Li dijî mêtîngeriya Îngilîz ‘Şerê Jinan’: Îtiraza Nwanyeruwa ya ku dîrok guhert

Bi îtiraza jina Nîjeryayî Nwanyeruwa ya li dijî serjimêriya bacê di sala 1929'an de, li Rojavayê Efrîqayê serhildineke mezin dest pê kir. Nêzî 25 hezar jin li kolanan li dijî Îngilîzan rabûn û desthilatdariya mêtînger neçarî paşvegavavêtinê kirin.

Navenda Nûçeyan – Nwanyeruwaya Nîjeryayî, di sala 1929’an de, rê li ber berxwedanek mezin ku bi hezaran jin li dijî polîtîkayên bacê yên rêveberiya mêtînger a Înigilîz beşdar bûyî vekir. Xwepêşandanên ku du mehan dom kirin, bûn sedem ku rêveberiya Îngilîz pilanên xwe yên bacê vekişîne û heta hin rêveberên herêmî ji erkê xwe derketin dirêj bû.

Nwanyeruwa, ku endama gelê Îgbo ya Nîjeryayê ye, di dîrokê de li Rojavayê Efrîqayê wek yek ji kesayetên sembol û girîng ên berxwedana jinan li dijî desthilatdariya mêtinger a Îngilîz, cih girt.

Her tişt di 18’ê Mijdara 1929’an de, dema ku serjimêr Mark Emereuwa ji Nwanyeruwa re got ku divê ew lawir û mirovan bihejmêre destpê kir. Nwanyeruwa, ji ber ku fêm kir ku ev daxwaz di rastiyê de amadekariya berhevkirina bacan ji nifûsê ye û îtiraz kir.

Bertek veguherî berxwedanek mezin

Nwanyeruwa, diyar kir ku divê li gorî kevneşopiyên demê ji jinan bac neyê girtin, dest bi parvekirina tiştên hatî jiyin bi jinên li dora xwe kir. Bertekên ku di demek kin de mezin bûyî, veguherî tevgerek girseyî ya jinan li dijî desthilatdariya mêtînger a Înigilîzan.

Xwepêşandanên ku bi navê ‘Şerê Jinan’ hatibû binavkirin, nêzîkî du mehan dom kir. Nêzîkî 25 hezar jinên herêmê li dijî bacên nû û rêveberiyên berfireh ên ku ji hêla Îngilîzan ve hatine tayînkirin, daketin kolanan.

Berxwedanê gav bi paşda da avetîn

Berxwedana rêxistinkirî ya jinan zextek girîng li ser rêveberiya kolonyal kir. Brîtanî neçar man ku ji polîtîkayên bacê yên plankirî paşve gav bavêjin, û hin rêveberên herêmî îstifa kirin. Piştî xwepêşandanan, di rewşa jinan di rêveberiyê de jî gelek başkirin pêk hatin.

Ev tevgera ku bi îtiraza Nwanyeruwa dest pê kir, ne tenê nerazîbûnek li dijî bacê bû; veguherî têkoşînek ku hêza rêxistinkirî ya jinan li dijî desthilatdariya mêtînger nîşan da û wek yek ji tevgerên berxwedanê yên girîng di dîroka Nîjeryayê de hate tomar kirin.