Begîn: Jinên ku di derbarê jiyana xwe de dibûn xwedî biryar

Begînên ku di sedsala 13’an de herî zêde li Belçîka û Hollandayê, ango li Ewropaya Rojava derketin holê. Ev komên jinan ên ku di nava piştgiriya hevdu de dijiyan, bi lêgerîna xwe ya serxwebûnê bûn yek ji mînakên herî balkêş ên dîroka jinê.

Navenda Nûçeyan – Dema ku serdema navîn tê ser ziman, di hişê mirovan de wêneyekî civakî yê ku qesr, şovalye û desthilatdariya dêrê lê serdest e zindî dibe. Li gorî romanên wê demê, bi gelemperî dihat hêvîkirin ku jin an bizewicin an jî xwe di manastiran de asê bikin. Lê belê jinên ku li derveyî van her du vebijarkan rêyeke nû xêz kirin jî hebûn. Ew Begîn bûn. Di serdema xwe de wekî yek ji komên jinan ên herî balkêş ên dîrokê hatin dîtin.

Begînên ku di sedsala 13’an de herî zêde li Belçîka û Hollandayê, ango li Ewropaya Rojava derketin holê, ne rahîbe bûn û ne jî zewicî bûn. Wan jiyaneke olî dipejirand, lê bêyî ku bi rêzikên manastirê ve girêdayî bin, di nava komên xwe de dijiyan. Gava ku bixwestana, dikaribûn ji vê komê veqetiyan. Her wiha ger bixwestana dikaribûn bizewicin û jiyana xwe bi şêwazekî din berdewam bikin. Bi van taybetmendiyên xwe, wan mînakên pir cuda ji jiyana asayî ya jinên wê demê nîşan didan.

Avakirina jiyanek serbixwe

Begînan debara xwe bi keda destên xwe dikirin. Qumaş û xalîçeyan çêdikin, li nexweşan dinêrîn, perwerde didan zarokan û alîkariya xizanan dikirin. Ev jinên ku piştgiriya hevdu dikirin, di qadên jiyana hevpar de hem di warê aborî hem jî di warê civakî de di nava pişgiriya hev de bûn. Ji ber vê yekê, gelek dîroknas Begînan wekî yek ji mînakên pêşîn ên hewldana jinan a ji bo avakirina jiyaneke serbixwe dinirxînin.

Bi “gunehkariyê” hatin sûcdarkirin

Lê belê, bêguman di wê demê de tevgera wan a serbixwe û birêxistinbûna wan a li derveyî hiyerarşiya dêrê rastî bertekên tund hat. Hinek komên Begînan bi “rêderketin û gunehkariyê” hatin sûcdarkirin. Di ser de jî, hinek jin ji aliyê dadgehên Engizîsyonê ve hatin darizandin. Yek ji mînakên herî naskirî Marguerîte Porete bû, ku ji ber berhema xwe ya nivîskî, di sala 1310’an de li Parîsê bi şewitandinê hat îdamkirin.

Jin dikarin derbarê jiyana xwe de bibin xwedî biryar

Çîroka Begînan bi temamî winda nebû. Îro li Belçîkayê wargehên Begînan (Beguine) ên ku hîn jî li ser piyan in, wekî şahidên bêdeng ên vê çanda piştgiriyê ya ku jinan bi sedsalan berê ava kiribû, hebûna xwe diparêzin. Dibe ku Begînan dîroka şerên mezin an jî ya qiralan neguhertibe, lê belê bi nîşandana ku jin dikarin di derbarê jiyana xwe de bibin xwedî biryar, bûn sembola berxwedaneke bêdeng a ku di dîrokê de şopeke kûr hiştiye.