Portreya Rojê: Nihêrîna bi ken a li jiyanê Evrîm Alataş

Evrîm Alataş a ku di tevahiya jiyana xwe de hewl da pirsgirêkên gelê Kurd rave bike, di hemû kêliya jiyana xwe de tu carî dest ji têkoşînê berneda û her dem li dijî polîtîkayên zextê yên dewletê bertekên xwe nîşan da.

Navenda Nûçeyan - Evrîm Alataş di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpınar ê navçeya Akçadaga Meletiyê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe qedand û paşê li Stenbolê xwendina xwe domand. Evrîm Alataş ku xwe weke "Kurd, jin, elewî" bi nav dikir, di malbateke xwedî nasnameya elewî-Kurdî û xwedî meylên çepgir de mezin bû. Hevgirtina ku yek ji pêwîstiyên mirovbûnê ye, veguherand şêwazek jiyanê. Di nava tevgera çepgir a ku çanda Elewî û materyalîzma diyalektîk de cîhanê şîrove dike de mezin bû. Dema ku temenê wê biçûk bû dît û fam kir ku li welat vederkirina li ser welatiyên Elewî tê meşandin. Evrîm Alataş jiyana birêxistinkirî ji kesê herî nêzê xwe, ji xalê xwe hîn bû, di temenê biçûk de bi serdagirtina malan a her rojên Înê bandorên feraseta "aîdbûnê" ya li ser mirovan têgihîşt.

Bi polîtîkayên zextê yên dewletê re têkoşiya

Evrîm Alataş di malbateke xwedî helwestên siyasî de mezin bû. Li Şîrînevlera Stenbolê ku destpêkê li wir bi cih bûn, di atolyeyek cilên kot de du meh xebitî lê piştî ku bi ser neket dest ji kar berda. Evrîm Alataş di wê navberê de dest bi xwendina xwe ya amedeyî kir, hişmendiya xwe ya nasnameya Kurd, bi bandora hawirdora ku tê de dijî re xurtir kir. Di vê pêvajoya bûyerên kuştinên kiryar nediyar û valakirina gundan de, “waroşên kesên din” ên li bajaran ava bûn re, bi ciwanên wê pêvajoyê ku xwedî helwesteke siyasî bûn re, lêgerîneke cuda ava kir. Evrîm Alataş di vê xalê de têkoşîna sosyalîst nas kir. Evrîm Alataş a ku bi xwişka xwe ya mezin Mukaddes re beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya jinên Tirk û Kurd a li Qada Sultanahmetê ya têkildarî qetlîama Şirnexê ya di sala 1992’an hat jiyîn bû, hat binçavkirin. Xaleke din a veguherîna jiyana Evrîm Alataş a ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoşîna bi polîtîkayên zextê yên dewletê kir, ev daxuyaniya çapemeniyê bû. Piştî ku xwişka wê mehek di girtîgehê de ma, ceza li wê jî hat birîn.

Xebatên wê yên rojnamegeriyê

Evrîm Alataş di sala 1995'an de di Kovara Newrozê ya ku ji aliyê birayê wê ve dihat derxistin, dest bi rojnamegeriyê re kir,  piştî girtina kovarê, di rojnameyên ku li ser şopa Rojnameya Ozgur Gundemê derketin, hewl da rastiyên ku nayên dîtin nîşan bide. Di rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundem de nûçegîhanî û edîtorî kir. Di rojnameya Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîsî kir. Her wiha di kovarên Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîroj de jî nivîsên wê hatin weşandin. 

Di nivîsên xwe de bal kişand ser şerê li Kurdistanê tê meşandin

Pirtûka wê ya çîrokan a bi navê Mayoz Bolunme di sala 2003’an de ji aliyê Weşanên Aram ve hat weşandin. Di pirtûkên ku nivîsandin û di wan de ked daye de, çîrokên trajîk-komîk ên dema pevçûnên li erdnîgariya Kurdan berhev kir. Bi derhênerê sînemayê Miraz Bezar re li ser Amedê çîrokek mijara cîhana Kurdan û zarokên mexdûrên şer dihewîne nivîsand. Festîvala fîlmê bi metraja dirêj a bi navê "Min Dît" di bihara 2009'an de li Amedê pêk hat. Fîlma ku beşdarî 46’emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn bû, Xelata Çîrokê ya Herî Baş a Behlûl Dal wergirt. Berhema Evrîm Alataş a bi navê "Siya Her Çiyayî Dikeve Deryayê" di Tebaxa 2009'an de ji Weşanxaneya Îletîşimê derket. Evrîm Alataş di 12'ê Nîsana 2010'an de ji ber nexweşiya penceşêrê ya ku demeke dirêj pê re têkoşiya, li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Evrîm Alataş li ser wesiyeta wê li Golpinara gundê ku lê ji dayik bû hat definkirin.

Dema ku were pirsîn gelo mîzaha binpêkirinên mafan, Rewşa Awarte (OHAL) û zilmê çêdibe? Dê were dîtin ku Evrîm Alataş, bi çîrokên xwe bersiva “dibe” daye. Di pirtûka xwe ya ku ji yanzdeh beşan pêk tê de, bi gotina Evrîm Alataş, "Her kes ji xwe hinek tiştan dibîne."

