Jiyannameya Rojê: Dilîşan Îbîş sembola çapemeniya şoreşê ye

Dilîşan Îbîş ji bo teyisandina rastiya şoreşa Rojava cihê xwe di xebatên çapemeniyê de girt. Dilîşana ku rêveber, mamoste û heval bû di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest da û bû yek ji sembolên lêgerînvana heqîqetê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de xwedî rol û misyonên girîng in. Ev rastî di qada çapemeniyê de jî xwe da der ku jinan xwe di vê xebatê de birêxistin kirin. Jinên ku tevlî xebatên çapemeniyê dibin hemû jî li ser bingeha îdiayên ragihandina rastiya şoreşa xwe û bûyîna dengê jinan û gel e. Li ser vê şopê jî bi sedan rojnamevanan weke Gurbetellî Ersoz, Şîlan Kobanê, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Îbiş, Dilovan Gever û bi dehan jinên din jiyana xwe ji dest dan û mîrateyeke dewlemend li pey xwe hiştin. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe bûn ziman, hest û dengê gelê xwe, dest ji pênûs û kameraya xwe bernedan. Di roja îro de jî bi sedan jin bi wê mîrate û kedê dixebitin û misyona xwe dilîzin.

Li Rojavayê Kurdistanê derfetên gelê Kurd ên di xebatên çapemeniyê de karkirin kêm bûn. Ji ber vê bi sedan ciwanên ku xwestin vê beşê bixwînin nikaribûn. Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, weke ku gel xwe di hemû qadan de birêxistin kir ev yek ji bo çapemeniyê jî pêk hat. Li ser asta Rojavayê Kurdistanê bi sedan jin û ciwanan berê xwe dan xebatên çapemeniyê û ajans, televîzyon, radyo û rojnameyên xwe ava kirin. Her wiha gelek ji wan di dema şopandina bûyer û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan rojnamegerên bi bandor Dilîşan Îbîş e ku bi dildarî hemleyên têkbirina DIAŞ`ê dişopand û ji bo ragihandina rastiya kiryarên DAIŞ’ê ku gelên herêmê pê re rû bi rû man, jiyana xwe ji dest da. 

Bi nasnameya xwe mezin bû

Dilîşan Îbîş ku bi eslê xwe ji gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê ye di 26`ê Îlona 1992`an de di nava malbateke netewparêz de ji dayik dibe. Dilîşan ji ber hezkirina xwe ya fêrbûn û zanistê bi hezkirineke mezin xwendina xwe ya seretayî li dibistana Muhaddath, a navîn li dibistana Xensa û ya amedeyî jî li dibistana Shreha yên Kobanê dixwîne. Dema ku Dilîşan dighêje pêvajoya zanîngehê, beşa birêvebirina kar û baran hildibjêre, ji ber vê di 2011`an de berê xwe dide bajarê Helebê ji bo xwendina xwe bi dawî bike. Di wê navberê de çirsûkên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê dest pê dikin û digihîjin tevahî bajarên Sûriyeyê. Li aliyê din jî gelê Kurd dest bi amadekariyên destpêkirina şoreşa Rojava dike. Ji ber ku Dilîşan ji biçûkatiya xwe ve di têgihîştina nasname, çand û dîroka xwe de bû, ji vê rewşê bş bandor dibe û biryara vegera Kobanê dide. Bi vegera xwe re yekser beşdarî xebatên rêxistinî dibe da ku erka xwe ya di nava şoreşê de pêk bîne. Dilîşan xwe di nava xebatên rêxistinî de nabîne, ji ber vê lêgerînên wê yên cuda dest pê dikin û wiha di 2013`an de berê xwe dide xebatên çapemeniyê û bi taybetî cihê xwe di Radyoya Dengê Kobanê digre, nûçe û bernameyan bi zimanê Erebî pêşkêş dike. Ji ber Dilîşan jineke jîr, xwedî sekene bihêz û rêveber bû, yekser bi pêş dikeve û di demeke kurt de jî hem rêveberiya radyoyê dike û hem jî ekîba radyoyê perwerde dike.

