Zeyt û sirkeyên xwemalî yên herî baş li ber dikana Ronakê ne

Ronak Selîm çend cûrên zeyt û sirkeyên xwemalî bi destê xwe amade dike û di dikana xwe ya biçuk de digihîne dîdaran.

Silêmanî – Ronak Selîm beriya 14 salan nexwşiya feqeratê pêre peyda bû. Ev yek wisan kiriye ku hewil bide li rêyên xwezayî bigere. Piştre derket holê ku sudê sirkeya sêvên kesk ji bo tedawiya mîdê heye. Ji ber wê destpêkê bi çêkirina sirkeya sêvên kesk dest bi kar dike û dikanek biçuk li bajarê Silêmaniyê vekiriye. Ronak a piraniya tiştên dikanê yên weke zeyta gulberoj, kuncî, goza hindê û sîrkeya sêvan li mala xwe amadedike û diyar kir ku 14 sal zêdetire bi amadekirina berhemên xwemalî kel û pelên Tirkî baykot dike.
“Ez hemû cûrên zeyta xwezayî çêdikim”
Ronak di derbarê çêkirina berhemên xwemalî de wiha got: “Niha ji derveyî çêkirina sirkeyê ez hemû cûrên zeyta xwezayî çêdikim. Ji berhemên li ber destê min herî zêde zeyta gulberoj û kuncî ji aliyê xelkê ve tê hezkirin. Destpêkê min tu amêrên çêkirina zeytê nebû. Bi rêya germkirinê min çêdikir, ji ber qaliteya wê ya gelek baş hebû. Niha jî bi rêya amêrên taybet yê zeyt çêkirinê ez zeytê çêdikim. Ez daxwazê ji xelkê dikim ku xwe ji zeyt û berhemên din yên ji welatên derdor tên dur bixin. Ji ber qaliteya wan xirabin û dibe sedemê nexweşiya pênceşêrê. Tu deman xwarinên Tirkî nehatiye di mala min de û ez bi kar naynim. Piştî êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistan di sala 2019’an de malbat û kes û karên min jî biryar daye ku berhemên Tirkî baykot bikin û bi kar neynin.”