Pirtûka Rojê: Çiyayê Digirî Çemê Dengbirî

Rastînîya cudatîyên di nava vê bergehê de dihewin, dike ku em hay jê bibin, bizanin û karibin bêjin; mirov dikare bi gelek bergehan deqên wêjeyî biafirîne.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka bi navê Çiyayê Digirî Çemê Dengbirî ya nivîskar Ayşegul Devecioglu bi wergervaniya Dilawer Zeraq di sala 2022’yan de bi zimanê Kurdî hat çapkirin. 

Di Çîyayê Digirî Çemê Dengbirî de, Ayşegül Devecioğlu berê xwe dide dinyaya Qereçîyan. Nivîskar “berê xwe dide” û digel “berêxwedanê” jî, dibîne û bi hûrgilîyan ji hev derdixîne. Raman, bîrûbawerî û pêşdarazîyên ji hev cuda şênber dike û digel pêwendîyên di nava van cudatîyan de heyî, ji awirekî cihê, bergehek datîne ber me.

Rastînîya cudatîyên di nava vê bergehê de dihewin, dike ku em hay jê bibin, bizanin û karibin bêjin; mirov dikare bi gelek bergehan deqên wêjeyî biafirîne.

Heke behs cudatîya di nava civatan de be, Qereçî di şûneke cihê û taybet de cî didin xwe…

Û bawerîya her kesî heye di barê Qereçîyan de; û helbet bawerîya Qereçîyan ya di barê her kesî de…

Jiyana nivîskar Ayşegul Devecioglu

Di sala 1956’an de ji dayik bû, li Stenbolê dijî. Di sala 1977’an de, dev ji xwendina Zanîngeha Teknîk ya Ortadoğuyê berda. Piştî sala 1986’an, di rojname, kovar û televîzyonan de kar kir. Di kovarên cure cure de gotar û hêçaneyên wê hatin weşandin. Romana wê ya yekem ya bi navê Ya Ku Hewesê Bi Zimanê Çivîkan Dike di sala 2004’an de ji Weşanên Metis hat belavkirin.