Di pêşgotina pirtûkê ya ku Evrîm Alataş nivîsandiye de wiha gotiye:

“Li gundê me, kesên ku tevî extiyar dibûn jî porê wan spî nedibû, diranê wan nediket re digotin “Em çi bizanin bêar e loma.” Min kesên ku navê bêariyê li wan kiribûn analîz dikir. Ji ber ku min wateya têgehê tam fam nedikir û min wan kesan analîz dikir, didît ku di esasê xwe de ew kes wek min “normal” in loma jî ev têgeh di hişê min de bi wateyek cuda cih girt. Ger min li wateya wê ya ferhengî nenihêriya dê di serê min “weke tiştek baş” bi cih bûya lê dema min li wateya wê nihêrî dît ku tiştek baş nîn e. Li gorî min dîsa jî tiştek baş e. Tişta baş ne ew bû ku mirov ciwan bimîne, ya baş ew bû ku mirov her dem kenawer (bi qîşên beş) li jiyanê binêre. Belê ez dibêjim bi qîçên beş lewre di têgeha tebesumê de ez xemgîniyê dibînim. Qîçbeşî... Belê ya herî baş ev e. 

Em werin ser van çîrokan... Ji ku derketin ev an jî çima hatin ba hev? Sal 1994. Wan pêvajoyên ku li Amedê hewa “gelegerm” bû. Yanî atmosfer heta tu bibêjî tevlihev bû. Min hê jî tam fam nekiriye. Ger ez bibêjim “xwezî ez neçûma” dê şerm be. Welhasil ez bibêjim min rewşê pir cuda dît. Wekî Teksasê bû. Ji ber ku rewş wisa bû, nedibû ku ez jî di rola jina bejinzirav û etekê dirêj a Şerîf de bûma! Min fam nekir çi bû lê şevek derî lê ket, mirovên qerase yên ku min fam nekir çend kes in ketin hundir. Bi kulma ku li serê min re dan gotin “Hûn bi xêr hatin Kurdistanê.”   

Wekî xêzefîlmê bû her tişt. Min hîs kir ku li dora serê min stêrk digerin. Welhasil sefaya “bixêrhatinê” li Muduriyeta Emniyetê berdewam kirin. Em nikaribûn bibêjin “Çi dibe, çima hûn li min didin” jî. Wisa bi hereket û germ bû ku nepirsin. Piştî wê mêvandariya bi tevger û germ me birin DGM’ê. Em çar kes bûn û bebibek jî hebû, sê kes ji me serbest hatin berdan, yek hat girtin. Ew kes endamên heman malbatê bûn ez jî mêvana wan bûm. Dema ku mirov li korîdorên DGM’ê li bendê dimîne, nizane çi dibe, bi daxwaza girtinê sewqê dadgeha bilind tê kirin, serê mirov gêj dibe.

Rewşên wiha hene, kesên tên binçavkirin dizanin. Mirov xêt dibe. Tiştên wisa ecêb dipirsin ku hûn nizanin çi bersivê bidin. Bi pirsên wekî we dayika xwe li ku nas kir, hûn hewl didin bersivên bi mantiq û mehsûm bidin. Yanî cihê we lê hev nas kiriye, ger mumkun be divê bar, kafe yan jî salona dawetê be. Ji siyasetê dûr. Ez jî wisa gêj û xêt li bendê mam. Dozger got ku ez pir biçûk im, bi qasî kurê wî me, ji ber vê yekê dilê wî bi min şewitiye û min serbest berdaye. Bi salan nizanim çima lê min ji dozger re şukur kir ji bo min xilas kiribû. 

Dûre îdianameyek amade kirin hem jî çi îdianame bû. Kesê hatibû girtin berpirsyarê rêxistinê yê Amedê bû, ez jî ji bo sersarî û rewşa belawela ya li Amedê çêbûye ber bi hev bînim pewirdar bûm û ji aliyê rêxistinê ve hatibûm erkdarkirin. Ez Şerîf bi xwe bûme. Way way way! Ez keniyam bêguman çi bikim! Dûre roja danişînê hat, em beraet bûn. Îcar we fam kir koka dîrokî ya van çîrokên ku bala min kişandibûm û min cezb kiribûn ji vir tê. Yanî ji rojên nêçîrvanî û berhevkariyê... Dûre min li hemû dozên hatin vekirin bi guman nihêrî. Ez nabêjim min “dedektîfî kir” şaş fam nekin. Tenê bala min kişandin. Yanî ger jiyan bê merhemet be yan jî wekî çîrokên hûn dixwînin ketibe rewşeke pêkenokî, tenê tişta ku were kirin ew e ku hûn van bikin yek. Ev yek jî ne tenê li dîroka mîzahê, li ya mirovahiyê jî dibe lekeyek. Min hewl da vê yekê bikim.

Me bi salan windahiyên xwe belge kirin. Êş bû çemek ku ji me dest pê dike û bi ser me ve diherike. Dil û serê me veguherîn “depoya bîranîn bi êş bi xof.” Halbukî divê mirov hinek bi ken li jiyanê binêre. Ya ku mirov pê dikene mirov bi xwe be jî. Yanî divê mirov bibêje “alem ev ev kral em in.” Pirtûk ji ber ku ji berhevkirinê pêk tê, destpêkê min ji arşîva Ozgur Gundemê sûdê girt. Bi rastî min nikaribû hemûyan lêkolîn bikira. Kesên ku bi alîkariya xwe ked dan gelek in. Ger ez navê wan bibêjim divê em desthilatdariya giştî, saziyên darazê jî bi bîr bînin le hêza me têr nake. Keda cerdevan, leşker, polîs, gundî, dozger, dadger, mudurên dibistanan û xedemeyan pir heye di vê pirtûkê de. Destpêkê divê ji wan re spasî bikim. Yek jî bêguman di dema sohbetên xwezayî de piştî ku niyeta min fam kirin “mesele” û tiştên hatine gotine hene. Mesela parêzer... Welhasil, di çîrokên ku hûn bixwînin de dibe ku hûn xizim, cîran an jî nasek xwe bibînin.”