Pêşenga şoreşa hunera Kurd: Merziye Ferîqî

Hunermend û pêşenga şoreşa hunera Kurd Merziye Ferîqî bi deng, awaz û hunera xwe şoreş û evînê gihandibû hev. Îro 20 sal di ser koça dawî ya hunermenda Kurd Merziye Ferîqî re derbas dibin lê he jî dengê wê guhên me de olan dide.

Navenda Nûçeyan – Merziye Ferîqî ango Merziye Şehab Ebdula, di sala 1958’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Li heman bajarî xwendina xwe ya seretayî û navîn qedandiye. Di temenê xwe yê 9 salî de hezkirina wê ya ji bo stran û şanoyê çêdibe. Gelek caran di çalakiyên dibistanan de tevlî beşên hunerî yên weke şano û stranan bûye.

Merziye destpêkê bi stranên Fetanî Welîd bi zimanê Farisî dest bi stranbêjiyê kir. Lê zulm û zordariya dewleta desthilatdar a Îranê ya li ser hunera Kurdî, bandorek li ser Merziye kir û dest ji stranbêjiya bi zimanê Farisî berde stranên Kurdî got.

Hunermenda Kurd Merziye Ferîqî piştî xwendina seretayî di sala 1970’an de diçe bajarê Sine û xwendina xwe ya amadeyî di beşa mamostehiyê de temam dike. Piştî temamkirina xwendina xwe li gundekî nêzî bajarê Merîwanê dest bi mamostehiyê dike. Di sala 1977’an de bi koma muzîkê ya bajarê Sine re gelek caran derdikeve ser dikê û stranan dibêje. Piştî wê 2 salan dîsa vedigere Sineyê û dibe mamosteya dibistana seretayî.

Li çiyayê hunerê kir berxwedan

Hunermenda Kurd di temenê xwe yê 21 salî de ango di sala 1978’an de bi hunermendê Kurd ê bi nav û deng Nasir Rezazî re dizewice. Herdû hunermend ji ber beşdarbûna raperîna şoreşa gelên Îranê, dikevin bin çavdêriya Komara îslamî. Merziye bi Nasir Rezazî re xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê berdewam dike, demek tê girtin û piştre jî mafê mamostehiyê jê tê girtin.

Di sala 1980’an de Komara Îslamî hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê xist bin kontrola xwe. Merziye jî ji ber êrîşên komarê nikaribû di nava bajêr de bimîne. Ji bo vê bû pêşmerge û li çiyayên Kurdistanê li gel rêhevalê jiyana xwe Nasir Rezazî bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re xebata xwe berdewam kir.

Merziye li çiyayan jî karê xwe yê hunerî berdewam kir, li wê derê hinek stran qeyd kirin. Li çiya her wiha sirûda “Nîştiman” û hinek stranên din ên şoreşgerî qeyd kir. Wê demê bi riya radyoyan dengê hunermenda Kurd belav bû, gihîşt guhên hemû Kurdan. Yekemîn karê Merziye yê li çiyayan bi Koma Banga Komale re çêkir ew jî sirûda bi navê “Pêşmerge” bû di nava pêşmerge, gel û radyoyên Kurdî de bi nav û deng bû.

Piranî stranên wê bi hestên niştîmanperweriyê bûn

Hunermenda Kurd dayîka sê zarokan bû. Zêdetirî stranên Merziye li ser hestên nîştimanperweriyê bûn. Merziye li ser evîndariyê jî stran gotin, heya niha deng, stran û berhemên Merziye tên gotin gotin û di dilê bi hezaran Kurdan de bi cih bûne.

Merziye piştî şoreşa Îranê bi malbata xwe re wek penaber di sala 1985’an de berê xwe dide Siwêdê li wê derê xebat, tekoşîn û xizmetê ji bo hunera Kurdî kir.

Merziye yek ji hunermendên jin ên ku di stranên xwe de xemên xwe yên der barê jinan de û her wiha zordestî û çewisandinên li ser jinan anî ziman e. Li dijî pergala baviksalarî ya paşverû û kevneşopiyên kevneperest ên civaka Kurd derket û ji bo ramana hevpar a civakê serî hilda.

Merziye di stranbêjiyê de xwedî jêhatîbûneke nehatî dîtin bû, wê pir baş bi awaz û gotinên muzîkê re bi ahengeke bêhempa dilîst.

Weke hunermendek xwedî tecrube, estetîk û hunermendek xwe bi cilûbergên Kurdî her dem di rojên neteweyî û cuda de dixemiland.

Hunermenda Kurd Merziye Ferîqî di temenê xwe yê 47 salî de, di 18’ê Îlona 2005’an de li nexweşxaneya Swêdê bi nexweşiya dil koça dawî kir. Li ser wesiyeta wê cenazeyê Merziye anîn Başûrê Kurdistanê û li Girê Şehîdan ê li Silêmaniyê spartin axê.