Di warê jiyanî û rojnamegeriyê de jinan bingeh digirt

Di sekn û feraseta Dilîşanê de naskirin û girêdana wê ya bi zayenda xwe re diyar bû, ji ber vê her dem bi jinan re mijûl dibû, şîret dikir û tecrubeyên xwe bi wan re parve dikir. Heta ev yek di nûçe û nivîsên wê de jî derdiket holê. Bi taybetî jî di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Girê Spî û gundewarên Rojhilatê Kobanê di 2013-2014`an de, Dilîşan nûçegîhaniya şer dike û herî zêde balê dikşîne ser berxwedanî û têkoşîna jinan. Bi nûçe û bernameyên cuda hêza jina şerker a li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi pênûs, deng, dîmen û wêneyên xwe de ji raya giştî re radighîne. Têkildarî vê mijarê nivîseke wiha parve dike; "Jin ne bêhêz in û ne jî lawaz in. Ew mehkûmî firotina li bazarên koleyan nabin. Bi zordarî û înkarê nayên birêvebirin. Belê ew di berxwedana li dijî hişmendiya otorîter de bûne pêşeng." Dilîşan bi vê nivîsê re baweriya xwe ya ji îsrar, têkoşîn û pêşengiya jinan re bilêv dike.

Di hemû waran de pêşeng bû û mohra xwe li gelek xebatan da

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de berê êrîşên xwe didin Kobanê, li dijî êrîşan şervanên YPJ/YPG`ê û bi sedan ji gelên welatparêz li ber xwe didin. Li aliyekî din jî bi sedan malbat derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Dilîşan Îbîş û komeke hevalên xwe qebûl nakin ku ji Kobanê derkevin lê ji ber dijwarbûna şer ew neçar dimînin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Lê Dilîşan û hevalên xwe ji aliyê polîsên dewleta tirk ve tên girtin. Dilîşan di girtîgehê de pêşengiyê dike û li gel hevalên xwe 13 rojan dikevin greva birçîbûnê. Bi pêşengiya Dilîşan Îbîş polîs neçar dimînin wan serbest berdin. Piştî vê bûyerê Dilîşan yekser berê dide herêma Cizîrê da ku xebatên xwe berdewam bike û wiha jî cihê xwe Radyoya Dengê Cûdî de digre. Bi rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de Dilîşan vedigere Kobanê da ku radyoya xwe ji nû ve ava bike. Bi vî rengî jî xebatkaran peyda dike, perwerde û fêr dike û di 13`ê Adarê de Radyoya Dengê Kobanê ji nû ve dest bi weşana xwe dike. Li rex xebatên radyoyê ew du mehan ji bo televîzyona Ronahî TV nûçegihaniyê dike. Herî dawî jî di dawiya 2016`an de Dilîşan derbasî xebatên ajansa ANHA`yê yên li kantona Qamişlo-herêma Cizîrê dibe. Dilîşan ji ber daxwaz û armanca xwe ya bingehîn a ketina xebatên çapemeniyê, nûçegihaniya şer dike. Ji ber vê beşdarî şopandina tevahî pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ`ê dibe.

Navê xwe di dîroka rojnemegeriya Kurdî de nivîsî

Dilîşan Îbîş herî dawî pêngava Bagera Cizîrê dişopand. Di 12`ê Cotmeha 2017`an di demjimêr 18:30 de hêzên QSD`ê komek sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de rizgar dikin. Dilîşan Îbiş li gel hevalên xwe Hogir Mihemed û Rizgar Denîz diçin gel koçberan da ku rewşa wan bişopînin. Di wan kêliyan de çeteyên DAIŞ`ê bi teqandina du otomobîlên bombebarkirî li ser riya Xerafî ya ku dikeve navbera Dêrazorê û bajarê Hesekê komkujiyê pêk tînin. Di encama teqînê de nûçegihanên ajansa ANHA’yê Dilîşana Îbîş û Hogir Mihemed jiyana xwe ji dest didin her wiha Rizgar Denîz jî bi dijwarî birîndar dibe ku ew jî piştî du mehan jiyana xwe di dest dide.

Dilîşan ji bo armanca ku berê wê da xebatên çapemeniyê canê xwe feda kir, ji bo parvekirina azar û kiryarên ku jinên Dêrezor ji ber DAIŞ`ê dikişandin, bû hedefa êrîşa çeteyan.