ked û aborî
-

Li gel ziwanbûna salê jî firîkê Edle yê bi qasî bejana wê bilind bûye
Firîk her sal bi genim re tê avêtin, ew bi xwe genim e heşîn e berî bigihîje şeklê dawî û hişk bibe, simbila wê tê rakirin û dibe firîk. Li ser sifreyê dibe xwarineke bi qîmet û wekî savar û birincê zadekî esas e di her malê de.
-

"Wusa xuya dike ku ji sala 2013’an û vir ve kes nemiriye!"
Civaknas û Dilxwaza Meclisa Konseya ÎSÎG’a Stenbolê Asli Odman got; "Li Tirkiyeyê bi texmîna herî muhafezekar, 10 an jî 15 hezar xebatkar ji ber nexweşiyên pîşeyî mirine ku em dikarin vê rewşê wekî cînayetên pîşeyî binav bikin lê li gorî îstatîstîkên fermî li Tirkiyeyê, ji 2013’an vir ve tu kes nemiriye. Tê hesabkirin ku ji sedî 10 kesên ku ji ber nexweşiya penceşêrê dimrin, ji ber pîşeyê dikin bi vê nexweşiyê ketine. Ji deh hezarî zêdetir kesên ji ber nexweşiya penceşêrê ya ji ber pîşeyê mirine divê ku hatibin qeydkirin lê hejmara fermî ‘0’ nîşan dide.
-

Ji firina malê, ber bi projeyeke berifreh ve
Îman Silêman a ji ber şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê ji gundewarên Dêrezorê di sala 2017'an de neçarî koçberiyê bû, ji bo lê bijî navçeya Til Temirê weke strageh dît. Bi alîkariya Aboriya Jin projeyeke ji firina malê dest pê kir, niha jî bi projeyeke berfireh ku bi taybetî jinên koçber jê sûdê werdigrin berdewam dike.
-

Bi çandina kulîlkan konê penaberiyê dişibîne baxê xwe yê Efrînê
Tevî êş û zehmetiyên ji ber koçberiya bi zorê ya gelê Efrînê, israr û berxwedana wan di hemû aliyên jiyanê de ji bo vegera ser axa xwe berdewam dike, di nav wan de jinên ku bi derfetên kêm dixwazin rengê jiyanê li Şehbayê veguherînin bexçeyê gulan hene.
-

Nerîman debara mala xwe bi nanê tenurê dike
Nermîn ya ku li Seyîdsadîq ji bo debara malbata xwe bike û zarokên xwe xwedî bike, bi tena serê xwe firinek biçuk ya ku nanê tenura xazê çêdike bi rêve dibe û nanê vê tenurê di meha Remezanê de ji aliyê kiriyaran ve gelek tê hes kirin.
-

Bi çandina bexçe û xwedîkirina sewalan dabara xwe dike
Xalîde Mihemed bi qasî girêdana xwe ya ji xwezayê re, li ber derê mala xwe bexçeyek çêkiriye, li kêleka wê jî sewalan xwedî dike û dabara mala xwe dike.
-

Bi xwedîkirina şitil û kulîlkan hem bextewar dibe hem jî debara xwe dike
Felek Tulay tovên kulîlkên ku ji Bexçeyên Hevselê berhev dike tîne li şaneşîna mala xwe datîne û dema ku tovên kulîlkan û şitlên daran aj didin û dibin kulîlkên rengîn difroşe. Ew bi vî karê xwe di warê aborî de debara mala xwe dike.
-

Hemû jinên navçeyê bi çêkirina tenûran debara xwe dikin
Mekiye Ertokan a li Palûkeya Amedê dijî, bi çêkirina tenûran debara mala xwe dike. Bi tenûrên ku difroşe pêdiviyên xwarinê û yên ji bo perwerdeya zarokên xwe pêk tîne. Mekiye dibêje ku hemû jinên li gund dijîn, mîna wê, nanê xwe ji heriyê qezenc dikin.
-

