Zehmetiyên palehiya nîskan bi hev re derbas dikin

Jinên Efrînê bi hatina demsala çinîna palehiya nîskan berê xwe didin nav erdan û bi ruhê komînal bi hev re kar dikin.

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Bi pêşengiya Desteya Çandiniyê ya herêma Efrîn - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kantona Şehbayê her sal bi demsalên cuda re derfetên kar ji welatiyên koçber re ava dike. Îsal Desteya Çandiniyê 12 hektar erd nîsk çandine û ji destpêka meha Gulanê ve welatî berê xwe didin nav erdan. Îsal ji ber nebarîna baranê Desteya Çandiniyê li gorî îmkana xwe nîsk avdan û hilberînek baş hatiye bidestxistin. Nîsk divê zû bên çinîn berî ku hişk dibin loma beriya ku libikên nîskan bikevin tên çinîn. Nîsk li gorî herêman cuda tên çandin, li hin herêman bi das û hin herêman jî bi dest tên çandin. Piştî ku nîsk tê çinîn li derazê dikeve û nîsk jê çêdibe. Li Efrînê herî zêde jin bi çinîna nîskan dema xwe derbas dikin. 
Bi berbanga sibehê re welatî berê xwe didin nav erdan û heta nîvroyê nîskan berhev dikin. Di sibehê de palehiya nîskan tê kirin, ji ber di rewşa hewayî de ritûbet bêhtir e û çinîna nîskan hêsantir dibe. Her wiha libikên wê jê nakevin. Niha dem dema berhevkirina nîskan e û welatiyên Efrîn û Şehbayê berê xwe didin erdan û palehiya nîskan bi ruhê komînal çêdikin. Girêdayî çinîna nîskan jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. 
"Karê çolê bi hev re watedar û xweş dibe"
Ji bo karê palehiyê welatî saetên sibehê berê xwe didin erdan û palehiyê dikin. Emîne Hemo wiha behsa berhevkirina nîskan dike: "Em bi berbanga sibehê re berê xwe didin erdan û heya nîvro di nava erdan de palehiyê dikin. Palehî karekê zehmet e lê dema ku mirov bi hev re bibe alîkar ew zehmetî li pêşiya me nabe bend. Niha ji bo ku em debara malbata xwe bi bikin di nava erdan de kar dikin. Em ji biçûkaniya xwe de hînî çinînê bûne û îro tiştên ku em ji dapîr û bapîrên xwe hîn bûne pêk tînin. Niha dem dema nîsk, nok û genim e. Komkirina van zadan zehmet e lê em bi hev re vê zehmetiyê ji holê radikin. Kurd, bi taybetî jinên kurd gelek girêdayî axa xwe ne, niha em li vir mêze dikin hejmara herî zêde jin in ku bi karê axê re dema xwe derbas dikin. Ruxmê hemû zehmetiyan daxwaza me ew e ku em careke din vegerin Efrînê."
"Nîsk bi destan tê çinîn"
Bedriye Bekir, ji biçûkaniya xwe de bi dayika xwe re berê xwe dide nav erdan û karê çandiniyê dikir. Wiha behsa wan rojan dike: "Min ji biçûkaniya xwe de bi dayika xwe re berê xwe dida erdan û çandiniyê dikir. Di karê çandiniyê de westandin nîn e û heta niha jî ez westandinê nas nakim. Dive ku îro em koçber bûne û li Şehbayê bin lê karê ku ez ji dayika xwe hîn bûme heta niha jî dikim. Li Efrînê di demsala çinînê de me sibehê zû nanê tenûrê amade dikir û em piştre diçûn çolê. Genim û ceh bi das ango qilûç dihatin çinîn, nîsk û nok jî bi keda destan dihatin çinîn. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk em neçar man ji axa xwe koçber bibin. Lê ruxmê wê jî em girêdayî çanda xwe ne û çinînê dikin."