Fîlmê Rojê: Rûpelê Sor

Filîmê bi navê Rûpelê Sor di sala 2016’an de ji aliyê Derhêner Dersîm Zerevan, Prodûksiyon Çîdem Roj, Ehmed Feqe, Hêjar Ahmed, Komîna Fîlma Rojava, Med Film prod, Directora Fîlîmê, Komas Fekî Elsûleyman, Edîtor Serhat Huluka û Muzîk Memo Gûl ve hatiye amadekirin.

Filîma Rûpelê Sor qala rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî axa Rojavayê Kurdistanê dike. Rola sereke ya filîmê ku jineke weke helbestvan da ku rastî û berxwedana gel lêkolîn bike berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.

Ya ku rola sereke di filîmê Rûpelê Sor de dileyîze rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku dema li Şengalê êşên di fermanê de bi serê civaka Êzidî hatî digihand 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşên pêşmergeyên Roj de giran birîndar dibe û di 22’yê Adara heman salê de jiyana xwe ji dest dide.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tirmehê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve gelek êrîşên qirker pêk hat û di wan êrîşan de gelek bûyerên bi êş hatin jiyîn ku îro derhêner û prodûksiyonên kurd gelek filîm û belge filîman çêdikin. Fîlîma Rûpelê Sor ku wateya xwe dîroka bi êş, hovitiya çeteyên DAIŞ’ê li ser welatiyên Rojavayê Kurdsitanê û li hemberî wê berxwedaniya gel, tîne ziman. Dîroka ku bi xwînê hatiye nivîsandin, di filîma Rûpelê Sor de hatiye nûjenkirin.