Dengê jinan sînoran derbas dike

Amalgamation Choir (Koroya Amalgamation) ku li Qibrisê ji aliyê jinên ji temen û çandên cuda ve hatiye damezrandin, bi şîroveyên awazên bêyî bikaranîna enstrumanan, jiyana nû dide melodiyên berê.

Navenda Nûçeyan- Carna stranek gelêrî, carna melodiyek ji rabirdûyê hatiye… Jinên li Qibrisê tên cem hev da ku muzîka çandên cuda bi dengê xwe ji nû ve şîrove bikin.

Bi karanîna tenê hêza dengê mirovan û bê enstruman, Amalgamation Choir (Koroya Amalgamation) bi tevlihevkirina muzîka kevneşopî bi şîroveyên hemdem re ezmûneke muzîkê ya bêhempa pêşkêşî guhdaran dike.

Koroya ku di sala 2014’an de ji aliyê hunermend û şefa orkestrayê ya Qibrisî Vasiliki Anastasiou ve hat damezrandin, bi temamî ji jinan pêk tê. Koroya ku jinên ji temen û çandên cuda tîne cem hev, ji aliyê Vasiliki Anastasiou ve tê birêvebirin.

Awazên kevneşop bi dengê jinan ji nû ve tê zindîkirin

Koroya Amalgamation muzîka xwe li ser stranên kevneşopî, melodiyên ji çandên cuda û berhemên orîjînal ava dike. Lê kom tenê van berheman pêşkêş nake; ew bi riya aranjeyên awazan, ahengên hemdem û şîroveyên nû nasnameyeke cuda dide wan.

Jinên ku a cappella, cureyek muzîkê ya bi stranbêjiya awazan tenê bikaranîna dengên xwe yê mirovî bêyî enstrumanên muzîkê tê zanîn, dipejirînin carna dengê xwe wekî amûreke ku temamiya muzîkî ya dewlemend biafirînin bi kar tînin.

Çandên cuda dengê hevpar

Tişta Amalgamation Choir ji yên din cuda dike ne tenê şêwaza wê ya muzîkê ye, di heman demê de rastî ew e ku jin li dora berhemeke hevkar dicivin. Jinên ji nifş û çandên cuda dengê xwe dikin beşek ji vegotineke muzîkê ya hevpar.

Ev koma ku dengê kesên cuda di melodiyek yekane de li hev dicivin, guhdaran bi stranên berê ve girê dide û girêdanek di navbera çandan de diafirîne.