Fîlma Rojê: Suffragette

Suffragette fîlmek dramatîk a dîrokî ya sala 2015’an e, li ser têkoşîna dijwar û îlhambexş a jinan li Îngilistana destpêka sedsala 20’an ji bo bidestxistina mafê dengdanê û namzediyê ye.

Navenda Nûçeyan – Derhênera fîlm Sarah Gavron e û ji hêla Abî Morgan ve hatiye nivîsandin, fîlm dramatîkeke dîrokî ye li ser tevgera mafê dengdana jinan disekine. Fîlma ku ji bûyerên rastîn ên li Londonê ji destpêka sedsala 20’an îlham girtiye, li ser têkoşîna jinan ji bo mafên bingehîn disekine.

Fîlm li ser jiyana Maud Watts, jineke karker a ku jiyana asayî dijî û karê cilşûştinê dike ye. Mauda ku di destpêkê de bêalî bû, tevlî tevgera mafê dengdanê dibe dema ku şahidiya neheqiyên jin bi wan re rû bi rû dimînin dike. Mauda ku dixwaze mafên wekhev bi mêran re bigre û di hemû aliyên jiyanê de xwe bindest hîs dike, tevlî tevgera "Suffragette" dibe ku ji hêla kesayetên pêşeng ên wekî Emmelîne Pankhurst ve tê birêvebirin. Fîlm veguherîna şoreşgerî ya jineke asayî, ji xwepêşandanên aştiyane bigre heta çalakiyên radîkal (grev, bombebaran, hwd.) ji bo mafên dengdanê û edaletê nîşan dide. Berxwedana jinên ku bedelên giran didin, zordariya dewletê, hovîtiya polîsan, windakirina kar û hilweşîna malbatê, di seranserê fîlm de cih digre.

Tevgera mafên jinan temsîla serdemeke dîrokî ya dijwar dike ku tê de jin ji bo dengê xwe bidin bihîstin, ketine grevên birçîbûnê û bi hovîtiya polîsan re rû bi rû mane. Fîlm çîroka yek ji tevgerên femînîst ên pêşîn ên dîrokê vedibêje. Ew ne tenê li ser daxwazên jinan ên ji bo mafê dengdanê disekine; her wiha şert û mercên xebatê yên dijwar, mûçeyên kêm û tacîza kardêran a ku jinên çîna karker ên wê demê pê re rû bi rû mane bi awayekî berbiçav nîşan dide. Mafê jinan bi nîşandana jinên asayî yên di nava tevgerê de, li şûna şopandina vegotineke biyografîk a klasîk, derdikeve pêş. Ew aliyê dijwar ê têkoşînê nîşan dide, ne yê romantîk. Dîmenên protestoyê û destwerdanên polîsan bi taybetî bandorker in. Fîlm her wiha bandora Emmeline Pankhurst, kesayetiyeke dîrokî ya rastîn, li ser tevgerê vedikole.

Carey Mullîgan rola sereke ya Maud Watts dilîze û fîlm her wiha lîstikvanên bihêz jî dihewîne, di nava wan de Meryl Streep (wek Emmelîne Pankhurst) û Helena Bonham Carter hene.

Bi nîşandana xwe ya bihêz a dîrokê, têkoşîna civakî û çîrokên karakterên bihêz, "Suffragette" fîlmek pir bandorker e. Atmosfera wê ya giran lê di heman demê de ramanwer jî wê dike hêjayî temaşekirinê.