Bûyera Rojê: Roja Bîranîna Enfalê

Sala 1988’an rejîma Baas binavê operasonên Enfal ê yên qirkirina nijadiya Kurdan hedef kirî bi deh hezaran mirov qetilkirin, bi hezaran jin rastî tecawîzê hatin û di bazaran de hatin firotin.

Navenda Nûçeyan - Koka gotina Enfal ê û hinek ji wateyên wê, bi erebî jêre têgotin El Enfal ango Emeliyat tê wateya operasyon, tevger, xenîmetên şer û ji nû ve fetihkirin ê. Fermandariya Giştî ya Enfal ê, Buroya Bakur a Partiya Baas li bajarê Kerkûkê bû. Ji bo serkêşiya buroyê jî adara 1987'an pismamê Sadam Huseyîn Elî Hasan El Mecîd ku ji aliyê Kurdan ve weke Elî kîmyawî yan jî Elî Enfal tê zanîn, di asta serokwezîrtiyê de hat wezîfedarkirin. Elî Hesen bi erkên taybet li herêma Kurdan ket ser peyîwirê. Ji bo karê xwe bimeşîne jî baskên 1. û 5. ên artêşê, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Îstîxbarata Leşkerî, cerdevanên Kurd ku weke 'cehş' tên nasîn, tevî 200 hezar hêzên bejayî bi dehan balefir, bi hezaran bataryayên top, tank û çekên giran radestî wî hatin kirin. Sala 1988’an bi dawîbûna şerê Îran-Iraqê re hemû yekîneyên leşkerî yên li eniyan, tevî teknîk, tank û balefirên şer ber bi Kurdistanê ve şand û dest bi Enfalê kirin. Bi amadekariyan re çerxên mekanîzmaya qirkirinê heta Nîsana 1989'an geriyan.

Jinên zarokên wan li ber çavan hatin qetilkirin

Piştî ku xaka Kurdistanê ji aliyê mijokdaran ve hat mêtînger kirin êşên jiyane neqediyan. Jinên di şeran de keç, law û hevjînên xwe windakirin, şahidî ji pêvajoyên şer ên herî giran re kirin. Jinên mexdurê Enfalê yên zarokên wan li ber çavê wan hatin qetilkirin, şahidî ji qêrînên jinên rastî tecawîzê dihatin re kirin. Li gel ku salên dirêj ser komkujiyên Enfal ê yên di dîroka kurdan de binhişiyek bi êş hêlaye derbasbûne jî hîna jinên Başurê Kurdistanê dijwariya wê pêvajoyê di bîra xwe de zindî hêlane. 34 sal berê operasonên Enfalê yên ji aliyê rejîma Baas a diktator ve qirkirina nijadî li Başurê Kurdistanê hedef dikirin, hemû komkujiyên di navbera salên 1987-1989’an de digire nava xwe. Li gorî belgeyên fermiyên rejîmê operason dinavbera 23 yê sibata 1988 û 6’ê îlona 1989’an de pêkhatine.

Jinên rastî tecawîzê hatin û di bazaran de hatin firotin qet nepeyîvîn

Di komkujiyên Enfalê de li gel înfazên komî, sirgunan, operasonên hewayî û bejayî 77 caran êrîşên kîmyayî hatin kirin. Yek ji herêmên wêdemê rastî êrîşa kimyayî hatiye Helepçe ya di komkujiyên Enfalê de bûye sîmgeya qirkirina nijada Kurdan. Li gorî agahiyan di navbera 100, 180 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û windabûn. Her çendî li gorî belgeyên fermî weke ku 150 hezar mirovan jiyana xwe ji destdane nîşan bidin jî hê gorên komi yên nehatine vekirin û jimara mirovên li holê windabûne nehatine zelalkirin. Di înfazên komî de piranî mêrên destê wan çekê bigirin, di operasonên hewayî û êrîşên kimyayî de jî piranî jin û zarok qetilkirin. Aliyek xembariya Enfalê ya nehatî axaftin jî bi hezaran jinên rastî tecawîzê hatin û di bazaran de hatine firotin in. Gelek jinên ji Enfal ê mane hê bi pirsgirêkên deruniyên wê demê re têdikoşin. Jinên Enfalê dibêjin: “Herî baş em jinên Êzidî fam dikin.”

