Pirtûka jinên Kurd ên li Sirgûniyê: Sleeping in the Courtyard

Amadekara pirtûka jinên Kurd Holly Mason Badra dibêje ku “Jinên Kurd tenê li ser êşên xwe nanivîsin; ew li ser jiyanê dinivîsin. Ew evîndar dibin, dixwazin, dibêjin, dibarînin, xeyal dikin û bi zimanê xwe cîhaneke din ava dikin.”

Navenda Nûçeyan – Sleeping in the Courtyard: Contemporary Kurdish Writers in Diaspora”, antolojiya nivîskarên jin û non-binary yên Kurd e ku di sala 2025’an de ji aliyê University of Arkansas Press ve hatiye çapkirin. Pirtûk ji aliyê nivîskarê Kurd-Emrîkî Holly Mason Badra ve hatiye amadekirin û helbest, çîrok, nivîsên ne rast û xebatên grafîkî dihewîne.

Nivîskarên Kurd jî cih digrin

Di nav rûpelên wê de dengên nivîskarên Kurd ên ku li Kurdistanê û li welatên diasporayê dijîn, li hev dicivin. Pirtûk bi zimanê Îngilîzî hatiye weşandin, lê ev tenê antolojiya nivîskarên Kurd bi Îngilîzî nîne. Hin berhem ji Kurdî, Erebî, Tirkî, Farsî û Swêdî hatine wergerandin. Di heman demê de hin nivîsên bi zaravayên Kurdî bi forma xwe ya orîjînal li kêleka wergera wan a Îngilîzî jî cih digirin. Ev hilbijartin ji bo parastina zimanê Kurdî û berxwedana li dijî dîrokeke qedexekirin û jêbirina zimanî hatiye kirin. Di nav nivîskarên berhevokê de navên wekî Meral Şîmşek, Choman Hardî, Nazand Begixanî, Jîla Huseynî, Narîn Rustem, Hîva Panahî, Pinar Banu Yaşar, Meryem Rabîa Uzumcu, Roj Muhammed û Hero Kurda hene.

‘Di hewşê de razan’

“Sleeping in the Courtyard” tenê berhevokeke wêjeyî nîne; ew hewldanek e ji bo ku dengên ku ji ber koçberî, sirgûnî, şer, qirkirin û jêbirina çandî ji hev dûr ketine, dîsa li hev bîne. Navê pirtûkê ku bi Kurdî ‘Di hewşê de razan’ e jî, hesteke xwe ya taybet heye: hewş ne mal e, lê dikare bibe cihê bêriya malê, bîranînê û hestên ewlehiyê. Nivîskarên vê berhevokê bi gotinên xwe dibêjin ku mirov dikare ji welat dûr bikeve, lê ji ziman û bîranînên xwe nikare dûr bikeve. Di van rûpelan de wêje dibe cihê vegerandina dengên ku hatibûn bêdengkirin.

Mijarên pirtûkê

Ev pirtûk tenê ne li ser şer, koçberî û êşên gelê Kurd radiweste. Di nav nivîsan de mijarên wekî evîn, dostaniya jinan, malbat, daxwaz, nasname, xewn û hêvî jî cih digirin. Ev yek ji aliyên girîng ên berhevokê ye: nivîskarên jin ne tenê wekî “qurbanên dîrokê” tên nîşandan. Ew bi dengê xwe, bi bedenên xwe, bi xewn û daxwazên xwe li dîrokê dinhêrin. Li gorî nirxandinên li ser pirtûkê, ev cihêrengiya mijaran dibe sedem ku ezmûna jinên Kurd ne tenê wekî serpêhatiyek siyasî, her wiha mîna serpêhatiyeke   mirovatî jî bê xwendin.⁠

‘Jinên Kurd tenê li ser êşên xwe nanivîsin

Holly Mason Badra di derbarê çêkirina vê antolojiyê de dibêje ku projeya wê di sala 2019’an de dest pê kiriye. Piştî ku medya û çalakiyên leşkerî li Rojava bala raya giştî ya Emrîkaya Bakur kişand ser Kurdan, pir kesan ji wê pirsîn ku li ku derê dikarin edebiyata Kurd bi wergera Îngilîzî bixwînin. Holly Mason Badra dît ku li ber çavê xwendevanê Îngilîzî çavkaniyên edebiyata Kurdî hîn kêm in û ji wê demê ve dest bi berhevkirina van dengan kir. Holly Mason dibêje ku “Di dawiyê de tiştê ku vê antolojiyê dike berhemeke girîng, ‘Jinên Kurd tenê li ser êşên xwe nanvîsin; ew li ser jiyanê dinvîsin. Ew evîndar dibin, dixwazin, dibêjin, dibarînin, xeyal dikin û bi zimanê xwe cîhaneke din ava dikin.’ Sleeping in the Courtyard vê dengdanê dike navenda xwendinê û li hemberî jêbirinê arşîvek zindî ava dike.”