Bajarê berxwedanê: Sinê

Kurdan ji dîrokê heta bi sedan caran bi komkujî, qirkirin û qetlîaman re rû bi rû man. Fetwaya damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Ruhullah Xumeynî ji 19’ê Tebaxa 1979’an heta niha derbasdariya xwe diparêze.

Navenda Nûçeyan - Di 19’ê Tebaxa 1979’an de damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Ruhullah Xumeynî ji bo tevgerên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tepeser bike fetwayek ku kuştina Kurdan, rijandina xwîna wan û sirgûnkirina Kurdan helal dihesîbine weşand. Ruhullah Xumeynî di fetwaya xwe de behsa kesên ku têkoşîna gelê Kurd dimeşînin dike û wiha got: “Divê artêş û hêzên ewlehiyê bi awayekî herî tund mudaxaleya komplogerên Kurdistanê û herêmên din bikin. Ger ew tiştên pêwîst nekin em ê bi awayekî heri tund mudaxaleya artêş û hêzên ewlehiyê bikin.” Ev bû cîhad û fetwaya destpêkirina komkujî û êrîşên qirkirina Kurdan yê Ruhollah Xumeynî.

Referandûm hat pêkanîn

Dema di sala 1979’an de Şahîtiya Îranê hat rûxandin û li şûna wê Komara Îslamî ya Îranê hat avakirin, li Rojhilatê Kurdistanê bi armanca xwedî otonomî bûyin û xwe bi xwe rêvebirin piraniya herêmên Kurd di bin kontrola hêzên Kurd de bûn. Li Îranê di 27’ê Tebaxa 1979’an de ji bo biryar dayîna şêwazê rêveberiyê Îranê  çawa bibe, referandûmek hat pêkanîn. Lê ev referandum ji xeynî pêjirandin an jî nepejirandina Komara Îslamî ya Îranê tiştek din nedihewand.

Fetwa hat li dar xistin

Ji ber wê jî gel û rêxistinên Rojhilata Kurdistanê ev referandma hat kirin boykot kirin û dengê xwe nedan Komara Îslamî ya Îranê. Ev jî bû destpêka xirabûna peywendiyên navbera Rojhilata Kurdistanê û Tehranê. Kurdan heta wê demê her roja ku derbas dibû di herêma Kurdan de hin zêdetir dest bi avakirina serdestiya xwe kiribûn. Ruhullah Xumeynî yê ku fikirî ev yek xetere, di 19’ê Tebaxa 1979’an de li dijî kurdan fetwayek lidarxist û piştî dayîna wê fetwayê, hêzên leşkerî û bawerhişkên olî ji herêmên Îranê ber bi Rojhilata Kurdistanê ve çûn.

Gav bi gav dagirkerî, înfaz û darvekirin…

Cihê yekem hedef girtin bajarê Sinê bû. Li Sinê gelê Kurd û hêzên wan li dijî hêzên Îranê 24 rojan li ber xwe dan. Piştî şerekî ne şert û mercên wekhev, hikûmeta Tehranê Sine û gelek bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê dagîr kir. Di wê demê de Sadîq Xelxelî wek dadgêrê olî li wê herêmê hat tayînkirin. Xelxelî di wê demê bi awayekî keyfî dest bi girtin û îdamkirina Kurdên sivîl kir. Li gorî hin çavkaniyan Xelxelî ji derveyî bi sedan kesên ku di encama gelek êrîşan de şehîd ketin, zêdetirî 850 mirovên Kurd gulebaran kir.

Ji PDK’ê piştgiriya Îranê

Di wê demê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) girêdayî hêzên 'Qiyade Miweqet' bû. Bi pastarên Îranê re li dijî hêzên Kurd şer kir û bû şirîkê sûc û komkujiyên li dijî gelê Kurd hatine kirin. PDK di dagîrkirina bajarên Kurdistanê yê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve de roleke sereke lîst.

Fetwa berdewam dike

Fetwaya ku Ruhollah Xumeynî li dijî kurdan li dar xisti bû, tenê ji bo demekî diyar ne sînordar bû. Li gor hin lêkolîneran ev fetwa hîna jî bi awayên cuda ji aliyê dewleta Îranê ve tê meşandin. Niha kes û rêxistinên li dij-hikûmetê weke “kafir” tên binavkirin û cezayê darvekirinê li wan tên birîn.

Di hemû raporên ku di qada navneteweyî de hatine amadekirin de derdikeve holê ku piraniya kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn Kurd in. Dema ji aliyê din ve tê temaşe kirin, di pêvajoya 40 salên borî de bi hezaran qaçaxçî bi gotinek din kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin qetilkirin. Heta niha der barê kesên ku kolber qetil kirine tu pêkanîn û ceza nehat sepandin.