Jinên koçber bi firotina cilan debara xwe dikin
Jinen koçber ên di kampa Roj a nû de ku dikeve rojhilatê bajarê Minbicê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo dabînkirina debara xwe ya rojnane cilan difroşin, ji ber şert û mercên dijwar û nebûna derfetên kar.
-

Li Siûdiyê hejmara jinên dixebitin zêde bûye
Li Erebistana Siûdî ku li gorî welatên din ên cîhanê hejmara jinên dixebitîn kêm bû, li gorî daneyên niha rêjeya jinên dixebitîn, di demên dawiyê de zêdetir bûye
-

Jinên di firinên Misrê de dixebitin meha Remezanê zêdetir qezenc dikin
Ji bo Nur Al- Sabah Mihemed û tîma wê ya di firinê de dixebitin karê wan bi taybetî di meha Remezanê de zêdetir dibe
-

Bazirgana sewalan Mehfûza Silêman û 25 salên xebatê
Bazirgana sewalan Mehfûza Silêman 25 sale bi sewalan ve mijule û li ser xeta sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bazirganiyê dike.
-

Bi giyayên ku ji çol û çiyayan berhev dike debara mala xwe dike
Bi hatina werza biharê re giyayên bi navê tûzik, pûng û xerdel ên ku bi tendirust in tên berhevkirin û li ser dezgehan, an jî bi destan tên firotin. Melek Ozdemîr jî bi van giyayan debara xwe dike, destpêkê li çol û çiyayan digere van giyayan kom dike piştî wê jî tîne li kolanan difroşe
-

Nebûna dîplomayê ji bo gihiştina armancê ne astenge
Nermîn Sadiq Hemekerîm yek ji kesên bûye şahida kîmyabarana Helepçeya Şehîd e. Ji ber komkujiyê, wê nikaribûye dibistana xwe temam bike û bibe xwedî dîploma. Lê belê di warê xwendinê de wisa xwe bi pêş xistiye ku di aliyê jimêryariyê de serkeftinê bi dest xistiye.
-

Bi sekna xwe ya bi heybet dibe ilhama hemû jinên gund
Beytara bi heybet a Qerejdaxê, dibêje ku zozan û lawirên wê çavkaniya jiyanê ne ji bo wê. Sevîm Kiziltepe ya ku li quntara Qerejdaxê dijî, bi sekna xwe ya bi heybet û bi hêz dibe îlhama hemû jinên gund
-

Aliye Mûsa debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dike
Aliye Mûsa malgundek nêzî bajarê Qamişlo ji xwe re ava kiriye û debara jiyana xwe bi xwedîkrina pez û sewalan dike.
-

Bi enerjiya rojê hewl dide pirsgirêka cereyanê çareser bike
Merwa El-Urfî dema ku rewşa welat a di warê qutbûna cereyanê de ku bi demjimêrên didomiyan dît, nemaze di dema havînê de û neçarmayîna bikaranîna jeneratoran ji bo peydakirina cerayanê, dest bi projeya enerjiya rojê kir.
-

“Ji ber kêmbûna baranê îsal kereng nebaş in”
Sirwe Mustafa Reşîd ya ku tevra xwe ji bo komkirina giyayê biharê kerengê amade kiriye dibêje; “Kerengên îsal ji ber barana kêm biçûk, hişk û bê tam in.”
-

Jinên Mexribê bi ajokariyê hişmendiya mêr diguherin
Xedîca El-Sixêrdan ev neh sale li paytexta Dar El-Beydaa ji dema hevjinê wê dest ji wê û zarokên wê berdayî heta niha ji bo zarokên xwe bide xwendin û debara mala xwe bike dest bi karê ajokariya taxsiyan kiriye û bi vî karî hişmendiya ku tenê mêr dikarin ajokariyê bikin diguhere.
-

Dalya Elî: xwe pêşxistin ji bo jinan derfetên kar avadike
Dalya Elî di derbarê serkeftinên karê xwe de got: “Min karî bendê tirsa biryar girtinê bişkanda û li ser malpera kar pêşengiya tîmeke teknîkî, karmed û endezyaran bikim. Bi vê xebatê min isbat kir ku karê endezyarên avahîsaz ne tenê ji bo mêrane.”