Isadora Duncan: Şoreşgera xwedî ruhê azad ê reqsa nûjen

Isadora Duncan a ku rêgezên baleya klasîk red kir, bingeha reqsa nûjen avêt, bû yek ji navên pêşeng ên hunerê bi azadî û mafên jinan re kirin yek. Isadora di tevahiya jiyana xwe de li dijî normên civakî derket.

Navenda Nûçeyan – Isadora Duncan a ku rêgezên hişk ên reqsa klasîk bi rîtma xwe lêpirsîn kir, bû yek ji navên herî girîng ên pêşengî ji reqsa nûjen re kir û ket dîrokê. Isadora Duncan a ku reqsa xwe li ser fikra azadî, azwerî, evîn û guherîna civakî ava kir, zimanê îfadeyeke şoreşger a ku hê jî bandora xwe li ser jiyana jinan dike bi pêş xist.

Bi hunera xwe îtiraz kir

Li gorî wê pirsgirêka esasî, ew bû ku di pergala bi serdestiya mêr de jin nedihatin dîtin. Ew vê pergalê weke “skandal” û “şerm” pênase dike, hunera xwe bi awayê îtiraza ji vê pergalê re pêşkêş dikir.

Isadora Duncan hê di temenê zarokatî de rêgezên baleyê lêpirsîn dikir, fikra reqsa li ser tiliyan, “li dijî xwezayê” dît, red kir û berê xwe da pêşxistina tevgera bi feraseta xwe ya xwezayî. Ev nêzikahî bû bingeha avakirina reqsa nûjen û destpêka îfadeya hestên xwe.

Teşe da kostum û koreografiyê

Isadora Duncan di sala 1877’an de li bajarê San Francisko yê DYE’yê hat cîhanê, di atmosfereke hunerî de mezin bû. Di dema rêwîtiya Ewropayê de, ji çanda Yunana Antîk bi bandor bû, vê bandorê dûre ji kostumên dike heta feraseta koreografiyê, di gelek waran de xwe nîşan da. Di serdemên pêşîn ên kariyera xwe de her çendî pêşandanên wê yên li Chicago û New Yorkê kêm eleqe dîtibin jî serkeftina ku li Londrayê bi dest xist wê veguherand hunermendeke navneteweyî. Dûre li Parîs, Elmanya, Avusturya, Macaristan, Yunanistan û Rûsyayê derket ser dike

Bû parêzvana azadiya jinan

Isadora Duncan bi reqsê bi sînor nema, bû parêzvana azadiya jinan. Li dijî normên civakî, pergala baviksalar û sînorkirina bedena jinan derket. Qet nezewicî; du zarokên wê ji derveyî zewacê çêbûn û rêgeza azadiya şexsî di jiyana xwe de esas girt lê trajediyan li ser jiyana wê bandor kirin. Zarokên wê di qezaya trafîkê de mirin, dûre zarokek wê yê din jî mir û ev yek di jiyana wê de bû yek ji xalên şikestinê. Tevî van hemû êşan jî, hunera xwe domand û rewqê weke awayê îfade û berxwedêriyê domand.

 Hunerê weke rêbaza veguherînê dît

Eleqeya wê ya ji bo Yekîtiya Sovyetê û hewldana wê ya vekirina dibistana reqsê li Moskovayê, perçeyek ji sekna wê ya polîtîk û hunerî bû. Hunerê ne tenê weke estetîk, di heman demê de weke rêbaza veguherîna civakî dît.

Di dawiya jiyana xwe de têkiliya wê ya bi helbestvan Sergey Yesenîn re veguherî pêvajoyeke bi aloz. Piştî wê pêvajoyê di sala 1927’an de li bajarê Nîce yê Fransayê bi qezayek jiyana xwe ji dest da.

Jiyan û hunera Isadora Duncan, mîrasa ku sînorên reqsa nûnen diyar dike hişt. Zimanê îfadeya azad ê ku bi bedenê re danîbû, îro hê jî ji bo hunermend û jinan yek ji çavkaniyên îlhamê ye.