Jinên bi cesaret û fedekariyê navê xwe li dîrokê hêlane

Ji jinên bi cesaret û fedekarî di dîrokê de navê xwe hêlane çend mînak Aktivîsta Emerîkî Raşêl Korî ya ku ji bo mala malbatek Filistînî xiranebe bedena xwe dayî ber duzerê û Mamosta Vîktorya Soto ya ku ji bo parastina zarokên pola xwe ya dibistanê bedena xwe dayî ber guleyan û Selwa Ebû El-Neca ya ji bo xelaskirina pisîkan di nava agir de şewitiyî tenê çend mînakin.

Qahîre - Wekî tê zanîn jin; bi zekaya xwe ya hestiyarî xwedî refleksên gelek xurt in. Di tevahiya dîrokê de her çendî ji ber pergalên zayendperest gelek aliyên jinan nehatibin dîtin jî dîrok bi mînakên jinên qehreman dagirtî ye. Di pêvajoyên xeternak de hêza jinan a cewherî derdikeve holê û dikare ji bo yên derdora xwe rizgar bike xwe feda bike. Emê çend mînakên cesaret û fedekariya jinan li xwarê rêz bikin. 
Aktivîsta Emerîkî Raşêl Korî
Aktivîsta Emerîkî Raşêl Korî di tevgera hevgirtina cîhanî (ISM) de endam e, di dema serhildana duyem de çû Filistînê da ku alîkariyên mirovî ji gelê Xezayê re pêşkêş bike. Adara 2002'an di temanê 23'î de dema ku li hemberî buldozereke İsraîlî ku dê mala malbatek Filistînî hilweşanda, şer kir,  bi destê hêzên İsraîlî hate qetil kirin. Nnûçegihanên biyanî yên ku rûxandina xaniyên Filistînê dişopandin piştrast kirin ku ajovanê buldozera İsraîlî bi zanebûn Raşêl kuşt û bi bildozerê du caran li ser laşê wê re çû, dema ku wê dixwest wî rawestîne berî ku ew xaniyekî sivîlan hilweşîne. Lê hêzên İsraîlî îdîa dikin ku ajokarê buldozerê nikarîbû Raşêl bibîne lewma buldozer lê qeliband. Raşêl bi cesareta xwe îspat kir ku wêrekî fedekariyê dixwaze. 
Mamosta Vîktorya Soto
Vîktorya Soto jî yek ji wan jinan bû ku di komkujiya dibistana Sendî Hok a ser wîlayeta Kalîforniayê jiyana xwe ji dest da. Vîktorya li hemberî zilamê sekinî. Dema çekdarên êrîşî dibistanê dikirin ji bo parastina şagirtên xwe qehremaniyek bêhempa nîşan da. Ew di refê de veşartin û li pêş wan mêran sekinî û jê re got: ‘Zarok ne li virin, ew li eywana lîstokan in.” Di encamê de li cihê zarokan hemû gule li bedena wê ketin. Bi fedekariyek mezin vîna xwe xist dilê zarokên ku dê mamosteya xwe Vîktorya ji bîr nekin. Di temenê 27 salî de ji bo parastina zarokan rêyek wiha zor hilbijart. 
Rojnamevan Meyada Eşeref
Rojnamevana Misrî Meyada Eşeref, li paytexta Misrê Qahîrayê di rojnemeya Destûr de kar dikir. 28'ê adara 2014'an dema ku xwepêşandanên li dijî hukûmeta Serokwezîr Ebdel Fetah El-Sîsî û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û komên Ixwan li taxa Eyn Şemis li Qahîrayê dişopand hat gulebaran kirin di temenê 22 salî hat qetilkirin. Meyada bû yekem şehîda çapemeniya Misirê. Kuştina Meyada bû sedema domandina tekoşîna ji bo ewlehiya rojnemevanên Misrê.
Parêzvana ajalan Selwa Ebû El-Neca
Selwa Ebû El-Neca lîstikvana goga destan a Misrê ango şehîda dilovaniyê wekû ku şopadarên malparên civakî dibêjin. Selwa bêtirî 30 pisîkan xwedî dikir. Di sala 2015'an de dema agir bi mala wê ket, nexwest ku ji mal derkeve heya ku pisîkên xwe rizgar bike û yek li pey yê din rizgar dikir heya ku 19'e pisîk rizgar kir. Heta pisîka dawî derxist dawiyê agir bi wê ket û nekarî derkeve. Selwa ji berpirsyariya xwe nereviya û isbat kir ku giyanê lawaz bi kêrî tiştek nayê. Wê cesareta jinan a ji bo rizgarkirina zindyan nîşanî hemû cîhanê da.
Parêzvana şunwaran Necwa EL-Hecar 
Necwa EL-Hecar yekemîn şehîda polîsên jin a Misrê ye. Di 9’ê nîsana 2017’an de, dema ku parastina dêra EL-Merqisî ya li Iskenderonê dikir, çetetekî teqîn li wê dêrê pêk anî û di ancama teqînê de Necwa jî di navê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.  
Pîlota Misrî Semer Ezedîn
Semer Ezedîn yek ji endamên koma balafiran a Misrê ku di sala 2016’an de dema ji Fransayê vedigeriya ket deryaya navîn. Rojnemeyên cîhanî wêneyên hosteya balafiran a ku berî bûyerê mirina xwe texmîn dikir belav kirin. Tevî ku bi mirina xwe hîskiribû jî dîsa li ser karê xwe bû û moralê wê bilind bû.
Pêşkêşvan Mey Sdiyaq
Mey Sdiyaq li Lubnanê weke şehîda dijî bi nav dikin, di îlona sala 2005’an de ji ber cesareta nêrînên xwe yên siyasî di bernameya xwe ya Neharûkum Seîd de rastî hewldanên kuştinê hat. Tevî ku bi berdewamî gef dixwar jî wê tu carî ji nêrînên xwe yên siyasî gav şûnde neavêt. Di encama hewldanên kuştinê de Mey dest û lingê xwe winda kir.