Pirtûka Rojê: Bihuşta Xezalan

Romana bi navê Bihuşta Xezalan a Eyşana Beravî jî bi wê newaya efsûnî mirov ber bi xwe ve dikişîne û heta dawiya romanê ew sewt nahêle tu dev jê berdî.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka bi navê Bihuşta Xezalan a nivîskar Eyşana Barevî di sala 2021’an de ji weşanxaneya Lîsê hatiya çapkirin.

Bihuşta Xezalan, di wê bîr û bawerîyê de ye ku evîn ne hesteke li gorî dinyaya rastîn e. Lewma berê evîndaran ji dinyaya rastîn ber bi yeke din vê hêl dibe. Eynî wekî dinyayeke bi sêhr a xeberoşkan, lehengê romanê di nav bihuştekê de bi xwezayê re hol dibe. Evîna xwezayê, a qencî û xerabîyê, a dilsozî û bêbextîyê, a hêz û bawerîyê giş bi hev re mehîyane.

Jiyana Nivîskar Eyşana Beravî

Sala 1990'î li bajarê Mûşê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Eskişehirê Beşa Civaknasîyê xwendiye. Heta niha di gelek kovaran de helbest û nivîsên wê hatine weşandin. Zewicandî ye û dêya du zarokan e. Pirtûkxwendinê ji xwe re wekî sedema jîyanê dibîne. Ev pirtûka wê a yekemîn e.