Fîlmê rojê: Birayên Leyla
Fîlmê “Birayên Leyla” pergala baviksalar a Îranê ya ku sîrayetî hemû saziyan kiriye nîşan dide. Fîlmê ku mijara wê malbateke xizan e, li ser têkoşîna tekane keça malbatê Leyla disekine û polîtîkayên rejîma mola yên li dijî jinan tîne ser perdeya spî.
Navenda Nûçeyan – Fîlm, li esr krîz û pirsgirêkên ku encama polîtîkayên rejîma Îranê yên li dijî civakê û jinan nîşan dide disekine.
Krîza aborî ya ku civak bi siyaseta dewletê ya despotik tê mêtingehkirin, her diçe pirsgirêkên malbat û jinan kûrtir dike. Fîlm zextên ji ber krîza aborî çêbûne; pevçûnên nava malbatê û têkoşîna jinan a li dijî van zoriyan, weke vegotina jiyanê di ser jiyana malbatek de vedibêje.
Fîlm, bi hinceta ku rejîma Îranê rexne kiriye piştî ku hat pêşandan, li welat hat qedexekirin û 6 meh ceza li derhêner Saeed Roustayî hat birîn.
Fîlmê “Birayên Leyla”, Xelata Federasyona Rexnegirên Fîlmên Navneteweyî 75’emîn Fîlmên Cannes (FIPRESCI) girt û li tevahiya cîhanê bû yek ji projeyên ku herî zêde tê meraqkirin. Li ser daxwaza derhêner fîlm, di festîvala “Fajr” a dewletê ya Îranê de nehat pêşandan.
Çîrok…
Çîroka fîlm li ser jiyana Leyla ya ku het çilsaliya xwe dê, bav û çar birayên xwe xwedî kiriye derbas dibe. Destpêkê her çendî weke drameke malbatê xuya bike jî, bi naverok û peyama ku dide xiya dike ku di nava xwe de piştgirya ji bo şoreşa jinan a li Îranê “Jin, Jiyan, Azadî” dihewîne.
Piştî ku her çar bira ji karê xwe dibin, berpirsyariya aborî ya malbatê li ser Leyal dimîne. Li vê derê çanda qedîm a Îranê dikeve dewrê; aliyên jinan ên pêşengiya jiyanê û berxwedana wan derdikeve pêş, nêzikahiya bi zext a rejîma mola ya ku ked û hebûna jinan nabîne derdikeve pêşiya wê. Di fîlm de Leyla, hewl dide van nêrînan bişkîne, bi tiştên ku ji bo malbata xwe dike û bi cesareta xwe derdikeve pêş.
Fîlm, ji aliyekî ve ambargoya li Îranê û polîtîkayên mêtinkar ên dewleta Îranê digre bin mercekê, ji aliyekî ve nîşan dide ku malbateke xizan çawa di rojek de çawa ber bi hilweşînê ve çûye. Bav, tevî malbata xwe jî li pey berjewendiyên xwe diçe, dek û dolaban çêdike. Vê helwesta wê ya mêtinkar li ser hêviyên jiyanê yên zarokan bandoreke çawa çêkiriye.
Leyla sîleyek li rûyê rejîma zextkar û rizî dide
Leyla piştî ku aliyê zextkar û berjewendîperest ên bavê xwe dibîne, li dijî wî dest bi têkoşînê dike. Vê berxwedana li dijî pergala malbatê, nîşan dide ku pirsgirêkên ji ber zayendperestiya civakî û tunebûna perwerdeyê çêdibin, çawa bandorê li ser jiyana mirovan dikin. Leyla, sîleyek li rûyê rejîma zextkar û rizî dide; sekna jineke ku li dijî paşverûtiyan li ber xwe dide raber dike.
Fîlmê “Birayên Leyla”, çîroka malbateke ku li di navbera kevneşopî û moderniteyê de maye biz imanekî dramatik lê di heman demê de bi mîzaheke cuda pêşkêş dike.
Fîlm, bi awayê balkêş nîşan dide ku êdî bi rejîma Îranê re jiyan nabe.
Fîlm, bi naveroka xwe ya ku destekê dide şoreşa jinan û civakê “Jin, Jiyan, Azadî” peyamên girîng dide jinan û civakê.