‘Zivistanê cihekî ku em biçinê û pereyê ku em bidin benzînê tune ye!’

Muhabbet Beşer bi salan e mêşvaniyê dike, diyar kir ku hingivê Geverê bê made ye û dermanê hemû nexweşiyan e, destnîşan kir ku ji ber qeyara aborî ya heyî dahata wan kêm bûye û ji ber buhayê benzînê û zivistanê fikarên wan zêde dibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê ziyan daye berhemdarên hingiv. Mêşvanan sindoqên hingiv danîne çiyayên Colemêrgê yên bi şînahî û kulîlkan xemilandî. Yek ji wan jî Muhabbet Beşer e. Ew diyar dike ku dahat wê têra pêwîstiyan nake, destnîşan kir ku li ruxmê hewldanan, beramberî keda xwe nagirin.  

20 sal in mêşvaniyê dike

Muhabbet Beşer a li gundê Deraw ê Geverê, 20 sal in mêşvaniyê dike, destnîşan kir ku qeyrana aborî ya heyî ziyanek mezin daye wan û bi bîr xist ku mêşên her sal xwedî dikin, ji ber zema benzînê nikarin bibin cihekî din. Muhabet got ku cihê herî dawî Hatay e lê ji ber erdhejê careke din vegeriyane Geverê. Da zanîn ku hem havîn û zivistanê mêşan xwedî dikin û lênêrîna wan jî westandinek divê ji ber zema zêde pereyê ku qezenc dikin diçe mesrefa benzîn û metbexê.  

‘Tenê em îdare dikin’

Muhabet Beşer ku rojê sê caran serdana sindoqên xwe yên hingiv dike û li mêşan dinêre, li cihekî gund ku hê zêdetir şînahî lê heye sindoqên xwe bi cih dike û berhemek zêdetir bi dest dixe. Mehên havîn û biharê li Geverê û di mehên zivistanê de ji ber mêşan Muhabet Beşer berê xwe dide Hatayê îsal hem ji ber zema zêde hem jî ji ber zêdebûna kirê diyar kir ku zivistanê cihekî biçinê nîn e û da zanîn ku mêşên hingiv di hewaya sar de nikarin bijîn û wiha got: “Berê hemû tişt gelek xweş bûn, karê me jî li gorî niha xweş bû. Niha em çi dikin dimîne di destên me de. Ez gelek bi xwestek vî karî dikim lê berê ev zem stûyê me xwar kir, em ewqas kedê didin li gorî par nîvê wê jî di destên me de namîne. Daçûn zêde bûye, dahat jî kêm bûye, careke din jî em karê xwe berdewam dikin.”

‘Pereyê me tenê têra benzînê dike’

Muhabet Beşer destnîşan kir ku îsal zivistanê nizane wê biçe ku û got: “Hingivê ku ji petekan derdikeve gelek daxwaz ji bo wê hene û ji bo gelek nexweşiyan baş e. Zivistana borî di dema erdhejê de em li Hatayê bûn, li wê derê bi rojan me konek ku lê bimînin nedît. Ji bo mêşên xwe em di wesayîdan de man û herî dawî em hatin vê derê. Hewa û kulîlkên li vê derê ji yên li wir gelek baştir in. Vê zivistanê em nizanin em ê çi bikin. Hem buhayê benzînê, hem ê tiştên din gelek zêde bûye. Hemû pereyê ku em qezenc dikin li benzînê diçe. Çavkaniya dahata me tenê hingiv e, ne mehane ne jî karek din ê me heye tenê em mêşvaniyê dikin. Hingivê vê derê gelek bi kalîte û xweş e. Em vî hingivî dişînin hemû cihên welat. Ji bo êş û îltihabê ev hingiv gelek baş e. Ji ber wê jî hemû kes daxwaz dikin.”