk bi du zimanan vekolîna hem çavkaniyên nivîskî û hem jî yên deng hatiye çêkirin. Heşt berhemên ku Gazin bi xwe çêkiriye û bi gelek stîrinan daye naskirin, bi berhevkirina bi kilam û notên xwe yên re ji aliyê Marlene Schafers û bi nota girtina Erhan Ozdemir ve di beşa kurdî ya pirtûkê de cih digre.

Gazin ji bo bihêzkirin û azadkirina jinan, ji bo bihîstina dengê xwe têkoşiya. Weke ku ew bi xwe jî dibêje “Êdî weke berê em xwe naveşêrin.” Pirtûk çîroka Gazinê radixe berçavan ku jinên Kurd çawa hewl didin tevlî vê bilindbûna dengbêjiyê bibin; hemû zehmetî, bedeldayîn û dubendiyên ku ev pêvajo bi xwe re tîne jî tê de ye. Jinên mîna Gazin daxwaza naskirina keda wan a di hilberîna çanda kurdî de dikin û ji bo vê naskirinê amade ne ku bi gelek zehmetiyên hestyarî, derûnî û fizîkî re rû bi rû bimînin.

Dengbêj Gazin kê ye?

Dengbêj Gazin (Raziye Kizil) di sala 1959’an de li Tetwana Bedlîsê ji dayik dibe. Wê di 14 salîya xwe de zewicî û bû dayika pênc zarokan. Wê bi birayê xwe Hawar re, bi navê Gazin û Hewar heft albûmên stranan derdixe, paşê jî bi serê xwe bi navê Evdalê Zeynikê albûmeke dengbêjî derdixe.

Gazin jiber zextên civakî navê xwe yê rastîn di albuman de bi kar nayîne. Gazin, piştî ku li Wanê Mala Dengbêjan vebû, li wir jî cîh girt û beşdarî gelek festîvalên netewî û navnetewî bû.

Cenazeya hunermenda Kurd Gazin di sala 2018’an de li Wanê hat spartin.