Ji qedexeyên sedsalan ber bi azadiyê ve

Îro li xwe kirina pantora ji rêzê tê dîtin lê berê weke tabû bû. Dîroka lixwekirina pantoran a jinan bi qedexe, hêrs û berxwedaneke mezin hat nivîsandin. Jinan çawa sembola hêza mêrsalar şikand?

Navenda Nûçeyan – Her çend di roja îro de li xwekirina jinan a pantoran bi berfirehî tê qebûlkirin jî, ‘mafê lixwekirina pantoran’ têgînek gelek nû ye. Li otêlên luks ên navneteweyî, heta salên 1970’an, lixwekirina pantoran ji jinan re qedexe bû. Firoşgehek navdar a li Londonê heta sala 1970’an qedexe kiribû ku muşteriyên pantor li xwe dikin bikevin hundir. Lêbelê, piştî wan salan, jinan bi têkoşîna xwe dîroka lixwekirina pantoran ji nû ve nivîsand.

Sembola hêza mêrsalar û tabûya jinan

Ji Serdema Navîn û pê ve, pantor wek beşek girîng ji cilên şer ên şovalyeyan dihat hesibandin. Ji sedsala 14’an û pê ve jî, pantor wek cil û bergek ku tenê ji bo mêran dihat qebûlkirin cih girt. Li xwekirina pantoran bi gelemperî ji bo jinan qedexe bû; heta li hin deveran, ji bo vê qedexeyê qanûnên taybet jî hatin derxistin. Pantor di civaka mêrsalar de, bûbû sembola îdeolojîk a hêz û mêraniyê. Ji ber vê yekê, li xwekirina pantoran ji bo jinan wek tabûyek cidî dihat hesibandin.

Helbet, jinên ku li hember van qedexeyan li ber xwe dan û gavên wêrek avêtin hebûn. Yekem gava ku tê zanîn ji hêla jinên Fransî ve hat avêtin. Parîsê tenê di rewşekê de destûr dida jinan: ger destûra rayedarên bajêr hebûya, wan dikaribû pantor li xwe bikin.

Gaveke radîkal di tevgera jinan de: 'Bloomer'

Ji nîvê sedsala 19’an û pê ve, tevgera mafê jinan bi tevgera pantor a jinan ve ji nêz ve girêdayî bû. Daxwaza pantoran a jinan her ku çû xurttir bû. Yek ji mînakên herî girîng çalakvana mafên jinan a Emerîkî Amelia Bloomer bû.

Amelia Bloomer a edîtora kovara femînîst The Lily, dema ku wê bi eşkereyî ji bo reforma cil û bergan piştgirî da, dengvedanek mezin çêkir. Di sala 1851’an de, wê di kovara xwe de fermana ji bo çêkirina pantorên heta çokan ji bo jinan weşand û paşê ev pantor wek "bloomer" hatin binavkirin. Pantor di raya giştî de azadîyek berbiçav pêşkêş dikir. Lêbelê, raya giştî ya jinan li ser vê şêwaza modayê ya nû dudil bû. Her çend hin jinên li bakur-rojhilatê DYE’yê di çalakiyên fermî de bloomer li xwe dikirin jî, piraniya wan li Ewropayê cesaret nedikirin bi bloomer derkevin derve. Demek dirêj, bloomer wek şêwazek pir radîkal hat qebûlkirin.

Ji hêrsha giştî ber bi unîformayên şer ve

Têkoşîna jinan a ji bo pantoran ji salên 1910’an û pê ve gaveke nû bi dest xist. Dîzaynera Parîsî Paul Poiret ku ji tevgera oryantalîzma hemdem îlham girtibû, pantorek ku heta erdê dirêj dibe dizayn kir. Dema ku Paul Poiret bi modelên ku wan pantoran li xwe dikirin re çû pêşbirkek hespan a giştî, neçar ma ku xwe li beramberî gelê bi hêrs bi daran biparêze. Sedema vê hêrsê ew bû ku di wê demê de, jinên ku pantor li xwe dikirin tenê di wêneyên eşkere yên cinsî (erotîk) de dihatin naskirin.

Lêbelê Şerê Cîhanê yê yekem, ji ber ku gelek jin neçar man ku di karên bi pere de bixebitin, qedexeya hişk a li ser pantoran ji bo jinan hinekî nerm kir. Jinan berê cilên kar ên mêran li xwe dikirin. Mînak, karkerên kargehê yên jin dest bi lixwekirina cilên tilum kirin; jinên ku di xizmetên giştî de dixebitin di zivistanê de unîformayên dirêj ên pantor bi kar dianîn. Lêbelê, neçarkirina jinan ku cilên mêran li xwe bikin, wek binpêkirina sînorên zayendî nehat dîtin. Berevajî vê, di demên şer de wek diyardeyek guncaw û demkî dihat hesibandin. Ji xwe gava şer bi dawî bû, her kes vegeriya qaîdeyên modayê yên mêrsalar.

Şikandina qalibên zayendî û qedexeyên nêz

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hin nav û marqeyan pêşengiya pantorên jinan kirin. Di salên 1920’an de, dîzaynerên modayê yên Fransî pantorên ku bibe alîkar da ku jin bikarin li gondolên li Venedîkê siwar bibin dizayn kirin. Şerekî mezin li dijî korse, bilbil, dantel û firfiran hate kirin û qalibên zayendî hatin şikandin.

Lêbelê, heta dîrokek nêzîk jî, li gelek welatan qedexeya lixwekirina pantoran a li avahiyên giştî li ser jinan berdewam kir. Li Tirkiyeyê, qedexeya lixwekirina pantoran ji bo jinan li saziyên giştî piştî darbeya 12’ê Îlonê (1980) hate ferzkirin. Ev qedexeya ku bi salan berdewam kir, tenê di sala 2002’an de bi tevahî hate rakirin.