Bajarê Kevnar ê Hatra: Navendeke baweriyê ya li Mezopotamyayê
Ji parastina leşkerî heta perestgehên pirxwedayî… Bajarê kevnar ê Hatrayê nîşan dide ku di her aliyê jiyanê û baweriyên Mezopotamyayê de, jin ne tenê fîgureke pîroz in, jiyan û civakê bi xwe ava dikin. Ango ew civak bi xwe ne.
Navenda Nûçeyan – Hatra bajarekî girîng ê kevnar e li herêma Mezopotamyayê li parêzgeha Nînowayê ye. Di navbera çemên Firat û Dîcleyê de, li ser riyên bazirganiyê ye. Bajar bi taybetî di dema Împaratoriya Partan de mezin bûnek bûye. Hatra ku îro bi xirbeyên xwe bala xelkê dikşîne, di sala 1985’an de ket Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê.
Her çendî dîroka rastîn a damezrandina Hatra nayê zanîn jî tê texmînkirin ku niştecihbûn vedigere sedsala 3’an a berî zayînê. Bajar di wê serdemê de mezin dibe di sedsalên 1 û 2’an ên piştî zayînê de. Di vê serdemê de, Hatra hem dibe navenda bazirganiyê hem jî ya olî.
Hatra di navbera Împaratoriyên Partî û Romayê de cihekî stratejîk bû. Ji ber vê yekê, wekî “padîşahiyek tampon” roleke girîng lîst. Bi saya pergalên xwe yên parastinê yên bihêz, bajar li hemberî êrîşên Romayê li ber xwe da û demek dirêj serxwebûna xwe parast.
Lê belê di sala 241 P. Z. de ew ji hêla Împeratoriya Sasaniyan ve hat girtin û bi piranî hat wêrankirin. Piştî vê bûyerê, bajar hat terikandin.
Çarçoveya dîrokî û çandî
Hatra, bi taybetî di sedsalên 1 û 2’an ên P.Z. de, di bin bandora Împeratoriya Partan de geş bû, bû bajarekî girîng ê sînor ku li hemberî Romayê li ber xwe dida. Bi saya avahiya xwe ya pirçandî, pergalên baweriyê û nirxên civakî yên cuda anîn cem hev. Ev cihêrengî di avahiyên olî û wêneyên hunerî yên li bajêr de bi awayekî zelal xuya dike. Hatra ne tenê navendeke leşkerî û bazirganî bû, di heman demê de cihekî çandî bû, xwedî bawerî û sembolan bû.
Nûnertiya jinan di avahiyên olî de
Perestgehên li Hatrayê hatine dîtin nîşan didin ku baweriyeke pirxwedayî heye. Hebûn û wateya sembolîk a xwedawendên jin di nava vê pergalê de balkêş e.
Di baweriyên Mezopotamyayê de, fîgura jinê bi gelemperî bi bereket, pirbûn, parastin û berdewamiya jiyanê ve girêdayî ye. Şopên vê têgihîştinê di Hatrayê de jî tên dîtin. Xwedawendên jin ne tenê xwezayê temsîl dikin, di heman demê de wekî beşek ji hevsengiya manewî û çandî ya civakê tên hesibandin. Ev nîşan dide ku di civakên kevnar de, jinan ne tenê roleke biyolojîk lîstine di heman demê de roleke pîroz jî lîstine. Jin kesayetiyeke bihêz e ku diafirîne, diguherîne, fêr dike, fêr dibe û di her aliyê jiyanê de heye. Ango ew bi xwe civak û jiyan e. Lewre di Hatrayê de ev yek tê dîtin.
‘Bajarê Rojê’
Hatra bi giranî ji ber ku xwedayê rojê Şamaş wekî xwedayê herî girîng ê bajêr tê hesibandin, wekî “Bajarê Rojê” tê binavkirin. Ev sernav rasterast bi avahiya olî, mîmarî û nasnameya çandî ya bajêr ve girêdayî ye.
Li Hatrayê, yek ji xwedayên herî rêzdar Şamaş e. Di baweriya Mezopotamyayê de, Şamaş wekî nûnerê edalet, rastî û ronahiyê tê dîtin. Ji ber vê yekê, ew li bajêr pir rêzdar bû, yek ji perestgehên herî girîng rasterast ji wî re hatibû veqetandin.
Kompleksa perestgehê li Hatrayê ji bo zêdekirina vegirtina tîrêjên rojê hatiye sêwirandin. Hewşên fireh û qadên vekirî dihêlin ku tîrêjên rojê rasterast bigihîjin hundir. Ev yek dihêle ku ronahî wekî hêmaneke pîroz di rêûresmên olî de were bikaranîn.
Bajarê kevnar Hetrayê 2000 salî ye li Nînowayê di lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO’yê de ye, di Adara 2015’an de ji aliyê çeteyên dirinde yên DAIŞ’ ê ve bi makîneyên giran û buldozeran hat wêrankirin. Dema Mûsil ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû ev bajarê kevnar jî hat rizgarkirin.