Enerjiya jiyanê ya Nagîhanê ji niha û pê ve jî dê rê nîşanî me bide

Nagîhan Akarsel, bi tevgera xwe hewl dide zanabûna jinan di hemû warên jiyanê de heyî bike. Ew ronahî, zanîn, hêvî û xweşikbûna jinan bû. Dilopên hest û wateyê yên ku ji Nagîhanê dibariyan, dê bibin gol û dê bi heqîqeta jin, jiyan, azadî re bibin yek.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovana Jineolojî akademîsyen Nagîhan Akarsel (Zîlan) roja 4’ê Cotmehê li Herêma Federal a Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê bi êrîşa çekdarî hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel ji gundekî girêdayî Cîhanbeyliya Konyayê, li gundê Xelikanê di sala 1976’an de hat dinyayê. Kesên li gund ji xwe re dibêjin kurmanc. Li gund, şiyariya piştî derketina rojê guneh tê dîtin. Tu carî avê li xweliya agir nakin. Nagîhan li ser van kevneşopiyan pir lêkolîn dike. Her çendî gund ê Henîfiyan be jî Nagîhan hebûna van kevneşopiyan bi elewîtî û êzidîtiyê ve girê dide, ji Meletî heta Dêrsimê li ser vê yekê lêkolîn dike. Hezkirina xwe ya ji bo Dêrsim û Şengalê bi vê ve girê dide.

Ji zarokatiyê ve meraqa wê ji çîrokên jinan re heye

Nagîhan zarokatiya xwe li gund derbas dike, gund deşt e, zuha ye, li her derê zeviyên genim hene. Genim pir bi qîmet e. Dema ku libên genim bikevin erdê wekî ku xwîn birije lê tê nihêrîn. Bi zarokên li gund re piştî baranê ji bo bêhna axê bigre, bi lingên pêxas derdikeve derve dûre dikevin nava savara ku kelandine û erdê raxistine dûre jî bi zarokên xalên xwe re li mala xalê xwe yê mezin kom dibin. Ew tu carî wan deman ji bîr nake, tama demên zarokatiyê her dem pê re dimîne. Ji zarokatiya xwe ve meraqa wê ji çîrokên jinan re heye. Têkiliya xwe ya bi bavê xwe re li ser esasê hevaltiyê çêdike. Bi qasî ku bi çanda xwe ve girêdayî ye, ewqas li dijî pîvanên baviksalar e, tu carî qebûl nake.

Hezkirina wê ya ji bo welat pir kûr bû

Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li gund dixwîne. Pir serkeftî ye li dibistanê. Zû dikeve azmûnên zanîngehê, cara yekem ji bo azmûnê bi destê bavê xwe digre û ji gund derdikeve. Li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşa çap û weşanê dixwîne. Di xebatên YCK’ê de cihê xwe digre. Her dem naîf, rûbiken û lêkolîner e. Çawa dest bi zanîngehê dike, jiyana bajar a sar û madeperest jê re nexweş tê, berê xwe dide cihên ku jiyana komunal lê heye. Piştî ku dest bi xebatên YCK’ê dike ev aliyê wê zêdetir dibe. Bi hezkirina beşa rojnamegeriyê dixwîne lê tu carî nafikire ku di nava pergalê de ji xwe cihek bibîne, ji ber wê berê xwe bi temamî dide têkoşînê. Her ku têkoşîna gelê xwe nas dike, ji Xelikanê ber bi Kurdistanê ve, ji Kurdistanê jî ber cîhanê ve diçe. Hezkirina welat pir ji kûr ve dijî. Ji ber vê yekê hewl dide rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fam bike û di kesayetiya xwe de bi cih bike.

Di xebatên avakirina Jinhayê de cihê xwe digre

Di salên 2001-2007’an de ji ber xebatên li zanîngehê tê girtin. Piştî ku ki girtîgehê derdikeve di navbera salên 2008-2014’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de nûçegihaniyê dike. Di wê navberê de ji bo lêhûrbûna xwe ya li ser azadiya jinan kûrtir bike, dersên beşa lêkolînan jinan a Zanîngeha Hacetepeyê dişopîne. Di xebatên avakirina yekemîn ajansa jinan Jinhayê de cihê xwe digre.  Bi salan di çapemeniya Kurd de nûçegihaniyê dike, li pêşiya nûçeyan diçe. Di pêşxistina rojnamegeriya Kurd de kedek wê ya mezin heye, hîn dike, dost e, rêheval e. Bi hezkirin nêzî kesan dibe. Tenê li Kurdistanê bi sînor namîne, bi jinên ji beşên cuda re têkilî datîne û dostaniyê çêdike.