Di hedefê de komkujiya Kurdan hebû

Piştî têkçuna Saddam Huseyin li gorî belgeyên fermiyên hatin dîtin û vegotinên şahidan operasonên Enfalê di çarçoveya pilanekê de hatiye kirin. Despêkê herêmên hatine diyarkirin ji aliyê leşkeran ve tên dorpêçkirin, çun û hatinê qedexe dikin. Paşê jî leşker û çete dikevin nava gundan, mirovan li gorî temen û cinsiyeta wan ji hev cuda dikin, li wesayîtên leşkerî siwar dikin û ber bi “deverên nayên zanîn” ve dixin rê. Li herêmên valakirin jî lawirên wan û tiştên di malên wan de mayîn bi navê “xenîmetê” dest dan ser û ji xwe re birin. Piştî her tişt birin, bi duzeran mal, dibistan, mizgeft hemû avahî bi erdê ve kirin yek û çavkaniyên avê jî çîmeto kirin. Darên fêkiyan birîn, bax û bîstanên wan jî şewitandin. Her çendî rejîma Baas bi komkujiyan pirsgirêka kurdan li Îraqê hedef kiribû, li gel kurdan gundên suriyanî, êzidî, tirkmen û yahudiyan ên li Herêma Kurdistanê jî îmha kirin. Di çarçoveya Enfalê de ji derveyî navendên bajarên Kurdistanê hemû herêm bi navê “bê mirov hiştinê” de bê zindî hêlan. Hemû herêmên bejayî qedexe kirin û turên şînatiyan tine kirin.   

Li gorî belgeyan 18 jin birine Misrê

Komkujiyên Enfalê tenê bi mirinan sînor neman, mexdurên wê tayîbetî jî jinan kirinên dermiroviyên niha DAIŞ bi serê jin û zarokan tînin dîtin. Kolekirin û firotina, weke carye xebitandin û rastî tecawîzê hatina jinên Enfalê hîn zêdetir êşê kur dike. Hîna deruniya gelek jinên Enfalê başnebûye. Di belgeyên fermî de tê dîtin ku wê demê 18 jinên ciwan ji bo di qulubên şevê de bidin xebitandin birine Misrê. Tê zanîn ku zarok û jinên ciwan li Katar, Kuweyt, Mîrîtiyên Yekbûyên Ereban û Sudiya Erebistanê hatine firotin û pêşkêşî şêxên wan hatine kirin. 

 Mexdur dixwazin komkujî weke sucê mirovahiyê bê pejirandin

 Jin, zarok û xizmên windayan ên ji operasona Enfal ê sax filitîne bi gelek pirsgirêkên derunî û civakî re ru bi ru mane. Her çendî Hikumeta Herêmê hewildide pirsgirêkên derunî û civakiyên ji dema Enfalê mayî çareser bike jî, rexneyên bi qasî tê xwestin di aliyê madî û manewî de alîkarî nake hene. Gelek qurbaniyên Enfalê yên Başurû Kurdistanê û Başurê Îraqê hîna di gorên komî denin. Malbat dixwazin gorên komî bên vekirin. Her çendî hinek gorên komî hatibin vekirin jî ji ber qeyîrana aboriya herêmê bi sedan gorên komiyên li benda vekirinê hene. Li gorî agahiyên Wezîrê Enfal ê û Şehîdan parkirî heya niha nasnameya 104 zarokên ji gorên komî derxistine yên temenê wan di navbera 0-3 de nehatine tespît kirin.   

“Roja Bîranîna Enfal ê”

Parlementoya herêma Federal a Kurdistanê 14’ê Nîsanê weke “Roja Bîranîna Enfal ê” îlan kiriye. Saziyên fermiyên herêmê û xizmên Enfal ê taleba yên ji doza Enfal ê berpirsin bên darezandin û mehkum kirin, Enfal jî di qada navnetewî de weke sucê komkujiyê bê pejirandin dikin.