Fermandara wêrek û ciwan: Mizgîn Botan

Mizgîn Botan dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Kobanê dijwar dibin berê xwe dide Kobanê. Mizgîn Botan a di 29’ê Çileya 2023’an de li Eyn Îsa’yê jiyana xwe ji dest da, bi têkoşîna xwe bû pêşenga gelê xwe û mîrasek li pêy xwe hişt.

BÊRÎTAN HEYAM

Hesekê – Şoreşa Rojava bi sekn û pêşengiya jinên azad bû xwedî gelek destkeftiyan. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê yekitiya neteweyî û yekitiya gelan têkoşîneke domdar heye. Gelek keç û xortên leheng xwe spartin vê stargehê. Gel sînor nas nekir û sînorên netewperestiyê ku ji her milî ve civakê parçe dikirin, hilweşandin. Bi nasname, hebûn, ziman û çanda welatpareziyê re vîna xwe xurt kirin û berê xwe dan eniyên berxwedanê. Li ku dibin bila bibin parastina axa welatê xwe, erka xwe ya sereke dîtin. Ev yek di bingeha xwe de ji hestên welatpareziyê dihat. Gelê Kurd û Kurdistaniyan bi ruhekî canbexşane berê xwe dan warê şoreşê. Bi hemû hêza xwe ve di vî şerî de cih girtin. Li hemberî gotina şefê faşîst Erdogan ku digot “Kobanê ket, wê bikevê”, bi yek dengî gotin: “Berxwedan Jiyan e." Yek ji van kesan jî fermandara ciwan a wêrek Mizgîn Botan bû.

Jiyan û têkoşîna Mizgîn Botan

Rojda Kaynar bi nasnav Mizgîn Botan di nava malbateke welatparêz de, li warê berxwedan û serhildanê li Cîzîra Botan ji dayik dibe. Mizgîn Botan çawa ku bi biryardariyek xurt beşdar bû, her erk û berpirsyariya ku ket ser milên wê pêk dianî û xwedî li erkên demê derdiket. Çeteyên DAIŞ’ê dema ku êrîşî Kobanê kirin, weke jineke wêrek bi azweriyeke mezin tevli bû, di demeke kin de weke fermandareke ciwan rol girt. Hêrsa wê li dijî hemû komkujiyan pir mezin bû. Çawa ku li dijî qirkirinên DAIŞ’ê yên li dijî gelan pêk anîn, bi awayekî çalak û xurt di eniyên şer de cih girt, di heman astê de jî li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ku li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê komkujî pêk anîn, hêrsa wê pir mezin bû.

Di çavên wê de tîrêjên jiyana azad hebûn

Ji ber ku xwedî dileke mezin bû, hemû rêhevalên xwe bi germahî hembêz dikir. Bi rêhevalên xwe re di sengerên şer de mil bi mil têkoşîneke bêhempa dimeşand. Di temenê xwe yê ciwan de barê têkoşîna neteweyî da ser milên xwe û bi kesayeta xwe ya xurt, erkên xwe heta dawiyê pêk anî. Di nava refên YPJ’ê de weke fermandareke ciwan bi zanebûna Şerê Gelê Şoreşgerî xwe perwerde kir. Di warê taktîk û stratejîk de lêhûrbûna xwe kûr dikir. Xwe gihîştand pêşengiyeke rast. Hezkirina xwe ya axê bi têkoşîna xwe ya jiyanê re kir yek. Di nîqaşek de ji rêhevalên xwe yên têkoşînê re wiha digot: “Jiyana azad wek xwegihandina cenetê ye.” Ango jiyana azad weke cenetê pênase dikir.

Bi xwe re sekna jiyana azad û bi vê yekê re hebûna xwe bi wate dikir. Bi coş û moraleke mezin her roj pêşwazî dikir. Mizgîn Botan di nirxandineke xwe de ji bo jiyanê wiha digot: “Mirovek bi rastiya xwe nejî, wê demê nikare aîdê xwe jî be. Ev yek nahêle ku xweşikiya jiyana rast were dîtin û jiyîn. Kesên ji rastiya jiyanê direvin nikarin tiştekî hîs bikin û encamek ji vê yekê nayê girtin.”

Bû pêşenga gelê xwe

Mizgîn Botan bi sekn û jiyana xwe her dem cihê rêzgirtinê bû. Gavên xwe pir xurt diavêt. Heta hênaseya xwe ya dawiyê ji hezkirin, moral û coşa xwe tu carî tewîz neda. Bi şerê xwe û jiyana xwe xweşikeyeke mezin ava kir û wiha jî hat hezkirin. Mizgîn Botan a di 29’ê Çileya 2023’an de di encama qezayê de li Eyn Îsa’yê jiyana xwe ji dest da, bi têkoşîna xwe bû pêşenga gelê xwe.