Xebatên jineolojiyê digre ser milên xwe

Xebata ji bo zanista jineolojiyê ku Abdullah Ocalan beşeke girîng dibîne, hem ji aliyê akademîk ve hem jî ji aliyê sazîbûyînê ve digre ser milên xwe û didomîne. Dema ku dest bi sazîbûyîna jineolojiyê tê kirin, beşdarî xebatên Akademiya Jineolojiyê dibe. Di destpêka avakirina Kovara Jineolojiyê de bi şev û roj dixebite. Hem endama lijneya weşanê ya kovarê ye hem jî dinivîsîne. Ji bo ku Kovara Jineolojiyê veguhere platforma azadiya jinan, her dem li riyên nû digere.

 Nivîskara gelek rojname û kovaran bû

Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê di gelek beşand de lêkolîn dike û perwerdeyê dide. Bi hezaran kesî perwerde dike, di gelek rojname û kovaran de dibe nivîskar. Diçe li ku balê dikşîne, bi taybetî bala ciwanan diçe ser wê. Zarok û dayik pir jê hez dikin. Di sala 2018’an de diçe Efrîn û Şengalê û lêkolînên ku li wan deran dike ji bo bixe pirtûk li ser wan dixebite. Her çendî k heyran û evîndarê çanda Hewramanê, çanda berxwedêr a jinên Rojhilat e jî û li ser wê herêmê dixebitî jî; neçûbû Rojhilatê Kurdistanê û vê kêmasiyê her dem hîs dikir.

Xebatên ji bo Pirtûkxaneya Jinan dimeşand

Ji sala 2019’an, heta roja ku hat qetilkirin, li Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistina xebatên jineolojiyê bênavber xebitî. Tevî ku nû hînî zaravayê Soranî bûbû jî; li Başûr bi dehan caran li ser jineolojiyê perwerde, kurs û semîneran da. Bi ciwanan re kampên jineolojiyê li dar xist. Du salên dawî bi heyecanek mezin, hewl dide lêkolînên ku li ser nirxên jinên Kurdistanî, çanda devkî kiribû, bîne ba hev. Ji bo rêxistinbûnek ku ji ronesansa jinan re pêşengiyê bikeve ava bike bênavber dixebitî. Ji ber vê yekê ji bo avakirina Navenda Lêkolînên Jinan û Arşîvê bi sebir, wekî ku bi derziyê bîrê bikole xebitî. Tevî gelek astengî û zehmetiyan, xwe spartibû şoreşa Başûr a ku bawer dikir dê bibe şoreşa jinan û riya xwe didomand tu carî hêviya xwe winda nekir. Ligel van xebatan, xebateke wê ya bi awayê romanê ku li ser hevdîtina bi heqîqeta Abdullah Ocalan re bû, hewl dida nivîsandina wê biqedîne lê beriya ku temam bike ji me veqetiya.  

Zanabûna jinan di her warê jiyanê de nîşan da

Lêgerîna xwe ya ji bo zanebûn, bawerî û hestan, di hemû demên jiyana xwe de domand. Çû li ku, destê xwe di çi, hestên xwe, zanîna xwe bi xwe re bir û şopa wan hişt. Pir baş dikaribû hest û fikrên xwe bi awayê sentezê bi hev re bîne ziman. Zanabûna ku ji dîroka jinan diwerifî, li hemû beşên jiyanê heyî kir. Ev zanebûneke wisa bû ku desthilatdariya mêr red dikir, gotina jin û civakê diparast û hişyariya ekolojîk zêde dikir. Bi vê lêgerîna xwe ya zanebûn û heqîqetê, li dijî komplogeriya di dîrokê de ya bi desthilatdariya mêr pêk hatiye, li dijî qirkirin û dagirkeran her dem şervaniya pîrozahiyan kir.  

Dê têkoşîna wê nîvî nemîne

Dê dilopên wê yên ji kaniya hest û wateyê mezin bibin, bi rastiya jin jiyan azadî re li her derê der bibin. Ev êrîş li dijî têkoşîna jinan a ku her diçe mezin dibe û sekna wan a azad e. Ev êrîş tolgirtina ji jinên xwedî çalakiyên fedayî ye. Nagîhan ronahî, zanîn, hêvî û xweşikbûna jinan bû. Xwedîderketina li wê, tê wateya parastina xweşikbûn, başbûn û azadiyê. Girêdana wê ya bi darên tûyan re, bi qasî hesretên wê yên bi zarokatiya wê re bi hêz bû. Jinên Kurd dê ne avahiya Navenda Lêkolînên Arşîv û Pirtûkxaneya Jinan; enerjiya Nagîhanê ya ku bi heyraniya dara tûyê ya li bexçeyê avahiyê, wê derê hilbijartibû, esas bigrin û wê re bijîn. Enerjiya wê û hezkirina wê dê rê nîşanî me hemûyan bide, em ê şopdarên hesret û xeyalên wê bin, têkoşîna wê nîvî nehêlin.