Li Hindistanê Şoreşa Pembeya Geş mezin dibe
Tevgera 'Gulabî Gang' ku li Hindistanê ji aliyê pênc jinan ve hat damezrandin, îro bi sed hezaran endamên xwe li dijî tundiyê, sîstema kastê û zordariyê bûye sembola mezin a berxwedan û edaletê.
Navenda Nûçeyan – Li Uttar Pradesh, yek ji dewletên herî xizan ên Hindistanê, tevgerek ku di sala 2006’an de di bin serokatiya Sampat Pal Devi de hate damezrandin, di destpêkê de tenê ji pênc jinan pêk dihat. Serkeftinên Sampat Pal Devî, di şerê li dijî tundiya navmalî de zû li seranserê herêmê deng veda, tevger veguherand tevgerek berxwedanê ya mezin ku bi deh hezaran jin beşdar bûn.
Koma ku ji dayîk, xwişk û dapîrên temenê wan ji 18 heta 60 salî pêk dihat, niha bi sed hezaran kesan di bin banê xwe de dihewîne. Endamên wê, cilên kevneşopî yên Hindî bi rengê "pembeya elektrîkî" (pembeya geş) li xwe dikin da ku yekîtî û xwişktiyê sembolîze bikin. Yek ji sedemên sereke yên hilbijartina pembe ev e ku ew li Hindistanê ti komeke siyasî an olî ya taybetî temsîl nake.
Li Hindistanê, hevoka "jinên bi pembe" sembola tevgerek bihêz a mafên jinan û edaletê ye ku li çar aliyê cîhanê deng vedaye. Ev koma çalakvanên jin ku wekî "Gulabî Gang" (Jinên bi Pembe) tê zanîn, bi rêbazên xweparastinê li dijî şîdeta li dijî jinan li deverên ku edalet têr nake, şer dikin.
Li dijî sîstema kast û zordariyê têdikoşe
Navenda fermî ya Tevgera Jinên Pembe li Badausaya Banda ye, ku yek ji herêmên herî qelebalix û xizan ên Hindistanê ye. Ji 1.6 milyon kesên ku li 600 gundên Banda dijîn, zêdetirî ji sedî 20 di bin sîstema kastê ya dijwar de ne. Li vê herêma ku zewaca zarokan, kuştina jinan, êrîşên li ser laşên jinan û tundiya li dijî jinan pir gelemperî ne, tevgera Gulabî Cang ji bo parastina mafên jinan gavên rasterast diavêje.
Ew cihê xwe di civakê de wekî tevgerek ku li dijî sîstema kastê ya kevneşopî û avahiya serdest a mêran disekine, saz dike. Endamên Gulabî Cang çîpên dirêj ên bambu yên bi navê "lathî" hildigirin. Di rewşên ku polîs an dadwerî têr nakin an jî jin têne marjînalîzekirin de, ew zilamên destdirêjker û karbidestên hikûmetê yên gendel eşkere dikin û dema ku pêwîst be, bi çîpên xwe mudaxele dikin da ku edaleta xwe bi xwe pêk bînin.
Mala her jinekê di nav tevgerê de wekî îstasyon û xalek hevdîtinê ji bo tevgera Cilên Pembe kar dike. Li van malan, jin li ser pirsgirêkên xwe nîqaş dikin, hevgirtinê ava dikin û perwerdehiya xweparastinê dibînin. Van jinên wêrek ku hejmara wan niha dighîje bi sed hezaran, îlhama wêje, sînemayê dane û bûne yek ji sembolên herî girîng ên berxwedana jinan û edaleta civakî li Hindistanê.