Claudette Colvîn: ‘Na’ ya keçeke 15 Salî

Di 5’ê Îlona 1939’an de zarokek keç a reşik, li Alabama ya Emrîkayê wek zarokek reşik a ji rêzê jidayîk bû. Navê wê, Claudette Colvîn bû. Ne wê ne jî malbata wê, nizanibûn ku rojek ewê bi gotinek “Na” di dîroka jinan a cîhanê de cihê xwe bigre.

Navenda Nûçeyan – Di 2’yê Adara 1955’an de, Claudette Colvîn a 15 salî li Montgomerya Alabamaya Emrîkayê, ji dibistanê vedigeriya malê. Ew di beşa otobusê ya ku ji bo rêwiyên reşik hatibû veqetandin de rûniştibû. Lê belê, dema ku otobus tijî bû, ajokar ji Claudette xwest ku rabe ser piyan û cîh bide rêwiyek spî. Wê tenê bi peyvek bersiv da: “Na.” Polîsan ew bi zorê ji otobusê derxistin, destên wê kelebçe kirin û ew binçav kirin. Wê rojê Claudette ya ku hîn zarokek bû, red kir ku li hember cudakariyê bêdeng bimîne. Berxwedana Clautte, 9 meh berî çalakiya bi heman rengî ya Rosa Parks pêk hat û paşê li çar aliyê cîhanê navdar bû.

Gotin ku pir ciwan e û dê piştgiriya raya giştî ya têr nestîne

Lê belê rêberên tevgera mafên sivîl ên wê demê, Claudette nekirin rûyê têkoşînê. Ji ber ku difikirîn ku ew pir ciwan e û dê piştgiriya raya giştî ya têr nestîne. Tevî vê yekê, Claudette bû yek ji dozdarên doza dîrokî ya li dijî cudakariya nijadî ya di otobusan de. Ev doz di biryara bidawîkirina cudakariya nijadî ya li ser veguhestina giştî ya li Emrîkayê de roleke diyarker lîst.

Claudette Colvîn di 13’ê Çileya 2026’an de, di 86 saliya xwe de ji ber sedemên xwezayî li maleke lênêrîna pîran a li Teksasa Emrîkayê, koça dawî kir.

Her çend navê wê bi salan li paş hatibe girtin jî, dîroknas îro Claudette Colvîn wekî yek ji lehengên nenas ên tevgera mafên sivîl bi bîr tînin. Çîroka wê tîne bîra me ku cesaret bi temen nayê pîvandin û carna gavên herî bihêz ên ku rêça dîrokê diguherînin, bi gotina "na" ya kesek dest pê dikin.